Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jinên Sûriyeyê bi sernavê” Çîrokên Kulîlkan” panêlek li dar xist

11/04/2026
in NÛÇE
A A
Meclisa Jinên Sûriyeyê bi sernavê” Çîrokên Kulîlkan” panêlek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Esmehan Gedro/Qamişlo

Meclisa Jinên Sûriyeyê bi sernavê “Çîrokên Kulîlkan”, li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo panelek li dar xist û tê de çîrokên çar jinên serkeftî hatin vegotin.

Meclisa jinên Sûriyeyê îro panêleke bi sernavê”Çîrokên Kulîlkan” li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di çalakiyê de jinên saziyan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe amade bûn.

Panel li ser çêroka çar jinan bû ku li hemberî hemû astengiyan serkeftin qezenc kirin, li hemberê êş û zehmetiyan rêya xwe bêrawestandin dewam kirin û di nava civaka xwe de bi rola xwe rabûn.

Di destpêkê de jina bi navê Nedîya Bozo ku ji bajarê Amûdê ye çîroka xwe wiha anî ziman: “Destpêkê ez spasiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê dikim ji ber ku ev panel li dar xist û em weke jin beşdarî “Çîrokên Kulîlkan” kirin. Ji ber  piçbûna lingan ez 8 salan li erdê mam, ji ber wê min nikarîbû tevgerê bikim an bimeşim. Lê tevî ku ez ji lingên xwe pûç bûm, min têkiliyên xwe bi civakê re qût nekirin û ez ji malê derdiketim tevî hemû êş û zemetiyan. Ji ber ku min tu çareserî ji astengdarbûna xwe re nedît min nikarî xwendina xwe jî berdewam bikim û xewnên xwe pêk bênim. Lê piştre min navê xwe dîsa li dibistanê tomar kir û dest bi xwendinê kir û ez derbasî beşa mafnasiyê bûm. Min gelekî zehmetî ji astengiya pûçbûna lingê xwe dît. Niha jî ez di pirojeyeke civakî de kar dikim  û ji bûna min cihê şanaziyê ye ku ez tevî her êşê kar dikim.” . Piştre her sê jinên din jî çîrokên xwe vegotin.

Jinên beşdar jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hêza jinan ji tevahî asengiyan xurtire.

Ji aliyê xwe ve Meclisa Jinên Sûriyeyê jî tekez kir ku ew ê çalakiyên ji bo jinan berdewam bikin û hewil bidin ku jin her tim serkeftinan bi dest bixin. ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.