Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Komunîst ên Şoreşger ji bo du rojnamevanên windayî daxuyanîk dan

11/04/2026
in NÛÇE
A A
Jinên Komunîst ên Şoreşger ji bo du rojnamevanên windayî daxuyanîk dan
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Jinên Komunîst ên Şoreşger ji bo du rojnamevanên ku di meha Çileyê de li bajarê Reqayê agahî ji wan qut bûbûn, li bajarê Qamişlo daxuyanîk dan.

Ji bo du rojnamevanên ku di meha Çileyê de li bajarê Reqayê agahî ji wan qut bûbûn, Jinên Komunîst ên Şoreşger li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo daxuyanîk dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Eva Marîa û Ahmed Polad du rojnamevanên şoreşger in ku dengê şoreşa Rojava gihandine cîhanê û rûyê qirêj ê çeteyan bi belgeyan nîşan dane. Ew herî dawî di 18’ê Çilêya 2026’an de li Reqqayê li ser wezîfeya xwe ya rojnamevaniyê bûn. Dema ku li taxa Seyf El Dewlê ya Reqqayê ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin, karîbûn xwe bigihînin saziya Ciwanên Şoreşger. Wan qeyd kir ku şaneyên razayî yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê li bajarê Reqqayê çawa ketine tevgerê û êrişên wan kirine. Komek koçberên Efrînî jî mîna wan xwe gihandibûn saziya Ciwanên Şoreşger û bi hev re li benda bidawîbûna êrişan man. Heman rojê, eşîrên alîgirên çeteyan ên Reqqayî êrişî wê saziyê kirin. Heya saetên êvarî her kesî li saziyê li ber xwe da. Ahmet Polad vîdyoyên wan kêliyan girtibû û gihandibû kanalên televîzyonê. Piştî vê saetê têkilî qut bû û agahî ji Eva Marîa û Ahmed Polad nehat girtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nêzî 3’ê meh in em li wan digerin. Şahidekî ku wê rojê li wir bi Eva û Ahmed re bû, ji televîzyonê re axivî. Şahidê bûyerê ragihand ku berpirsê Hêzên Ewlekariyê yên HTŞ’ê Mihemmed Abdulxanî bi eşîran re ketiye têkiliyê û peymanek hatiye çêkirin. Li gorî vê peymanê, kesên li wir mayî bi awayekî ewle derbasî girtîgeha Aqtanê bûne. Lê dema ew diçûn girtîgehê, Eva û Ahmed ji aliyê hêzên HTŞ’ê ve li erebeyekî din hatine siwarkirin. Nayê zanîn ku erebe Eva û Ahmed lê hatine siwarkirin bi ku ve çûye. Kesê dawî yê ku Eva û Ahmed dîtine, got ku di serê hêza ku ew teslîm girtine de Mihemmed Abdulqanî hebû. Em nêzîkatiya çeteyan, bi taybetî li hemberî jinan dizanin. Wekî Jinên Komunîst ên Şoreşger, me ji bîr nekiriye. Wan tehamula cenazeyên jinên qehreman nedikir û ew ji balkonê avêtin xwarê . Me porê jinên şervan ên ku wekî “xenîmetên şer” jê kiribûn ji bîr nekiriye. Me ji bîr nekiriye ku wan guh jê dikirin û bi gotina “li pembe binêre, guhê jinê ye” nîşanî hev didan. Me ji bîr nekiriye ku wan destdirêjî kirin, jin bi hev re firotin û li bazaran bazar kirin. Me ji bîr nekiriye ku wan bêyî cudahiya ciwan û pîr, her kes qetil kirin. Ji ber vê yekê berpirsê her zerara ku bigihîje neynûka Eva Marîa, hikûmeta HTŞ’ê û Mihemmed Ebdulxani e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji vir bang li saziyên navneteweyî jî dikin. “Heger mafên jinan û mafên mirovan ne tenê ji bo herêmeke cîhanê be, nexwe zextê li revandokan bikin ku Eva Marîa û Ahmed Polad radest bikin. Li hemberî sûcên şer çavên xwe negrin. Rê li ber rojnamevanan negrin ku rastiyê bibînin û rastiyê ragihînin. Ew komên li bin fermandariya Colanî ku hûn wekî aliyekî siyasî li ser maseyê qebûl  dikin û bi çekdarkirinê piştgiriyê didinê, bila Eva Maria û Ahmed Polad berdin. Cihê wan bibêjin û wan radest bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.