Ayşa Silêman/Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Em Bi Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Yekîtiya Kurd A Demokratîk Misoger bikin’ meşek lidarxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Em Bi Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Yekîtiya Kurd A Demokratîk Misoger bikin’ meşek lidarxistin. Di meşê de hemû rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Meş ji qada azadî bi siloganên ‘Bê serok jiyan nabe, Bijî berxwedana Îmralî’ dest pê kir û li ser riya Kornîş veguherî mîtîngê.

Di dest pêka mîtîngê de hemû hazir xulekek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paş li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Mihemed Ebdulrehîm axivî û wiha got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin ji ber ku tecrîd li ser Rêber Apo tê wateya tecrîd li ser îradeya gelê kurd. Armanca tecrîdê ew e ku li Îmraliyê îradeya azad sînordar û mehkûm bike. Tu kes neketiya zindana Îmralî de û derneketiye, di dîrokê de tukes sax ji Îmraliyê derneketiye. Hemû şoreşên kurda ên ku lidarketîn rêveberên şoreşa hatine dîlgitin û darvekirin û şoreş têk birine. Ev yekemîn care ku Rêber Apo û bi taybet di zindana Îmraliyê de ev 27 salin têkoşînê dike û şoreşekî birêve dibe û çareseya hemû pirsgirêkan li gel wî heye. Di şexsê Rêber Apo de gel tê mehkûm kirin, kesê ku gelê kurd ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir Rêber Apo bû. Rêber Apo ye yê ku niha pirsgirêka Sûrî çareser dike û bi hemû cûreyan hewil dide da ku xwîn nerije û gelê kurd bibin xwedî destkeftî. Em hemû nîqaş û rûniştinan dikin da ku entîgrasyoneke demokratîk li ser esasê civakeke demokratîk were kirin, lê mixabin tê dîtin gelek rûpelên reş kirinê hene dixwazin reşkirinê bikin da ku vîna gelê kurd bişkînin û îradeya ku bi salan hatî avakirin têk biçe. Lê bila gelê me baş bizanibe em dev ji taybetmendiyên xwe bernadin.”
Mîtîng bi siloganên ‘Bijî berxwedana zindanan, Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber Apo’ bidawî bû.







