Gulîstan Xalid
Birîna sedsalî ya prsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn, di her serdemeke nû de an bi çirûskek hêviyê an jî bi tarîtiyek hîn kûrtir derdikeve holê. Herî dawî banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo “aştî û civaka demokratîk” careke din deriyek hêviyê di vê çerxa dîrokî de vekir. Ev bang ji bo bêdengkirina çekan, nîqaşkirina siyasetê û avakirina pêşerojek hevpar ji bo gelan li ser bingehek demokratîk hate kirin. Lêbelê, berevajî bendewariyan, gavên ku Tirkiyeyê di bersiva vê bangê de heya niha avêtine ber bi aştiyê ve zêdetir, ber bi hişkbûn û aloziyê ve teşe girtiye.
Bangên aştiyê, li gorî xwezaya xwe dema ku bersiv dibîne bi wate dibe. Daxuyaniyên yekalî yên niyeta baş, heke bi gavên berbiçav ji aliyê din ve neyên piştgirîkirin, bi demê re bandora xwe winda dike û rê li ber nebaweriyê vedike. Kiryarên leşkerî û siyasî yên dawî yên Dewleta Tirk, di vê wateyê de, pirsa “aştî an şer?” hîn tûjtir kirine. Ji ber di demeke ku ji aliyê piştgirên banga Rêber Abdullah Ocalan ve hewl tê dayîn diyalog û zimanekî çareseriyê were danîn, li aliyê din operasyon, binçavkirin, zext û polîtîkayên hişk berdewam dikin.
Ev rewşa nakok ne tenê di navbera aktorên siyasî de, lê di heman demê de di navbera beşên berfireh ên civakê de jî tevliheviyê diafirîne. Gel, bi taybetî gelê Kurd ku bi salan e bedelê pevçûnê daye, niha zelaliyê dixwazin: Gelo çareseriyek rastîn tê armanckirin, an pêvajo tenê taktîkek mijûlkirinê yê derengxistinê ye?
Baş tê zanîn ku Tirkiye her tim polîtîkayên ewlehiyê ji bo xwe daye pêşiyê. Lêbelê, eşkere ye ku ev rêbaz di şert û mercên heyî de ne domdar e. Di serdemek ku hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bi lez diguhere û civak daxwaza bêtir gotin û mafan dikin, bi rêbazên kevin ne mimkûn e ku encamên nû werin bidestxistin. Demokratîkbûn ne tenê hilbijartinek e, di heman demê de pêdivîyek e jî.
Banga Rêber Apo wekî bîrxistina vê pêwîstiyê ye jî. Ew ne tenê daxwazek ji bo agirbest an rawestandina pevçûna ye; ew di heman demê de perspektîfek li ser pêkanîbûna peymanek civakî ya nû, hemwelatîbûna wekhev û jiyana hevbeş pêşkêş dike. Lêbelê, ji bo ku ev perspektîf pêk were, divê baweriya hevbeş were avakirin. Û bawerî tenê bi hevgirtina gotin û siyasetê ve dikare were bidestxistin.
Îro, Tirkiye bi du rêyan re rû bi rû ye: an dê bangên aştiyê bi ciddî bigire û gavên wêrek ber bi veguherîna demokratîk ve bavêje, an jî dê bi polîtîkayên heyî berdewam bike û çerxa pevçûnê kûrtir bike. Rêya yekem dijware lê çareseriyek mayînde pêşkêş dike, lê ya duyemîn, her çend dibe ku kontrola demkurt peyda bike jî, di demek dirêj de dê deriyê krîzên hîn mezintir veke.
Di encamê de, her gavek ku îro tê avêtin dîroka sibê dinivîse. Ger ev dîrok bi aştîyê were bîranîn ne bi şer, divê valahiya di navbera gotinan û kiryarê de were girtin. Wekî din, bangên ji bo aştiyê dê mehkûmî wê yekê bin ku tenê wekî notên niyeta baş di rûpelên dîrokê de bimînin.






