Can Yûsiv
Hunermend Leyla Agirî; Stêrka Efrînê ya ronak ku ji salan ve şeveqa wê melûl nabe. Ew hunermendeke ku di pêlpêlokên dengê xwe de, bangên çiya, germahiya kelepûr û rastiya xweparêziyê hildigire ye.
Jina kurd bi xwendina stran û mewalên folklorî û yên din dîroka xwe vedibêje, wekî rewşa jin û keçên Efrînê, ku bi dengên xwe dîrok û tekoşîna jina kurdî vedibêjin, di nav wan de jî, hunermend û dengbêja kurd, Leyla Agirî, ku bi dengê xwe yê xweş û zelal beşdarî vejîna kelepûra Kurdî a resen bûye
Hunermend Leyla Agirî, keça bajarê Efrîna birîndar, ew di himbêza xwezayê û di nav razên wê de û di nav zeviyên zeytûn û meywên tirî, li bin sîberên Tû û Hinaran de mezin bûye, ku xweza fêrkera wê ya yekemîn bû, û sura bayê yekemîn mamosteya wê ya awazê bû.
Hinêra wê li ser awazên dengên bilbil û şalûran vebû, ji pestînên pirpirîkên li ser rûçikên gulan, û ji xuşîna ava çemê Efrînê û xumxuma pêlên sûlavên Meydankê û ji qêrîna cobaran ku di nav geliyan re diherikin, wê ji wan strana xwe ya yekemîn vehûnand û ji wan çavkanîyan zanistên hunerê vexwart, dengê xwe di axa welatê de vekolî, da ku geş bibe di wijdana her kesê ku wê bibhîze, wek straneka ku qet navemire û hesreteka ku qet dawî nabe.
Leyla Agirî di 17ê Adarê 1979’an ji dayîk û bavek kurd (Arif û Fatîma), di gundê Badîna ya girêdayî navçeya Raco ya herêma Efrînê hatîye dinyayê, ew bajarê ku her dem hatiye nasîn wekî dergûşek bo folklora kurdî, wargehek bo huner, çand û nasnameya kurdî, û çavkaniyek ji bo hunerên gel û bîranînên wan ên zindî.
Ew di himbêza malbateke welatparêz de mezin bû, ku bawerî bi Kurdayetî yê kir wek rêgezeka jiyanê, û bi azadî yê wek nirxekî bêhempa.
Di kolanên gund de û di navbera zevî û buxçeyan de, ku xweza diaxive bi awazên giyanê, yekem nîşanên hişmendiya wê vekir, ji ba û xaka Efrînê bi ruhê xweparêziyê firşk bû, li wir, di bin bandora çîrokên gelêrî folklor, û pestînên dayîkan, stranên palevanan, tovê hunerê dest bi şînbûnê kir di kûrahiyên dilê wê de û di wijdana wê de awazek afirî ne mîna ya kesekî din bû.
Ew li ser nirxên rûmetê, hezkirina xakê û azadîya vegotinê perwerde bû, û ew bû tovê yekemîn ji bo rêwîtiya wê ya hunerî û mirovahiyê.
Ji wê jîngeha tije bi hesret û çîrok, dengê wê derket û nîşanên kesayetiya wê hatin avakirin, paşê ew bû yek ji dengên jinên kurd yên herî navdar, ew bû dengek ku ji bo çiya distirîne, ji bo bêrîkirinê disoje û bi hêvîyan geş dibe, wekî ku her tim stranek be ku li welatekî digere.
Meylên wê yên hunerî û hezkirina wê ya ji bo stranbêjî û mûzîka kurdî ji temenek piçûk dest pê kir, gava hêj wê heft sal derbas ne kirbû, nîşanên hinêra wê destpêkirin û dengê wê yê xweş û zelal diyar kir mîna bayekî hûnik ku ji çiyayên Kurdistanê dibare, dengek ku diherike dilên li derdorê xwe û mizgîneyek dide bi xwedêdana hunermendeka ku di pêlpêlokên dengê xwe de, bangên çiya, germahiya kelepûr û rastiya xweparêziyê hildigire.
Di germahiya hewesa xwe de ya gurbûyî de, di deha saliya xwe de, di sala 1989’ê, tevlî koma “Engîzek” dibe û heta sala1996’ê bi wê re berdewam dike , û bi rolên stranbêjiyê û şanogeriyê bi bawerîkî ji temenê xwe zêdetir û dadikeve li ser dikeyên şanoyê bi dilê zarokekî û bi rûhê hunermendekî.
Di wan salan de, ew bi koma Engîzek re li Helebê, Efrîn û gundewarên wê di geriya, ji bo vejînkirina konser û dewatên gelêrî, û dengê xwe terxan kirbû ji bo piştgiriya şoreş , şoreşgeran û tevgera rizgariya Kurdistanê.
