Stêrk Mihemed/Kobanê
Rojnemevan Hêvîdar Heranî diyar kir ku dorpêça li ser Kobanê aloziyên mezin derxistin û wiha got: “Gelê Kobanê dixwaze bi xwaseriya xwe jiyan bike û mudexeleyên ji derve qebûl nake.”
Bi êrişa hikumete demkî li ser Dêr Hafir, Reqa, Tebqa û hwd re di 18 çileyê Kobanê ji aliyê hikumeta demkî ve bi temamî hate dorpêçkirin, bi dorpêçkirina Kobanê re rewşa jiyanî û ewlehiyê kete nava metirsiyê. Gelek gundên Kurdan yên li Kobanê rastî êrişê hatin û de encamê de sivîl birîndar û Şehîd bûn. Sûtemenî, pêdiviyên jiyanê û ya zarokan li kobanê qût bûn û hikumeta demkî ya Sûriyê rê li pêşiya pêdiviyên sereke ya sivîlan venedikir. Herwiha ji ber serdestkirina Bendava Tişrînî û Pira Qereqozaqê ji aliyê hikumeta demkî ve elektirîk, intirnêt û av bi temamî li ser gelê Kobanê hate qûtkirin. Rewşa jiyanê li Kobanê xereb bû ji ber sermanya zêde û nebûna mazotê zêdetirî 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha ji ber ketina hikumeta demkî ji gundên Kurdan re gelek kes ji mal û gundê xwe koçber bûn û derbasî navebda bajarê Kobanê bûm. Di heman demê de koçberên ku di dibistana de diman bi zehmetî û aloziyan re rû bi rû man.
Li gorî hemû êrişan, dorpêçkirinê û kêmbûna pêdiviyên jiyanê gelê Kobanê li hember hemû zehmetiyan berxwedaniyek ku wê care duyemîn di dîroka têkoşîna gelê Kobanê li hember êrişan were nivîsandin. Gelê Kobanê bi sekin û îradeya xwe ya xort dîrok dubare kir, di 2014’an de gelê Kobanê li hember DAIŞ’ê têkoşîna jiyan û mirina zihniyeta DAIŞ’ê da meşandin. DI 2014’an de şervanên YPJ û YPG’ê di heman demê de gelê Kobanê li hember hêza herî xeter di cîhanê de şer kir, liberxwedan û DAIŞ di kobanê de têk birin niha jî careke din gelê Kobanê û şervanên QSD’ê bi berxwedanî û îradeya xwe ya xort çeteyên hikumeta demkî bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker têk birin.
Di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriya Demokatîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de peymanek hate îmzekirin, gelek bend di vê peymanê de hatin erêkirin yek jî wan bendan bidawîkirina dorpêçê li ser Kobanê bû. Lê belê, li gorî lihevkirinê jî dorpêç li ser kobanê nahat rakirin û rê li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî nehatin vekirin. Gelê Kobanê ji 18’ê Çileya ve heya vê kêliyê di nava dorpêçê de ne. Çiqas ku were gotin lihevkirin hatiye îmzekirin jî, lê dîsa gelê Kobanê nikare bi awayekî azad tevbigere û hemû pêdiviyên xwe bînin. Mînaka herî ber bi çav û zindî di 2’ê Nîsanê de dema ku şaredarî, gel û Rojnemevanên Kobanê derbasî gundê Çelebiyê bibin da ku paqij bikin û Rojnemevan karê xwe bikin rastî êriş û neqebûlkirinê ji aliyê hikumeta demkî ve hatin, gule di ser serê gel re avêtin û hewaldan ku teknîkên Rojnemevan ji destê wen bigirin da ku vê rastiyê û êrişî ji raya giştî re pêşkêş nekin.
Di wê demê de hate xuyakirin ku hikumeta demkî rasterast li hember vê lihevkirinê tevnagere. Herwiha hate xuyakirin ku zihniyeta hikumeta demkî a Sûriyê li beramberî Kurdan nehatiye guhertin. Ji ber vê yekê heya niha bi awayekî ku dilê gel rihet bike çarenûsa Kobanê diyar nebûye.
Di vê çarçoveyê de Rojnemevan Hêvîdar Heranî ji Rojnameya me re axivî.

‘Êrişan jiyana sivîlan zehmet kir’
Hêvîdar Heranî destnîşan kir ku dorpêç li ser Kobanê aloziyên mezin avakirin û wiha got: “Bi destpê kirina êrişên hikumeta demkî li ser tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji Dêr Hafir ber bi Tebqa, Reqa, An îsa û Sirînê re ji 18’ê Çilêyê ve bi temamî bajarê Kobanê kete nava dorpêçeke giran ji wê roja heya roja me ya îro gelek caran alîkarî ji Heyva Sor a Kurdî, xaça spî ji bo dermanan û hwd derbas bûn. Bi vê derpêçê ji koçberên ku ji gundên re ji ber êrişên hikumeta demkî derketine û di dibistana de cihê xwe girtine gelek zehmet bû. Êrişan jiyana sivîlan zehmet kir. Hin koçberên ji navçeya Çeleniyê derbas bûn, lê piştî tevilheviya dawî ya li gundê Çelebiyê bi temamî koçber venegerîne. Bi ketina koçberan ji dibistanan re bi temamî dibistan bajarê Kobanê û gundewarên wê hatin rawestandin. Cûreyên dermanan gelek kêmbûn û di peydakirina wan de gelek zehmetî hebûn. Nexweşxaneyên ku bi riya sûtemeniyê xebat dikirin, bi zehmetiyan re rû bi rû man. Xeterî li ser kesên bi nexwaşê şekir zêde bû ji ber ku dermanê ensûlîn bi temamî qût bû. Ji ber dorpêçê kobanê bê mazot ma, bi taybet di demsala zivistanê gelek sar bû zarok ji ber sermanyê bi nexwaşiyan re rû bi rû diman. Gelek koçber cih tunebûm ku lê bi cih bibib, ji ber vê yekê di erebeyan de diman.
‘Hêzên hikumeta Şamê êrişî gel kirin’
Rojnemevan Hêvîdar Heranî axafrina xwe wiha qedand: “Di 31’ Adarê de şaredariya navçeya çelebiyê piştî êrişan dest bi xebatê kir. Di heman demê de şaredariya bajarê Kobanê xwast ku derbasî gundê Çelebiyê bibe û paqijiyê bikin. Herwiha piştî wê di 2’ê Nîsane de careke din şaredariya Kobanê serlêdana Çelebiyê kir ku dîsa careke din şaredariya çelebiyê bikeve xizmeta gel, lê hêzên hikumeta Şamê êrişî gel kirin û rê li pêşiya raghandinê venekirin ku dengê rastiyê derxînin û bixebitin. Bi lêdan, êşkence û berdan guleyan da ku nehêlibin gel derbasî navçeyê bi xwe bibe. Lê li beramberî wê gel tekez kir ku çiqas zehmetiyan bibînin ewê bixwe şaredariya bi dest xwe avabikin ku ji gelê Çelebiyê be û li gorî hilbijartinan were erkdar kirin, lê hikumeta Sûriyê vê yekê diyar dike ku ne li gorî xwasteka gel, lê belê li gorî xwe kesan erkdar dike gelê Kobanê jî ev yek qebûl nekir. Heya niha jî ev pirsgirêk tê jiyankirin gelê Kobanê bi xwaseriya xwe dixwaze jiyanbike mudexeleyên ji derve qebûlnake.”






