Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NATO ji damezrandinê heya gefên hilweşîna wê…

08/04/2026
in POLÎTÎKA
A A
NATO ji damezrandinê heya gefên hilweşîna wê…
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Temenê Hevpeymana Atlantîk ya Bakur (NATO) 77 sal in, ew hevgirtina siyasî-leşkerî ya 32 dewletên cîhanî ye. Piştî 77 salan di dema heyî de ku ji ber şerê Amerîka-Israîl li ser Îranê û nebeşdarbûna NATO di şerê li dijî Îranê, Amerîka gefê li NATO’yê dixwe ku xwe vekişîne û di derencamê de were hilweşandin.

Serokê Neteweyên Yekbûyê yê Amerîkayê Donald Trump gef li NATO’ê xwar ku ew ê ji vê hevgirtina navnetewî xwe vekişîne, sedem jî ew bû ku endamên NATO’yê yên Ewropî qebûl nekirin ku keştiyên şer herin Kendava Hurmizê û wê kendavê vekin, di nava gefên Trump de gelek rexneyên tund hatin nîşandan ji bo NATO’yê. Trump demeke dirêj NATO bi tundî rexne kir. Di sala 2020’an de, di dema serokatiya xwe ya yekem de, şêwirmendê hiqûqî yê Wezareta Dadê gotarek weşand û diyar kir ku serokkomar tenê biryarê dide di warê vekişandina peymanan û Kongrêsa Amerîkî ne erkdarî vê yekê ye. Trump ji Reutersê re got ku ew ê di axaftinekê de ji gel re ragihîne ku ew ‘ciddî’ difikire ku Amerîkayê ji Hevpeymana Etlentîk a Bakur vekişîne û destnîşan kir ku ew ‘ji NATO’yê aciz e’. Daxuyaniya Trump piştî çend demjimêran ji axaftinên Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth bû dema ku pabendiya Neteweyên Yekbûyî yên Amerîkayê bi berevaniya hevbeş a NATO’yê red kir. Pispor dibêjin ku ne diyar e ka Trump dikare bi yekalî tevbigere da ku ji hevpeymana ku 77 sal berê hatibû damezrandin, tevî ku ew gelek caran biryarên girîng bêyî erêkirina Kongrêsa Amerîkî dide, xwe vekişîne? Destûra Bingehîn a Amerîkayê çi dibêje? Destûra Bingehîn dibêje ku serok xwedî wê hêzê ye ku peymanan bi şîret û razîbûna Meclisa Rûspiyan îmze bike, bi şertê ku sêyek ji parên endamên meclisê ku hejmara wan 100 encam e, erê bikin, lê belê, ew destwerdanê li vekişîna ji peymanan nake.

Zagonên Hevpeymana Atlantîk a Bakur û Amerîkayê?

Xala 13 ya Peymana Atlantîk a Bakur ya 1949’an destnîşan dike ku tu aliyek nikare xwe ji NATO’yê xwe vekişîne bêyî ku beriya wê bi salekê peyama vekişînê ji hikumeta Netewên Yekbûyî re bişîne. Heta niha, tu welatekî endamtiya xwe ya NATO’yê betal nekiriye. Qanûna Amerîkî çi dibêje? Di sala 2023’an de, Kongreyê zagon derxist û serokê wê demê Joe Biden ew zagon îmze kir, ku qedexe dike ku her serokekî Amerîkî ji peymana ku NATO damezirandiye rawestîne, biqedîne, betal bike an jî xwe jê vekişîne, ji bilî erêkirina piraniya sêyek ji paran ên Meclisa Rûspyan. Zagon wekî guhertinek li zagona Destûrdayîna Parastina Neteweyî ya 2024’an hate pêşkêşkirin, projeyeke salane ya mezin e ku siyaseta Pentagonê destnîşan dike. Du sponsorên sereke yên guhertinê senatorê demokrat Tim Kaine ji Virginia û senatorê komarê yê wê demê Marco Rubio ji Florida bûn.

Vekişîna NY’ê ji NATO’yê pêkan e ya na?

Max Bergmann, berpirsê berê yê Wezareta Derve ku niha wekî rêveberê Bernameya Ewropa, Rûsya û Awrasyayê li Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî kar dike, got, “Eger serok û artêş ji bo ewlehiya NATO û ewlehiya Ewropayê ne dilsoz bin, ez bawer nakim ku Kongrêsê Amerîkî bi awayekî rasteqîn bikaribe gelek tiştan bike da ku li pêşiya biryara vekişînê bisekine.” Li gorî zagona navnetewî, serokên dewletan bi gelemperî xwediyê biryara vekişînê ne, eger peyman destûra vekişandinê bide. Lê belê, zagona Amerîkî ne gelekî zelal e, çendîn serok bêyî erêkirina Kongrêsê ji çend peymanan vekişiyane, di nav de vekişîna Trump ya 2020’an ji Peymana “Ezmanên Vekirî” ku 35 welatan di nav de digire û destûr dide kontrola çavdêriyê yên bêçek li ser dewletên endam, pêkwere. Eger mijar di dadgehê, bi cih bibe û nerazîbûneke dijberî biryara Trump were, dê ew biryar rastî astengiyên mezin were. Dadgeha Bilind a Netewên Yekbûyî ku bi gelemperî li gorî helwestên Trump di piraniya muhafezekar de biryarê dide, tu carî doza vekişîna ji peymanê li ser bingeha doza wê neneriye.

Damezirandina NATO’yê:

Damezrandina Hevpeymana Atlantîk a Bakur (NATO) di sala 1949’an de li ser bingeha Peymana Atlantîk a Bakur li Washingtonê hate îmzekirin. Di dema damezirandina hevpeymanê de, hevpeymanê xwe erkdar dît ku Ewropaya rojava ji Waraso û Yekîtiya Sovyetê di dema Şerê Sar de bû, biparêze. Her welatekî endam bi parvekirina amûr û hêzên leşkerî tevkariyê li hevpeymanê dike.

