Navenda Nûçeyan
Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê, hemleyeke meydanî ji bo rakirina beste û erebeyên bêserûber ku li kolanên bajêr belav bûne, pêk anî.
Di çarçoveya berdewamkirina hewldanên rêxistinkirin û başkirina dîmenê şaristiyê ya bajêr, Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê hemleyeke ji bo rakirina beste û erebeyên bêserûber ku li seranserî kolanên bajêr ve belavbûne, pêk anî.
Ev hemle ji bo bicîhanîna biryarên ku ji meclisa herêmî û meclisa rêveber a şaredariyê hatiye derxistin, ku bi pêkanîna rasterast ji beşa dîspilînê ya girêdayî şaredariyê, pêk hat.
Rêxistinkirina bazaran
Bi armanca rêxistinkirina bazaran, kêmkirina kaosên di pêşkêşkirina kel û pelan de, di heman demê de başkirina rastiya xizmetguzarî û trafîkê li kolanên sereke ku ji ber qerebalixiya ku van besteyên bêserûber çêdikir, pêk hat.
Herwiha ev hemle armanc dike ku mafê firoşkarên birêkûpêk û xwediyên dikanên bazirganiyê yên bi destûr, misoger bike. Ya herî girîng ew e vegerandina reng û dîmenê xweşik a şaristanî ya bajêr e, li gorî pîvanên paqijiyê û ewlehiya giştî.







