Solîn Mihemed/ Qamişlo
Ajokarên bajarê Qamişlo ji ber kêmbûna sotemeniyê astengiyan dibînin. Hevserokê Desteya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê Izedîn Ferhan jî diyar kir tu guhertin di buhayê sotemeniyê de tune ye û ew hewil didin pirsgirêka kêmbûna sotemeniyê çareser bikin.
Ji ber geşedanên leşkerî û siyasî yên dawî li ser sînor û rêyên sereke, veguhastina sotemeniyê di navbera bajaran de bi zehmetî pêk tê. Di vê dema dawî de mazot û benzîn kêm bûye û milet ji ber wê gazinan dike.
‘Ev demek e mazot û benzîn kêm bûye’

Yek ji ajokerên erebeyên servîsan yê bi navê Ismayîl Mehmûd anî ziman ku ev demeke mazot û benzîn li bajarê Qamişlo kêm bûye, ji ber wê ew astengiyan dibînin û wiha got: ” Piştî cejina Remezanê mazot û benzîn bi awayekî berbiçav kêm bûye, ji ber wê em wekî ajokerên servîsan karê me heta astekê kêm bûye. Em bi rojan li ser banzînxaneyan dimînin da ku em mazotê wergirin, ji ber wê jî em nikarin kar bikin. Mazot li derveyî kaziyan jî tê firotin lê buhayê wê pir zêde ye, ji ber wê em nikarin bikirin.”
‘Ji ber kêmbûna mazot û benzînê wê karê me were rawestandin’
Ismayîl Mehmûd da diyarkirin ku eger kêmbûna sûtemeniyê dewam bike wê karê wan were rawestandin û axaftina xwe wiha qedand: “Eger rewş wiha dewam bike û mazot kêm bimîne, wê karê me were rawestandin. Ev du roj in ez li ser dora mazotê me, min tu kar nekiriye. Rewşa me wiha zehmet dibe. Em bang aliyên têkildar dikin ku çareseriyêkê lezgîn ji vê kirêzê re peyda bikin.”

Di derbarê mijarê de hevserokê Desteya Sûtemeniyê yê kantona Cizîrê Izedîn Ferhan ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Ji ber rewşa dawî ya herêmê û êrişan, qerebalix li ser mazot û benzînê çêbû. Niha em her karmendekî sotemeniya jê re pêwist em didinê. Ji xwe buhaya mazot û benzînê nehatiye guhertin wek bûhaya xwe ya berê tê firoştin. Niha hinekî ji ber nezêdebûna sotemeniyê zehme li ser Kaziayan çêdibe. Milet di nava xwe de dibêjin wê sotemenî buha bibe lê ev tişt neraste. Niha jî me daxwaza sotemenî û benzînê kiriye. Hinek kes sotemeniyê vedişêrin da ku bi bihayên giran di bazara reş de bifroşin, ev jî qeyranê kûrtir dike. Di heman demê de jî kesên li ser matorên Elektirîkê disekinin aloziyan ji sotemeniyê derdixin da ku zêde elektirîkê nedin welatiyan. Ji ber van rewşan alozî dirdikevin holê. ”
Izedîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser belavkirina sotemeniyên û wiha got: “Li gor pêdiviyên sotemeniyê em lîsteyê hildidin û li gor wê sotemenî li ser banzçnxaneyan tê belavkirin. Piştire li atombêlan belav dikin. Lê niha ji ber sotemenî kême li ser kaziyan zehme çêdibe. Ji xwe ji bo atombêlên di veguhestina hundirîn de ji wan re 90 litreya mazot derdikeve. Herwiha benzîn ji bo seravîsan di heftiyê de 75 litre ji wan re derdikeve. Li firneyan jî li gor seatên kar em mazotê didin wan. Ji bo matorên elektirîkê em mazotê bi buhaya 25 litreyê Sûrî û bi awayekî hejmarî li gor awayê matoran em belav dikin.”






