Lîloz Hisên/Qamişlo
Şêniyên Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêka kortên di nava rêyên serke de bang li şaredariyê kirin. Endamê Beşa Lêkolînan ya Şaredariya Qamişlo Hesen Hisên diyar kir ku şardariyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dest bi kar kir û got, “Ji ber şert û mercên avhewayê xebatên me têne rawestandin.”
Kortên ku di nava kolanan û li ser rêyên sereke ji pirsgirêkên herî sereke ne di bajarê Qamişlo de, nemaze ji ber barîna zêde ya baranê di dema dawî de hişt ku ev korta zêde bibin, di encamê de şêniyên bajarê Qamişlo wekî însyatîfên kesayetî van kortan bi axê digrin lê ev yek têrê nake di heman demê de bang li şaredariyê dikin ku destwerdanê bike û çareseriyke demkî ji pirsgirêkê re deyne.
Zirarên kortan
Gilî û gazinên şêniyan bi taybet yên ajokaran li bajarê Qamişlo ji ber rewşa xirabûna rêyên sereke zêde dibin. Li kolanên sereke û yên alî kortên pir zêde hene, ev yek dibin sedema xirabûna wesayîtan û zehmetiyên rojane yên şêniyan girantir dikin.
Pirsgirêk di demên dawî mezin de bûye ji ber barana zêde a ku kortal bi avê tijî kiriye û hiştiye ku kortal kurtir bibin, di encamê de zirarên mezin gihaştiye li wesayîtên gel, di nav de xirabûna dûlaban û beşên mîkanîkî.
Ji ber nebûna çareseriyên tavilê, şêniyan hewl didin ku kortalan bi kevir û axê tijî bikin. Lêbelê, ev çareseriyên demkî zû têk diçin ji ber ku baran û trafîka giran berdewam dikin, di encamê de pirsgirêk hîn xirabtir dikin.
Sedemên xirabûna rêyan li Qamişlo

Di vê çarçoveyê de, Şaredariya Gel diyar kir ku gelek rêyên bajêr kevn in û pêdivî bi nûjenkirineke berfireh heye, di nav de rakirina qatên ziftê yên kevn berî ku projeyên nû yên nûjenkirinê werin bicîhanîn. Herwiha bal hat kişand ser zehmetiyên din, di nav de kalîteya nebaş a madeyên ku di salên dawî de hatin bikar anîn, lewma şaredarî niha tenê madeyên xwecihî rêyan çêdikin.
Şaredariyê zêde kir ku berî ew dest bi ziftkirina kolanan dikin agahiyan didin şêniyan da ku kanalîzasyonên xwe çêbikin û çend mehan li hêviya milet dimînin, lê belê dîsa jî zehmetî li hember şaredariyê derdikeve, ji ber ku piştî ziftkirinê şênî ji bo xetên xwe yên av û kanalîzasyonê rêyan dikolin. Bi vî awayî zifit xerab dibe û kortikên bê serûber çêdibin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê çareseriyên demkî
Di vê derbarê de Endamê Beşa Lêkolînan ya Şaredariya Qamişlo Hesen Hisên ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku wekî çareseriyeke demkî ji bo pînekirina kortalan hin tedbîrên tavilê hatin girtin û wiha anî ziman: “Ev tedbîr çareseriyek demkî ye, ne çareseriyek daîmî ye, heta ku xebata çêkirina rê û tamîrkirina rêyan wekî beşek ji plana pêşerojê ya sala 2026‘an dest pê bike. Em hewldanên berdewam ên tîmên xwe yên teknîkî ji bo şopandina rewşa rêyan û xebata li ser baştirkirina binesaziyê ji bo xizmetkirina xelkê bajarê me piştrast dikin.”
Hesen Hisên wiha gotina xwe qedan: “Ji berî çend rojan ve me dest bi pînekirina kolanên serke kiriye, ji çerxerêya nêzî navedna Mihemed Şêxo destpê kir û heya çerxerêya Şehîdan ya nêzî bazara Qamişlo. Pê re em dakevin kolanên din, lê niha em li bendê ne ku rewşa avhewayê baş bibe da ku em dest bi xebatan bikin, ji ber ku bi sedema barîna baranê kar û xebatên me tên rawestandin. Pînekirina rêyan wê ji hêla du aliyan bê kirin, yek ji hêla me wekî Şaredariya Qamişlo di riya kampaniyan û ya din jî di riya Avahîsazan wê pêk were. Ev tebîr wê demkî bin ji bo bersivdayîna gilî û gaziên milet bi taybet yên ajokaran e. Êdî bi destpêkirina projeyên sala 2026’an em ê hewil bidin van pirsgirêkan bi awayekî daîm çareser bikin.”
Hêviyên başkirina rastiya xizmetguzariyê
Şêniyên bajarê Qamişlo hêvî dikin ku ev tedbîr dê bibin alîkar ku zirara rojane kêm bibe, di heman demê de li benda çareseriyên daîm in ku aliyên peymwendîdar hewil bidin ku rêyan û binesaziyê sererast bikin di heman demê de rewşa xizmetguzariyan li bajêr baştir bikin.






