Navenda Nûçeyan
Di hefteyên dawî de li Efxanistanê rêzekarîsetên xwezayî rû dan; di nav de lehiyên mezin, berfbarîna bêhempa û erdhejeke wêranker ku bi hev re bûn sedema ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, di heman demê de zirarên madî yên berfireh çêbûn.
Efxanistan, ku bi çiyayên mezin dorpêçkirî ye, rastî gelek karîsetên xwezayî tê, di nav de erdhej ku ya herî zêde zirarê dighîne mirovan û dibe sedema zirarên madî. Salane ji ber karîsetên xwezayî û erdhejê nêzî 560 kes jiyana xwe ji dest didin û bi qasî 80 milyon dolarî zirarên madî çêdikin.
Ziranên madî û mirovahî
Di hefteyên dawî de barîna zêde ya berf û baranê, bûn sedema çêbûna lehehiyên mezin û berfireh li seranserî Efxanistanê. Li gorî Desteya Niştimanî ya Karîsetan, ev bûyer bû sedema hilwişandina nêzî 3 hezar û 500 malan.
Di encama van lehiyên dawî de ku li Efxanistanê çêbûne 77 kesan jiyana xwe ji dest dan û 137 jî birîndar bûne, ev hejmar li gorî daneyên ku hikumetê raghandin e hatiye piştrast kirin.
Berdevkê hikûmeta Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd berê jî diyar kiribû ku lehiyan zirar gihandiye wêranbûna tevahî an qismî ya 2 hezar û 448 malan herwiha 26 hezar û 841 donim (nêzîkî 5 hezar û 370 hektar) zeviyên çandiniyê û mirina hezar û 45 serî ajal.
Li wîlayeta Zabilê, li gorî hin raporan berfeke ji nişka ve di buharê de bariya ye, ku bû sedema girtina rêyan û zirar gihandiye zeviyên çandiniyê. Hate nasîn ku kûrahiya berfê gihaşt nêzîkî 75 santîmetreyan, ku ji bo vê demsalê asteke bêhempa ye.
Di heman demê de li wîlayetên Xeznî û Werdekê berf di dema kulîlkvedana daran û mezinbûna berheman de bariya, wekî din barîneke balkêş li deverên çiyayî, di nav de herêma Salang jî hatiye.
Hewildanên sivikirina kirîzê
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Veguhestinê ya Efxanistanê ragihand ku ew hewl dide da ku berfê rake û rêyan veke, lê hin rêyên sereke heta roja Înê di dîroka 3’ê Nîsanê de girtî man, di nav wan de rêya Kabûl-Celal Ebad, rêya Dara Suf-Belex û rêya Salang.
Berdevkê Wezaretê Mihemed Eşref Heqşenas got ku girtina rêya Kabûl-Celal Ebadê li herêma Dogan Tangî ji ber şemitîna heriyê û ketina keviran a ji ber barana zêde, pêk hatiye.
Hikûmetê ragihand ku xebatên rizgarkirinê ji bo kesên ku di bin lehiyê de asê mane didomin, herwiha diyar kir ku wan karîbû du kesên li Zabilê asê mabûn xilas bikin. Rayedaran ji welatiyan xwestin ku çûn û hatina xwe sivik bikin û hişyarî dan li ser şert û mercên xeternak li hin deveran.
Nîşaneyên avhewayê
Efxanistan yek ji wan welatan e ku ji guherînên avhewayê yên herêmî bandor bûye, di demekê de ku pêla baran û berfê ya niha bi daneyên NY re hevdem e û nîşan didin ku zivistana welêt di dawiya Çileya borî de zivistana herî hişk û hişkesalî a 25 salên dawî bû. Bi kêmbûneke balkêş a barîna berfê di sala 2025-2026’an de.
Pisporên di warê avhewayê de dibînin ku barîna berfê di biharê de, nemaze li dewletên ku bi awayekî rêjeyî germ e, diyardeyek bê hempa ye ku bi guherînên ji nişka ve yên avhewayê ve girêdayî ye û dibe sedema fikarên gerdûnî
Erdhej krîzê aloztir dike
Li gorî Peymangeha Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê (USGS), erdhejeke bi şîddeta 5.8 pileyî li bakurê rojhilatê welêt, ku navenda wê nêzîkî wîlayeta Bedexşan bû, bi kûrahiya 186.4 kîlometreyan di 3’ê Nîsanê de çêbû.
Cîgerê berdevkê hikûmetê Hamdallah Fitret eşkere kir ku li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û çar kes jî birîndar bûn.
Peymangehê destnîşan kir ku navenda erdhejê 35 kîlometre ji başûrê Cermê li wîlayeta Bedexşan ye, lê belê erdhej li gelek deverên din yên Efxanistanê, tevî paytextê Kabûlê, hatiye hîskirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Efxanistanê Şerefat Zeman, di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê got, “Li navçeya Kosfendrî ya Kabûlê, heşt kesan ji malbatekê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Tenê zarokek ku temenê wî nêzîkî du salan e sax maye. Desteya Rêveberiya Karîsetên Neteweyî piştrast kir ku ew zarok birîndar bûye.
Li Efxanistanê gelek caran erdhej çêdibin, bi taybetî li rêzeçiyayên Hindukuş, nêzîkî xala ku sefîheyên tektonîk ên Orasiya û Hindistanê dighêjin hev.
Li gorî rayedaran, di Tebaxa 2025’an de erdhejeke bi şîdeta 6 pileyî li Kinar, Laxman û Nengerharê çêbû û di encamê de zêdetirî 2 hezar û 200 kes mirin û nêzîkî 4 hezar kes birîndar bûn. Herwiha di Mijdara 2025’an de, li bakurê welêt erdhejeke bi şîdeta 6.3 pileyî çêbû û herî kêm 27 kes mirin.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di Cotmeha 2023’an de, erdhejeke bi hêza 6.3 pileyî çêbû û li pişt wê rêzehejên bihêz li wîlayeta Heratê ya li rojavayê Efxanistanê çêbû, di encamê de zêdetirî hezar û 500 kesan jiyan xwe ji dest dan û zirar gihaşt zêdetirî 63 hezar malan. Ev erdhej a herî bihêz bû ku di Efxanistanê de ji zêdetirî 25 salan çêbû û nêzîkî 300 dibistan û navendên perwerdehiyê hatin hilwişandin.
Piştî vegera Talîbanê li ser desthilatê di sala 2021’an de, alîkariya navneteweyî ji bo Efxanistanê bi awayekî berbiçav kêm bû, ku ev yek jî kapasîteya welat a ku jixwe sînordar e ji bo rûbirûbûna karîsetan, zêdetir lawaz kir.






