Ayşa Silêman/ Dêrik
Yekîtiya Xwendekaran a bajarê Dêrikê ji bo biryara hikumeta demkî ya guhertina navê dibistanan bidaxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Yekîtiya Xwendekaran a bajarê Dêrikê ji bo biryara hikumeta demkî ya guhertina navê dibistanan bi amadebûna hemû xwendekarên dibistanê li dibistana şehîd Yûsif El Ezeme bidaxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Di destpêka daxuyaniyê de bal kişandin li ser keda şehîdan û wiha gotin: “Şehîdên me nirxên herî pîroz in, ew ne tenê nav in; ew bîranînên zindî yên fedakarî, berxwedan û rumetê ne. Her yek ji wan çîrokek, têkoşînek û îradeya hebûnê ya gelekî li pişt xwe hildigire. Hukumeta demkî ya Şamê dixwaze navê dibistanên me biguhere û şuna navê şehîdên me navên ku bi xwe hilbijartine deyîne. Bi awayekî tund dixwazin vê guhertinê li ser me ferz bike. Ev guhertin yekser nirxên me armanc digre.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Armanca guhertina navan ne tenê ser tableyan e; ev hewldanek ji bo bîrkirina hafîzayê civakê ye. Wekî xwendekar, em dizanin ku perwerde ne tenê li ser agahiyên ku di nav çar dîwaran de tê dayîn e. Perwerde di heman demê de berpirsiyariya parastin û pêşxistina nasname, ziman, çand û nirxên me ye. Bi vê hişmendiya berpirsiyariyê, em tu polîtîkayên ku li ser me têne ferzkirin qebûl nakin; em bi biryardarî îradeya xwe ya hebûnê bi zimanê xwe, nasnameya xwe û nirxên xwe diparêzin. Wekî xwendekarên Dêrikê, em vê êrişê li ser nirxên me qabûl nakin. Zimanê me nasnameya me ye, Şehîdên me rumeta me ne, Bîranîna me pêşeroja me ye.”