Li wir, wê taybetmendiyên hebûna xwe ya yekem di bîrdanka temaşevanan de xêz kir û dengê xwe terxan kir wek hêviyek piçûk di demekî de ku gotin deriyek bû ji bo berxwedanê, û stranek bû ji bo parastina nasnameyê, piştra, ew di sala 1996’an de tevlî koma Agirî bû , jêhatîbûna xwe ya stranbêjiyê bêtir pêşxist û xurtkir û fêrî bingehên stranbêjî û muzîka kurdî bû, û bi dengê xwe yê xweş û zelal di nava koma
Agirî de dengda .
Bandorek kûr ya hunermendên Efrînê li ser avakirina hişmendiya wê ya hunerî hebû ,mîna (hunermend Ednan Dilbirîn, Bavê Selah, Umrî Cemlo, Elî Teço, … hwd.),herwiha gelek hewesên din jî yên wê hebûn ji bilî stran û muzîkê ,, ew berê beşdarî beşê dîlan , şano û tabloyên hunerî jî bibû , xewna wê ewe ku di fîlmên sinemayê de jî beşdar bibe.
Ji şanoyên û tabloyên hunerî yên herî navdar ku ew tê de beşdar bûye:
- Pîr û Kal
- DAIŞ
- Efrîn Yek
- Gur û Bez
- Sêvê
Hunermend Leyla Agirî di sala 1999’an de zewiciye, û ew dayika sê zaroka ye ( keçek û du kur).
Rêwîtiya wê bi koma Agirî re heta sala 2018’an domand, lê şert û mercên wê yên malbatî û berpirsiyartiya wê ji bo xwedîkirina zarokan hişte ku ji hunerê demekê dûr bibe.
Lê bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew bi hêz vegeriya qadên hunerî, wê di rêveberiya gelek komên hunerî yên kurdî de roleke girîng lîst, wek koma “Engîzek ”, koma “Agirî ” û koma “Berçem”, û di heman demê wê çavdêriya Navenda Çand û Hunera kantona Efrîn jî dikir.
Di wê qonaxê de, wê di nav komên hunerî û her weha bi awayek kesane jî stranên şoreşgerî û welatparêzî pêşkêş dikir, û di heman demê de di gelek karên hevpar ên bi hunermend û komên cûda yên Kurd re jî beşdar dibû, bi taybetî bi koma Agirî re , wê gurzek stranên şoreşgerî pêşkêş kir, mîna strana:
1- Her der bûye Serhildan
2- Roj roja me kurdaye
3- Kobanî Kobanî .
4- Newroz Roja Azadîye
5- Ezim Herîma Efrîn
6- Dehola Gurme Gurme.
Û di koma şehîd Berçem de jî beşdar bû strana ( Yekîtiya Star) .
Leyla Agirî bi beşdariya ahengên neteweyî û festîvalên muzîkî wê bi xwe re dengê Efrînê, bîra axê û nebeza nasnameyê hilgirtibûn , dengê wê mîna gulên Nîsanê li her derê Kurdistanê belav dibû.
Heta ku sala 2018’an hat, sala birîna vekirî, sala şikestina mezin û koçberiya xemgîn; gava ku leşkerên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bajarê Efrîn dagirkirin û xewna kurdî dibin zencîreyên tankan de kuştin, bi hezaran malbatên kurd ji kokên wan qutkirin, gelê wê bi darê zorê ji warên wan derxistin û mirov ji germiya malên wan derbiderkirin ber bi konên xurbetê û rêçikên nenas, Leyla û malbata xwe jî ji wan kesan bûn ku dagirkerîyê ji axa wan ew dûrkirin , wan li paş xwe hiştin war û bîranînên xwe, ew bi ruhekî birîndar,tijî ji xeyal û hesret û bêhêvîtî derketin, li panahiyekê digeriyan di dema tirsê de.
Ew bi zorê koçberbûn , di nav kampa û bajarên de derbas dibûn, Efrîn di dilên xwe de, di torikên bîranînê de hildigirtin, wan berê xwe da ser rêya nenasî yê , bûn koçber li welatên dûr, ji bajarekê ber bi bajarekê din derbas dibûn û ji kampekê bo kampa din, di dilên wan de hezar hesret, derd û kul, heya ku çavên wan ji rondika zuhabûn , û giyanên wan wek şemalan heliyan , êş û hesret û bêrîkirina wargehan hestiyên wan sojandin û dilên wan parçe kirin , her kêliyê bêrîkirina xaka bav û kalan û sîberên darên zeytûnan û germahiya bîranînan di dilên wan de gurr dibû.
