Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Agirbesta DYA-Israîl û Îranê di çi rewşê de ye?

11/04/2026
in NÛÇE
A A
Agirbesta DYA-Israîl û Îranê di çi rewşê de ye?
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji 8’ê Nîsanê ve agirbestek di navbera DYA-Israîl û Îranê de piştî şerê 39 rojan ku êrîş pêkhat, hat ragihandin. Di roja yekem de ji ber Tengava Hurmizê hem jî pirbûna êrîşan li ser hin welatên Kendava Erebî ev agirbest hat binpêkirin, li hêla din jî xebata diblomatîk ji bo lihevkirinê û pêkanîna agirbestê li Pakistanê hat kirin.

Agirbest hat binpêkirin, Hurmuz girtî ye û li Lubnanê şer didome

Agirbesta di navbera Îran û DYA’yê de hatibû ragihandin di roja yekemîn de hat binpêkirin. Li Lubnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de şer dewam kir. Tengava Hurmuzê hema bêje hîna girtî ye. Bihayê petrolê daket kêmî hezar dolarî.

Di 8’ê Nîsanê de saetên de agirbest di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de hat ragihandin. Di roja yekemîn de li gelek eniyan agirbest hat binpêkirin.

Rayedarên welatên Kendavê jî diyar kir ku bi mûşek û dronan êriş li dijî welatên wan hatine kirin.

Tengava Hurmuzê jî heya radeyeke mezin girtî ye. Li tengavê tevgera keştiyên petrolê sînordar e.

Piştî agirbestê buhayên petrolê daketin lê tevî wê jî li gorî dema beriya şer hîna bilind in.

Di aliyê siyasî de jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran amadekariyên dan û standinan li Îslamabadê dikin. Tê gotin ku Îran dixwaze cezayên li ser wê werin rakirin û bernameya xwe ya nukleerî bidomîne. Lê DYA bi israr e ku bernameya nukleerî ya Îranê bisekine û bandora wê ya herêmî kêm bike.

Li Lubnanê ku DYA’yê ragihandibû ku di agirbestê de cih nagire, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dewam kir.

Hizbullahê di 9’ê Nîsanê de ragihand ku wê mûşek avêtin bakurê Îsraîlê û ev yek wek bersiva li hember binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bi nav kir.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de de diyar kir ku wê li wargeha El Menara xistiye û daxuyand ku “heya êrişên Îsraîl û DYA’yê ranewestin, dê bersivê bidomîne.”

DYA’yê banga xweragirtinê kir û hişyarî li ser bandorên şer da. Îranê jî diyar kir ku agirbesta Lubnanê şertekî bingehîn ê domandina lihevkirinê ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang kir ku divê agirbest Lubnanê jî bigire nava xwe da ku herêm ber bi pevçûneke berfirehtir ve neçe.

Trump: Ger lihevkirin çênebe emê êriş bikin

Serokê DYA’yê Donald Trump da zanîn ku ger hevdîtinên bi Îranê re tene kirin, bi ser nekevin, dibe ku êrîşên leşkerî yên nû werin rojevê.

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku her muzakereyên bi Îranê re tene meşandin bêyî encam bimînin, wê hingî vebijêrkên leşkerî bikevin dewreyê.

Trump di roportaja xwe ya New York Post de diyar kir ku ger hevdîtinên li Pakîstanê dewam dikin bi ser nekevin, keştiyên şer ên DYE’yê ji bo êrîşa li dijî Îranê tene amadekirin û got, “Em keştiyan bi cebilxaneyên herî baş bar dikin. Ger em lihevkirinek çênekin, wê emê wan bi awayekî pir bi bandor bikar bînin. Wê encama hevdîtinan di demek kurt de zelal bibe û wiha got, “Emê nêzî 24 saetan de fêr bibin. “sifirkirina herî xurt a cîhanê.”

DYA’yê ji bo Tengava Hurmuzê planên alternatîf danîn

Koşka Spî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Tengava Hurmuzê planên alternatîf hene. Beriya destpêkirian danûstandinên li bendê ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li paytexta Pakistanê Îslamabadê bê lidarxistin, Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku ji bo her pêşketinekê li Tengava Hurmuzê ‘planên alternatîf’ hene. Serokê Meclîsa Aborî ya Neteweyî ya Koşka Spî Kevin Hassett ji Fox Business re got Washington li ser îhtîmala pêşketina dîplomatîk geşbîne û got: “Ez nikarim bikevim nav hûrguliyên nepenî, lê em tîma xwe ya herî baş dişînin ku danûstandinan bikin, her wiha heke pêwîst be, planên me yên alternatîf jî hene.”

Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê ragihadibû ku bi Îranê re ji bo agirbesteke 2 hefteyan gihiştine lihevkirinê, ev daxuyanî hatin dayîn. Li aliyekî din jî Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihandibû ku DYAˊyê li ser pêşniyara Îranê ku ji 10 xalan pêk tê, erê kiriye û diyar kiribû ku Tehran wê di demek nêzîk de li Îslamabadê, bi navbeynkariya Pakistanê, danûstandinên fermî bi Washingtonê re destpê bike. Lê rêya ber bi kêmkirina aloziyê ve rûbirûyî astengiyane, ji ber Tehranê ragihandibû ku agirbest ji ber êrişên berdewam ên Îsraîlê li ser Lubnanê hatiye binpêkirin. Pakistan jî piştgiriyê dide helwesta Îranê. Lê Trump jî diyar dike ku Libnan di peymanê de cih nagire.

Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo agirbestê daxuyanî da

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî rewşa heyî ya Îranê û ragihandina agirbestê daxuyaniyek nivîskî da. Hevpeymaniyê diyar kir ku Rojhilata Navîn bi qasî 39 rojan di nava agir û şereke giran de bû û got: “Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di bin êrişên tund û raste rast ya Amerîka û Îranê de bû. Di encamê de 7’ê nîsana 2026an piştî ultîmatona Serokê Amerîkayê ya ku ‘Eger Tengava Hurmuzê neyê vekirin wê vegerin serdema kevir’ û şûnde rejîma Îranê teslîmî bû û neçar ma ku agirbestê qebûl bike. 47 salî ya Komara Îslamî ya Îranê nîşan daye ku ev rejîm nayê reformkirin û aştî tenê bi guhertinên bingehîn û demokrasiyê dikare li herêmê were vegerandin. Tevgera rizgariya Kurdistanê hebûn, berdewamî û hêza xwe ji netewa xwe û îradeya azadî û serweriyê digire û ne berhema şer û pevçûnên navnetewî ye; Ji ber vê yekê, ne agirbest û ne jî peymana bi Komara Îslamî ya Îranê re dê rê li ber berdewamiya wê bigire. Tu agirbest an lihevkirineke siyasî dê rê li ber hewldanên me yên ji bo bidestxistina azadî û serweriyê negire.”

Di roja 42yan a şerê li herêmê de, pêvajoyeke krîtîk a dîplomasiyê dest pê kir. Li aliyekî şandeya bilind a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re li Pakistanê ye, li aliyê din Washington hewl dide agirbestê bi peymanê encam bike û agirbestê ber bi Libnanê ve jî berfireh bike.

Şandeya Qalîbaf li Îslamabadê ye: Mercên giran hatin danîn Di demek lijneyên DYA û Îranê li Pakistanê hevdîtinên agirbestê dikin, Tehranê şertên giran aşkera kirin û Trump jî li dijî vê yekê gefa, “Di destê wan de tenê defreta girtina Hurmizê heye. Lê agirbest çê nebe, keştiyên me yên şer amade ne” xwar. Şandeya muzakereyan a Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf gihîşt paytextê Pakistanê. Di şandeyê de Wezîrê Karên Derve Araghchî, Serokê Banka Navendî û rayedarên payebilind ên leşkerî cih digirin. Îranê ragihand ku heta Washington “pêşmercên” wan qebûl neke, ew ê dest bi rûniştinên fermî nekin. Lê belê li hundirê Tehranê krîza desthilatdariyê heye; hat ragihandina ku Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wahîdî hewl dide rayeya Qalîbaf û Araghchî sînordar bike.

DYA ji bo Libnanê navbeynkariyê dike

Ofîsa Serokkomariya Libnanê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dê di navbera Îsraîl û Libnanê de bibe navbeynkar. Amerîka û Libnanê ji Îsraîlê daxwaz kirin ku êrîşên li ser Hizbullahê rawestîne da ku “jestekê” ji bo destpêkirina muzakereyan bike. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku ew vê daxwazê dinirxînin, lê artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başûrê Libnanê navendeke avêtina moşekan a Hizbullahê ya di hundirê dibistanekê de rûxandine.

Îstîxbarata Amerîkayê: Bi hezaran moşekên Îranê hîn hene

Her çend Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth gotibû “cephaneya Îranê qediya ye”, lê raporên nû yên îstîxbaratê ku Wall Street Journalê weşandin, berovajiya vê dibêjin. Li gorî raporan, Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e û dikare di demeke kurt de binesaziya xwe ya avêtina moşekan nû bike. Washington fikar dike ku Îran agirbestê ji bo “ji nû ve çekdarkirinê” bikar bîne.

Trump: Tenê koza wan Hurmuz e

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Socîal peyameke tund weşand û îdîa kir ku serokatiya Îranê tenê ji ber ku muzakereyan li ser piyan e. Trump got: “Ji bilî şantaja bi rêya Tengava Hurmuzê, tu kozeke Îranê nîne. Îro eger ew sax bin, tenê ji bo muzakereyê ye. Lê ku encam dernekeve keştiyên me yên şer amade ne. Hemû bi cebilxaneyê hatine dagirtin û dê bersiva pêwist bidin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.