Esmehan Gedro/Qamişlo
Roja tendirustiya cîhanî her sal di 7`ê Nîsanê de tê pêroz kirin. Di vê rojê de li ser tenduristiya mirovan çalakî û semîner li ser asta cîhanê tên li dar xistin.
Di sala 1948`an de, Yekem Meclisa Tenduristiyê ya Cîhanî ji bo bîranîna damezrandina Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê daxwaza nîşankirina “Roja Tenduristiyê ya Cîhanê” kir. Ji sala 1950`an vir ve, roja Tenduristiyê ya Cîhanê her sal di 7`ê Nîsanê de tê pîrozkirin. Her sal mijarek ji bo roja Tenduristiyê ya Cîhanê tê hilbijartin. Mijar her sal diguhere, mijarên berê vegirtina tenduristiya gerdûnî, depresiyon û mijarên din ên ku girîngiya aboriya tenduristiyê di hêsankirina gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo hemî beşên civakê de, di heman demê de hişyariya li ser tenduristiya jîngehê jî zêde dikin, vedihewîne.
Çima Roja Tendirustiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin
Bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya pêşîgirtina li nexweşiyên cûrbecûr û pêşvebirina tenduristiya giştî ji bo hemî mirovan. Ronîkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên ku civakên li çaraliyê cîhanê pê re rû bi rû dimînin û destnîşankirina nexweşiyên berbelav. Xurtkirina hewldanên navneteweyî û herêmî ji bo bidestxistina pergalek tenduristiyê ya çêtir bi rêya têkiliya bi pisporên tenduristiyê re. Herwiha civakan di warên vegirtina tendirustiya gerdûnî, kontrolkirina nexweşiyan û şêwazên jiyana tendirust de werin destpêkirin, ev roj tê pîroz kirin.
GIrîngiya roja cîhanî li ser tendirustiya mirovan
Balkişandina li ser mijarên krîtîk, her sal mijarek taybet a tendirustiyê wek nexweşiyên dil, tendirustiya derûnî, an nexweşiyên vegirtî tê hilbijartin da ku balê bikişîne ser pirsgirêkên herî girîng ên wê demê. Divê civak xwe ji tiştên ku zerarê digihîne tendirustiya wî/wê biparêze. Armac ew e ku mirov hînî awayên parastina ji nexweşiyan bibin û girîngiya jiyaneke bi tendirust û parêzeke baş fêm bikin. Têkoşîna li dijî newekheviyê yek ji armancên sereke kêmkirina ferqa di navbera welatên dewlemend û xizan de ye, da ku xizmetên bijîşkî bi awayekî wekhev bigihêjin her kesî.
Nêzîkatiyên bijîşkan li ser kesên nexweş
Nêzîkatiya bijîşkan a li hember nexwaşan ne tenê peywirek pêşeyî ye, lê bingeha başbûna nexweş bi xwe ye. Ji bo têkiliyeke saxlem, dive bijîşk bi vî awayî tevbigere. Divê êş, fikir û rewşa derûnî ya nexweş fêm bike. Tevgera bijîşk li ser kesê ku nexweş dikeve gelekî girîng e dive bi zimanekî xweş bi wî/wê kesên nexweş re bi taybet kesê bi temen mezin re baş tevger bike.
Divê civak çawa xwe ji nexweşiyan biparêze ?
Gerek mirov xwe ji tiştên ku zerarê digihîne laş xwe biparêze. Dive parastina tendirustiya xwe ji xwarinên ku ji laş re zêde ne baş be nexwe û her tim derdora mirovan paqij be, ji ber ku tendirustî li ser civakê roleke mezin dilîze. Xwe ji çixareyê û vexwardeyên bi zerar dûr bixe.
Amûrên rêxistina tendirustiyê ya cîhanî
Amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo sala 2025`an nîşan didin ku li seranserê cîhanê bi qasî 20 milyon bûyerên nû yên penceşêrê û 9.7 milyon mirin çêbûne, û tê payîn ku heta sala 2050`an ev hejmar bigihêje 35 milyonî. Penceşêra pişikê nexweşiya herî kujer û gelemper e, û cixarekêşandin û faktorên hawîrdorê sedemên sereke dimînin.
Penceşêrên Herî Belav, Penceşêra pişikê, di cîhanê de hem di teşhîs (2.5 milyon bûyer) û hem jî di mirinan de pêşeng e (1.8 milyon bûyer). Penceşêra memikê, di nav jinan de herî zêde tê teşhîskirin. Penceşêrên din, Penceşêrên kolon û rektûmê, prostat û mîdeyê.
Pêşbîniyên Pêşerojê, tê payîn ku rêjeya penceşêrê heta sala 2050`an %77 zêde bibe, û li welatên kêm dahat û navîn zêdebûnek zûtir çêbibe. Faktorên Rîskê, Ji %40 zêdetir mirinên ji ber penceşêrê ji ber faktorên pêşîlêgirtinê yên wekî cixarekêşandin, xwarina nebaş û vexwarina alkolê ne. Penceşêr di Ciwanan de, rêjeya penceşêrê di nav kesên di bin 50 salî de di sê dehsalên borî de bi qasî %80 zêde bûye.
Rêjeyên Jiyan û Mirinê
Rêjeyên jiyanê li gorî celeb û qonaxa penceşêrê pir diguherin, û rêjeyên jiyanê ji bo penceşêrên wekî penceşêra pankreas û kezebê pir kêmtir in.Tesbîtkirina zû û dermankirinên nûjen rêjeyên saxmayînê, bi taybetî ji bo pençeşêra pêsîr û prostatê, baştir dikin.






