Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Malbatên dîlgirtiyan: Em zarokên xwe dixwazin

08/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Malbatên dîlgirtiyan: Em zarokên xwe dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Malbatên dîlgirtiyan diyar kirin ku zarokên wan jib o parastina gelê xwe û di ber welatê xwe de hatine dîlgirtin û wiha gotin: “Em daxwaza berdana zarok, bira û hevalên xwe dikin.”

Dîlgirtiyên QSD’ê ku di şerê di navebera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de hatine girtin, zêdetirî sê mehane ev dîlgirtî di zindana hikumeta demkî de ne. Piraniya dîlgirtiyan li Dêr Hafir, Reqa, Tebqa, Dêrezor û Helebê hatine girtin. Heya niha jî gelek malbat çarenûsa zarokên xwe nizanin.

Di 29’ê Çileya 2026’an de hevpeymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de hate îmzekirin. Yek ji xalên sereke ya vê peymanê berdena dîlgirtiyan di navbera herdu aliyan de bû. Li gorî vê û di çarçoveya pêkanîna vê lihevkirinê de zêdetirî 500 dîlgirtiyên QSD’ê ji aliyê hikumeta demkî ve hatin berden. Li beramberî wê jî QSD‘ê dîlgirtiyên hikumeta demkî berdam. Li gorî vê jî hîn di zindana hikumeta demkî de zêdetirî 600 dîlgirtiyên QSD’ê hene ku çarenûsa wan ne diyare. Hikumeta demkî ji bo berdewamkirina benda berdana dîlgirtiyên dîtir gavên piratîkê navêje û berdana dîlgirtiyan paş dixe.

Bi sedan ji malbetên dîlgirtiyan çarenûsa zarokên xwe nasnakin û li benda agahiyeke ji wane. Dayîk, bav, hevjîn, zarok û hevalên dîlgiritiyan her roj di kolanena û dengê daxwaza zarokên xwe bilind dikin. Ev sê mehin malbetên dîlgirityan di nava êş û daxwaza zarokên xwe de jiyan dikin.

Di vê çarçoveyê de malbatên dîlgirtiyan û dîlgirtiyên ku hatiye berdan ji Rojnameya me re axivîn.

 ‘Kurê min ji bo gel û welatê xwe hat dîlgirtin’

Dayîka dîlgirtiyekî ya bi navê Behiya Elî diyar kir ku kurê wê li Dêr Hafir hatiye dîlgirtin û wiha got: “Navê kurê min Ehmed Mihemd Elî ye, kurê min li Dêr Hafir kar dikir, ji 17’ Çile de telîfona kurê miin hate girtin û me tu agahî derbarê wî de nebhîstin. Tenê em dizanin ku ew li cem hikumeta demkî dîl e. Ez kurê xwe dixwazim, lawê min ji bo gel û welatê xwe hat dîlgirtin. Ez dayîka şehîdekî me, ev kurê min tenê maye ew jî hate dîlgirtin. Em ê her roj derkevin kolanan û daxwaza dîlgirtiyên xwe bikin, em ranawestin heya hemû dîlgirtiyên me bên berden. Banga min ji hemû kesên têkildar re ku xwedî li van dîlgirtiyan derkevin, em nema karin dilê me dişewite.”

‘Ez birayê xwe dixwazin’

Xwişka dîlgirtiyekî ya bi navê Sîdra Ehmed destnîşan kir ku ew cihê birayê xwe nizane û wiha pê de çû: “Navê birayê min Zagroz Qamişlo ye, li Dêr Hafirê hate girtin, ev zêdetirî sê mehana agahiyê me ji birayê min tune ye. Dayîk û bavê min bi şev û roj di nava agir de jiyan dikin. Kezebê hemû malbatên dîlgirtiyan tê şewtandin, ne remezan, cejin û Newroz ji bo me kêfxweşî bû ji ber ku birayê min ji me dûre. Ez birayê xwe û hevalên wî dixwazim bese êdî bese bila van esîran berdin. Ev çend caran dibêjin wê esîr werin berdan, lê hertim tê paşxistin. Em banga li dikin ku dosya dîlgirtiyan neyê paşxisitin.”

‘Di zindanê de bi me re digotin bi kurdî neaxivin’

Dîlgirtiyê ku hatiye berdan ya bi navê Beşar Îbrahîm da zanîn ku ew li Dêr Hafirê hate girtin û wiha domand: “Ez di meh û sê rojan di zindana hikumeta demkî a li Helebê de mam. Di zindanê de êşkence û lêdan hebû ji ber ku em Kurd in, ji me re dihat gotin ku bi kurdê neaxivin. Zêdetirî 500 havlên me di zindanê de ne. Hevalên min gelek name bi me re şandin ku em bi fermandarê xwe gihînin. Ez 19’ê meha Adarê ji zindana hikumeta demkî derketim. Ez dixwazim ku hemû hevalên me werin berdan ji ber ku di zindanê de êşkenca gelek girane, dive hemû dîlgirtî bi awayekî lezgîn ji zindanên hikumeta demkî werin berdan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.