Lê Leyla ne şikest ,ew ji bin kavilên wêranbûyî mîna straneka rikdar rabû, di dawiyê ew digel malbata xwe li bajarê Hewlêrê bicih bû ,li wir, di nav xemgînî û koçberiyê de, stêrka wê ji nû ve di ezmûnê Kurdistanê de ronahî da , di huner û stranbêjiyê pêşket, û geşbû di nav xemgîniyê de wek çiraxeke ku qet na vemire, û vedenga gewriya wê ya zêrîn di her derê welatê birîndar de bilind bû, bi xwe re hildigirt bû peyamên huner û berxwedanê, wê ji bo jiyanê û hêvîyê, ji bo Efrîn û koçberan û ji bo dilên ku hêj li benda vegerê ne stran digot, û bi dengekî hêzdar ji bo hemû cîhan digot:
“Em li vir in, tevî sirgûnê dimînin, pêdarin tevî êşê
Bêguman emê vegerin…Bo Efrînê.”
Dengê wê bû kiryareka berxwedanê, nebezeka dilên koçberan, û sozeka ku Kurd tucaran ji axê qut nabe , lê her carê ku ew hewl didin wî dûrbêxin, ew pêtir di axê de rayê xwe berdide .
Di tarîya koçberiyê de, Leyla bû dengê wan kesên bê deng , û şemaleka ku qet venamire di bîra Kurdistanê de, şevê mişextiyê ronî dike û ji her kesê ku hewl dide jiyana kurda bin pê bike re digot :
“Em hîn jî li vir in…
Dilên me ji bo Efrînê dijenin ,
Welat , em di dengê xwe de hildigirin,
di her awazekê de,
em rêya vegerê ava dikin.”
Leyla bi dehan stranên şoreşgerî û welatparêzî pêşkêş kir,
û beşdarî pîrozbahiyên neteweyî û cejnên Newrozan bû , dengê wê di her meydan û ahengê de derdiket pêş, şemala hêvî hildigirt û aleya nasnameyê bilind dikir.
Ew bû berteka êş û hêviyên civakê û neynika nebeza kolanê û ruhê şoreşê .
Ew bû dengê evîndaran ji bo welat, ji bo azadî û rastîyê , wê ji bo Kurdistan û şoreşê stran gotin , her weha ji bo evîn û nirxên pîroz, ji bo jin û azadî, , ji bo şehîdan û dozê.
Bi dengê xwe derbirîna xewna kurdî dikir, bi hemû hestên xwe yên pêdarî, rûmet û dilsoziya ji axê re..
Ji stranên wê ên taybet yên herî navdar:
1– Çemê Efrînê
2– Newroz
3– Sonda Gura
4– Sînemê
Bi van berhemên xwe, Leyla ne tenê hunermendeke ku stranên dixwîne , lê ew bû dengê dozê , parêzvanê bîra gelê xwe , bi peyv û awazên xwe wêneyê neteweyekê ku naşike, û dengê xakeka ku qet namire afirand, ew bi dengê xwe re diçe wekî kesê ku di şevên tarî de çiraxekî pêbêxe, û ji her kesê ku lê guhdarî dikê re dibêje:
“Em li vir in,
Dengê me bêdeng namîne,
Stranên me dê qet ji bîr nebin. ”
Hunermend Leyla ew bi tecrubeya duetan û komanî ya stranbêjiyê rabû, bi gelek navên ronak ên li qada kurdî re stran gotin, wek( Saîd Bîrhat, Sîpan Efrînî, Bengîn Efrînî, Xunav, Şehrîban û yên din) , bi baweriya wê, dema ku stran bi dengek komeleyî tê xwendin, ew ji awazekî takekesî vediguhêre ruhek komeleyî, û ji yek dengekî didibe vedenga neteweyek tevahî.
Hunermend, Leyla, gelek bawernameyên rêzgirtin û afrîneriyê ji saziyên hunerî û çandî werdigirtin, rêzdarî ji bo kariyera wê ya stranbêjî ya tije ji dayînê, û dengê wê, yê ku dilsoz mayî ji nasname û wijdanê re, wê bala gelek kanal û rojnameyên Kurdî kişande ser xwe wekî (Ronahî, Rûdaw, Rojava û yên din ..), Ku gelek hevdîtin bi wê re çêkirin, û tecrubeya wê ya stranbêjiyê û peyama wê ya hunerî ronîkirîn.
Her weha rojname û kovarên edebî û hunerî jî li ser wê nivîsandin, mîna( Evro û Ronahî) ku dengê wê yê germ û şêwazê wê ku hevbexşiyê dike di navbera kovan
hêzê de û derbirîna kûrahiya dilê mirovê kurd û hesretbûna wî ji bo azadî nîşan dide.
Daxwazên min ji bo hunermenda hêja Layla Agirî , serkeftin û afrînerîyek zêdetir.






