Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Diyardeya kuştina mirovan di civaka Sûriye de zêdetir dibe

08/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Ji çaxa ketina rêjîma Baasê û heta roja îro em dibînin ku di nava civakên Sûriye de diyardeya kuştina mirovan û tolhildana ji hev du gelekî zêde bûye, taybet di bin sedemên rûmeta hev du talankirin, dizî, tewanbarî û hwd de mirov tên kuştin, binçavkirin û windakirin, ev yek bi serê xwe şerekî veşartî ya di nava civakê de tê meşandin, di heman demê de rewşa beredayî, valahî û bêewlehiya ku Sûriye di serdema sîstema nû ya Şamê de jiyan dike di astên xwe yên herî bilind de ye. ev kiryar jî hemû di bin navên ku şane û bermahiyên rêjîma Baasê dikin de tên rewakirin û ji dadgehkirinê bêpar dimîne. Ji bilî komkujiyên ku hatine serê gelê Elewî û Durzî, rojane mirov di bin sedemên ne diyar de rastî kuştin û binçavkirinê tên, di heman demê de bi dehan jinên Elewiyan jî rastî îşkence û tecawiza bi darê zorê hatine, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî tenê di sala 2025an de li Siwêdayê 1700 kes rastî kuştinê hatin ku piraniya wan jî ji gelê Elewî û Durzî ne, her wiha nêzî 155 hezar kes ji cihê xwe koçber bûn û ji kuştinê reviyan, ji roja ku ev bûyer li Perava Sûriye û Siwêdayê qewimî û heya roja îro ev sînaryo li deverên Sûriye her tim dubare dibin û zêde dibin, di heman demê de çi kesên ku van sûcan di derheqê civaka Sûriye de dikin heta niha jî serbest in û bê dadgeh tevdigerin. Li aliyê din weke her car hikûmeta Şamê behsa pêketina bermahiyên rêjîmê dike, binçavkirin zêde dibin, komên bi ser hikûmetê ve binpêkirinên herî mezin di derheqê xelkê de pêk tînin, wisa lê hatiye ku gelê Sûriye di nava daristaneke bê pîvan û zagon de tevdigere, ev rewş hem aramiya civakê têk dibe, hem jî rê nade ku penaberên Sûriye bi rihetî vegerin ser axa xwe, ya rast divê di serî de rêz ji hemû etnîk, ol, rêgez û rengên civakên di Sûriye de bi awayekî durist were kirin, di van demên dawiyê de taybet ji bo kurdan hinek giştîname derketin, erênî bûn, lê ji bo dabînkirina mafên giştî yên kurdan û pêkhateyan ne têrker in, heta niha behsa hembêzkirina hemû civakên Sûriye di nava destûra nû de nehatiye kirin, ger tê kirin jî, lê li ser rûyê erdê tu guhertin pêk nayên, diviya bû ji destpêkê de şerê pêkhateyan nehatiba kirin û ev sorkirina li dijî wan bihata sînordarkirin, lê heta roja îro jî çawa li dijî Durzî û elewîyan kirin, li dijî kurdan jî, li Efrîn, Serê kaniyê û Helebê tê pêkanîn. Heta çaxa ku vegera koçberan li Efrînê jî pêk tê, em dibînin hinek erebên hawirde dev diavêjin wan û gotinên ne layîq dibêjin, ev feraseta dijminahiyê heta ku neyê sînordarkirin û rawestandin, wê xeteriya şerê navxweyî her tim bidome, divê di serî de parastina mafên mirov ên jiyankirin û hemwelatîbûnê bi awayekî tekûz were misogerkirin, heta ku karibin di Sûriyeya nû de aram jiyan bikin. Ev yek jî bi xurtkirina ewlehiyê û hevgirtina gelê Sûriye pêk tê, nexasim divê ev rewşên kuştin û revandina mirovan ku di bin navên cuda de tên meşandin bi awayekî yasayî werin sînordarkirin, sorkirina gelan li dijî hev du nakeve berjewendiya civaka Sûriye, berovajî wê her ku diçe kirîz û qeyran firehtir dibin û hêzên dagirker dikarin bi rihetî destwerdanê bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.