Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hunermendê Kurd Elî Mensûr Agirî piştî karekî hunerî ya tijî di xizmeta strana Kurdî, pirsgirêkên civakî û doza Kurdî de, di 60 saliya xwe de li bajarê Amûdê koça dawî kir.
Koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Mensûr Agirî windahiyek mezin e ji bo civaka hunerî û çandî ya Kurd û nîşana dawiya jiyanek tijî afirînerî ye. Hunermendê rehmetî ne tenê wekî stranbêjek dihat nasîn, lê di heman demê de wekî dengek ku fikarên gelê xwe hildigirt û wan vediguherand stranên ku bi tevahiya nifşan re di qonaxên cûda yên têkoşîn de tevilhev dikirin.
Bi helwestên xwe yên çandî û welatparêzî dihat nasîn
Mensûr li bajarê Amûdê ji dayik bû, li wir di hawîrdorek çandî ya dewlemend de mezin bû ku ji temenê ciwaniyê ve jêhatîbûna wî ya hunerî pêş xist. Wî di salên 1980”an de dest bi karê xwe ya hunerî kir, serdemek tijî pirsgirêkên siyasî û civakî, ku ev yek bi awayekî zelal di naveroka stranên wî de diyar bû. Wî huner wekî rêbazek ji bo derbirîna pirsgirêkên gelê xwe hilbijart, bi vî awayî sînorên muzîka kevneşopî derbas kir da ku peyamek kûrtir û bibandortir bide. Di sala 1982”an de, wî bi çend hunermendên din re koma Mahabadê damezrand, komê berhemên ku pirsgirêk û fikarên civaka Kurdî nîşan didan pêşkêş kirin û beşdarî belavkirina stranên neteweyî bûn. Her wiha ew beşdarî nivîsandin û çêkirina gelek berhemên wan bû. Û ew wekî yek ji damezrînerên koma muzîkê ya Agirî derket pêş jî, ku di pêşketina strana nûjen a Kurdî de, hem ji hêla gotinan û hem jî ji hêla mûzîkê ve, roleke girîng lîst. Wî mîrata muzîka Kurdî diparast û di heman demê de hêmanên nû destnîşan dikirin.
Mensûr ne bes hunermendekî kevneşopî bû, lê ew bi helwestên xwe yên çandî û welatparêzî jî dihat nasîn, hunerê wekî amûrek ji bo berxwedanê û parastina nasnameyê didît. Ev jî di berhemên wî de jî xuya bû, ku mijarên wekî azadî, edalet digirtin dest û di dilê temaşevanên xwe de cihekî taybet ji xwe re qezenc kir.
Piştî şerekî bi nexweşiyê re, hunermendê kurd di 10’ê Nîsana 2026”an de koça dawî kir û mîrateyek hunerî ya dewlemend li pey xwe hişt ku dê her û her şahidiya serdemeke girîng di dîroka strana Kurdî de bike. Koça wî ya dawî ne tenê ji bo civaka hunerî, lê di heman demê de ji bo bîra çandî ya tevahiya gelê Kurd jî windahiyek bû. Elî Mensûr Agirî sembola hunera dilsoz dimîne û dengek ku dengvedana wî bi demê re naçe, ji ber ku stranên wî dê di wijdanê her kesê ku bawer dike ku huner dikare bibe peyamek û dikare ji hemî sînoran derbas bibe, de bimînin.