Welatên endamên NATO’yê… zincîrek ji tevlîbûn û vekişîna welatan

NATO destpêka ku hate avakirin hejmara welatên ku tevlî bûbûn, 12 bûn, di dema heyî de 32 hin ji wan endamên damezirîner bûn û yên din jî piştî damezirandina wê tevlî bûn. Di dema damezirandina wê de, Fransa, Danîmarka, Belçîka, Îzlanda, Kanada, Hollanda, Îtalya, Norwêc, Luksemburg, Îngilistan û Portekîz, ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku li gorî welatên din ên ku di dema damezirandina wê de tevlî koalîsyonê bûn, xwedî hêza leşkerî ya herî mezin bû. Divê bê zanîn ku di sala 1952’an de welatên din jî tevlî koalîsyonê bûn, wekî Tirkiye û Yewnanistan, tevî ku Yewnanîstan di navbera 1974 û 1980’an de vekişiya, paşê Almanyaya Rojava di 1955’an de, li dû wê Spanya di 1982’an de tevlî koalîsyonê bû. Dema ku Almanyaya Rojhilat piştî ku bi Almanyaya Rojava re bû yek di sala 1990’an de tevlî bû. Piştre Macaristan, Komara Tişîk û Polonya di sala 1999’an de tevlî bûn, li dû wê Estonya, Lîtvanya, Bulgaristan, Letonya, Slovakya, Romanya û Slovenya di sala 2004’an de ku mezintirîn hevpeymanî bû di dîroka wê de. Albanya û Hirvatistanê di sala 2009’an de tevlî koalîsyonê bûn û hejmara giştî ya welatên endam gihîşt 32’an. Gelek welat ji bo tevlîbûna koalîsyonê danûstandinan dikin, wekî Gurcistan, Makedonya û Ukrayna.

Herêmên destwerdana NATOyê:

NATO di sala 1995’an de destwerdan di Hersek û Bosnayê de kir û hêzên (aştîxwaz) li wir bi cih kir. Hevpeymanê di sala 1999’an de ji ber pevçûna li Kosovayê êrîşên hewayî li ser Yûgoslavyayê pêkanî, herwiha hêzên xwe li Kosovayê belav kirin. Hevpeymanê di sala 2001’an de hêzên xwe şand Makedonyayê da ku qaşo aştiyê li wir biparêze. Di sala 2003’an de, hevpeymanê peywira Hêza Ewlekariya Navneteweyî li Afganistanê erkdar kir. Hevpeymanê alîkariya mirovî ji bo sivikkirina bandorên erdheja ku di sala 2006’an de li Pakistanê rûda, pêkanîn.

Şerê Israîl-Amerîka li ser Îranê û bandora wê li ser NATO’yê

Êrîşa leşkerî ya hevbeş ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve li dijî Îranê di 28’ê Sibata 2026’an de pêkhat, geşedaneke dîrokî di hevsengiya hêzên li Rojhilata Navîn nîşan da, dema ku şer ji qonaxa şerê ne yekser û operasyonên veşartî derbasî şerkeî yekser yê leşkerî yê berfireh bû. Di heman demê de pirenî bû. Şer zû sînorên Îranê derbas kir û Lubnan, Kendavê û rêyên deryayî yên girîng kete bin bandora agirê şer û ev aloziya herêmî ya herî metirsîdar yek ji tevlîheviyên herî mezin bi dirêjahiya deh salên derbasbûyî hîna wek wê rûnedabû. Operasyon bi êrîşên hewayî û mûşekan dest pê kir ku hilberîngehên leşkerî û binesaziya girîng û hestyar li hundirê Îranê hatin armancgirtin. Herwiha Tehran bersiv da bi avêtina mûşekên balîstî û balafirên bêmirov li ser bargehên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê, di encamê de herêm bi giştî xist nav pêçeke agir. Rubio ku niha wek wezîrê Derve û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî di rêveberiya Trump de kar dike, got ku Washington dê neçar bimîne têkiliyên xwe bi NATO’yê re ji nû ve binirxîne piştî şerê bi Îranê re ku di 28’ê Sibatê de bi êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê dest pê kir. Di guhertina Qanûna Destûra Parastina Neteweyî de jî diyar kir ku ji bo vekişîna ji NATO’yê tu pereyên Amerîkî nayên xerckirin.

Bangên ji bo parastina yekrêziya NATO’yê

Seoka Meclisa Perlemanto ya Amrîkî ya berê Nansî Pelosî bi tundî hişyarî da ku encamên xirab ên vekişîna ji NATO’yê wê rûbidin. Wê gefên bi vî rengî wekî nebûna hişmendiya stratejîk û wekî xelateke nerasterast ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin re pênase kir. Pelosi tekez kir ku desthilata ti serokekî Amerîkî maf nade wan ku bêyî erêkirina Kongrêsê Amerîkî ji vê hevpeymaniya girîng vekişin û bal kişand ser rola qanûnî ya sereke di diyarkirina rêça siyaseta derve ya Amerîkayê. Ev yek tekez dike ku dema Amerîka ji hevpyemanê xwe vekişîne dibe NATO were hilweşandin, di heman demê de ev Rûsya bi hêz bibe, di şerê li dijî Ukraynayê de bi ser bikeve. Di encama hilweşîna NATO’yê de jî dibe ku hevpyemanên nû bên avakirin ev hevpeyman jî li gorî rewşa herêmên rojava û Rojhilata Navîn bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.