Navenda Nûçeyan
Wezîrê perwrdeyê yê Îranê Hisên Smaî diyar kir ku ji destpêka şerê li Îranê bi kêmanî 30 zanîngeh hatin hedefgirtin. Di nava êrişan de jî gelek cihên çandî û arkolojîk hatin bombebarankirin.
Ev zêdeyî mehekê li ser şerê li Îranê ku ji hêla Amerîkayê-Îsraîlê ve hatiye destpêkirin, derbas bûye. Dema ku êriş dest pê kir, di serî de binesaziya mûşekan û çekên giran yên Îranê hatin hedefgirtin. Armanca Amerîkayê-Îsraîl ya sereke ew bû ku hêza Îranê ya leşkerî û nûkleerî bişkîne, li gorî daxuyaniyên serokê Amerîkayê Dunlad Trump jî, heta astekê ev armanc pêk hat. Di heman demê rêveberiyên payebilind yên ku Îran bi rêve dibirin jî, hatin kuştin.
Pernesîbên exlaqî yên şer û pevçûnan
Bi bilindbûna asta êriş û hedefgirtinên li dijî Îranê, êrişên Amerîkayê û Îsraîlê gihaşt ku saziyên binesaziya sivîlan bi taybet yên perwerde û lêloklînan jî hedef bigre. Ev yek jî xeteriyeke mezin bi xwe re tîne ku berê vî şerê ber bi karîseteke mirovahî ya bê hempa dibe.
Yek ji pernesîbên bingehîn yên şer û pevçûnan, ew e ku nabe binesaziyên sivîl û hedefgirtina sivîlan di dema rûbirûna leşkerî de, bê kirin. Lewma hilweşîn û bombebarankirina bêserûber a binesaziyên cuda wekî binpêkirinek ji qanûnên pêvçûnên çekdarî û qanûna navdewletî yên mirovahî ye, ji ber ev yek karîseteke mezin û rasterast li ser niştecihan dike.
30 zanîngeh hatin bombebarankirin
Weîzrê zanistê yê Îranê Hisên Smaî Saraf eşkere kir ku ji dema êrişên Amerîkayê-Îsraîlê li ser Îranê ku di dawiya Sibatê de destpê kir, zêdetirî 30 zanîngeh bi awayekî rasterast, hatine bombebaran kirin. Di heman demê de televîzyona fermî ya Îranê diyar kir ku DYA û Îsraîlê êrişek li ser zanîngeha Şehîd Behşetî li bakurê Tehranê pêk anîn dema şopandin tê de dihat kirin, di encamê de zirarên mezin gihaşt binesaziya wê.
Hedefgirtina nêzî 160 xalên zanîngehê
Ji aliyên xwe ve Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zanist û Çandî ya UNESCO’yê li Îranê, xemgîniya xwe ji ber bombebarana zanîngeha Şehîd Beheştî anî ziman û destnîşan kir ku zanîngeh û fakulte herwiha mîrata çandî bêparastin mane.
Di heman demê de Sekretêrê Giştî yê Komîteya Niştimanî ya UNESCO’yê li Îranê Hesen Fertûsî wiha gotiye: “Nêzî 160 xal li zanîngehên Îranê hatin bombebaran kirin û hin fakulte bi temamî hatin hiliwşandin.”
Hesen Fertûsî ji televîzyona El-Erebî piştrast kir ku heta bi binesaziyên zanistî, perwerde û çandî li Îranê tên hedefgirtin di nav de jî mexberên ku dermanên bijişkî çêdikin.
Hedefgirtina cihên çandî li Îranê
Li gorî Hesen Fertûsî, raporên fermî nîşan didin ku zêdetirî 132 deverên arkeolojîk li Îranê hatine hedefgirtin, ku hin ji wan wekî deverên Mîrateya Çandî ya Cîhanê hatine tomar kirin, ku ev tê wateya hedefgirtina şaristaniya mirovahiyê, çand û dîroka Îslamî, Erebî û mirovahiyê ya li vê herêmê.
Sekreterê Giştî yê Komîteya Neteweyî ya UNESCO’yê li Îranê diyar kir ku “Qesra Golstanê” ku 220 sal berê hatiye avakirin, bû hedefa êrişan.
Li gorî Hesen Fartûsî, cihên ku dîroka wan vedigere serdema “Teymûrî”, ku temenê wê 600 salî ne li Esfehanê jî bûn hedef û zêdetirî 23 avahiyên çandî zirar dîtin.
Di dawê de Hesen Fertûsî destnîşan kir ku avahiya mîrateya çandî ya nêzîkî keleha “Felek el-Eflak” li Lorîstanê, êrîşên din li Kirmaşanê, li kompleksa geştiyariyê ya li Ehwazê li başûrê Îranê û li bendera “Sîraf” li Bûşehrê hatin hedefgirtin.






