Dilyar Cizîrî
Ev demeke mijara Entegrasyonê bi xurtî di rojevê de ye. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdulah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de hate kirin, destpê kir. Piştî êrişa dewleta Tirk, çeteyên wê û hikûmeta HTŞ’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna peymanên di bin agir de di navbera wan QSD’ê û Rêveberiya Xweser de ev mijar hîn zêdetir bûye mijara nîqaşê.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk entegrasyonê ji bo çar aliyên Kurdistanê pênase dike. Ev tê wateya çareserkirina mezintirîn aloziya li Rojhilata Navîn e. Ji bo entegrasyona rast pêk were, bar ne tenê li ser gelê kurd e. Di heman demê de ji dewletên xaka Kurdistanê dagirkirine di nava xwe de guhertinan çêbikin. Di Rojavayê Kurdistanê de em dinerin rayedarên Hikûmeta Demkî di daxuyanî û nerînên xwe yên derbarê entgrasyonê de wekî helandin, pênase dikin. Ji daxuyaniyên wan mirov hîs dike, ew entegrasyonê wekî teslîmbûn fam kiriye.
Ji ber dosya Sûriyê û hikûmeta wê bi xurtî bi destê dewleta Tirk tê bi rêve birin, gelek tiştên rayedarên hikûmeta demkî bêyî fam bikin, tê de gavan davêjin. Istixbarata Tirkiyê ji wan dixwaze ew jî pêk tînin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî Tevgera Azadiyê li pey hev gava davêjin û xwe ji bo entegrasyona demokratîk amade dikin.
Lê dewleta Tirk heta niha di mijara gavavêtinê de cesaret nekiriye bi cidiyet bimeşe. Tişta tê kirin, dem bi destxistine. Tişta xuya dike dewlet di mijara gavavêtinê de li benda şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê ye. Ev dê çawa bandorê li guhertinên nû yên di herêmê de bike, wê çi ji bo dewleta Tirk bide guhertin. Tirsa rayedarên Tirk di vê derbarê de çêbûye. Îcar di aliyekî de dixwazin xwe biparêzin, berê xwe didin mijara entegrasyonê û pirojeya Rêber Abdulah Ocalan, li aliyê din jî nikarin ji hişmendiya xwe ya nîjadperest xilas bibin.
Ji bo em mijarê baştir diyar bikin, pêwiste em li nirxandinên Rêber Abdulah Ocalan ên li ser entegrasyonê vegerin. Rêber APO di pênaseyê de dibêje nabe entegrasyon gelekî ji taybetmendiyên wî dûr bixe, Tu welat bi yek netewe, yek ziman û yek nasnameyê nayê avakirin û dibêje Ne dewlet, rêxistinbûna civaka demokratîk di pêşiyê de ye. Entegrasyona Demokratîk nayê wateya pişavtin, berûvajî wê parastina nasnameya gelan, hevjiyana azad û wekheve.
Bi nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan pênaseya entegrasyona demokratîk zelal û diyar in. Bi riya wê dikare rê ji çareserî, demokrasî û wekheviya li Kurdistanê û tevahî welatên Rojhilata Navîn re peyda bike.
Lê heta niha dewleta Tirk û hemû partiyên wan di hişmendiya xwe de entegrasyon nas ne kirine. Ji ber wê û ji ber destê wan ji desthilatdariya wan a sedsalê nabe, nikarin gavan bavêjin. Nikarin zagonan derbixin û rê ji aştî û demokrasiyê re vebikin. Ev di heman demê de ji bo Sûriyê jî derbasdare. Ew entegrasyona li vir jî asteng dikin.
Îcar heger dewleta Tirk û hikûmeta demkî ya Sûriyê di mijara entegrasyonê û pênaseya wê de bi cidiyet gav ne avêtin, dê zirareke mezin di serî de li xwe û li tevahî herêmê bikin. Entegrasyona Demokratîk di vê demê de ji bo herêmê tekane derman û çareseriye.






