Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevserokê YRA Idrîs Henan diyar kir ku li Sûriyê rewşa çapemeniyê wekî hemû welatên Rojhilata Navîn di asteke xirab de ye ku mirov nikare behsa ragihandineke azad bike. Li Rojavayê Kurdistanê, rewş hinekî baştire ku rojnamevan dikarin heta astekî karê xwe bi serbestî bikin, lêbelê ev azadî ne li gorî standardên navneteweyî ye, bi taybet ji ber rewşa şer û xetereyên ewlehiyê.
Derbarê rewşa çapemeniyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hevserokê Yekîtiya Ragihandin Azad (YRA) Idrîs Henan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Li Sûriyê giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet azadiya rojnemevantiyê di çi astê de ye û heta çi radeyê mafê rojnamevanan tê parastin?

Li Sûriyê rewşa çapemeniyê wekî hemû welatên Rojhilata Navîn di asteke xirab de ye ku mirov nikare qala ragihandineke azad bike. Ne di serdema rejîma hilweşyayî ya Baas û ne jî bi qonaxa îslama radîkal a rejîma HTŞ’ê de. Zihniyeta desthilatdar, navê wê çi dibe bila bibe, weke kevneşopiyek serdestiyê, azadiya derbirînê weke sernavekî ji bona tekûzkirina desthilata xwe diçewisîne ku veguheriya şîrketeke kozmatîkê ya ku rûyê girtin, işkence, wendakirin û hemû cureyên binpêkirinan boyax dike ye. Lewre jî ne lihevhatineke ku azadiya çapemeniyê li Sûriyê di cihek xirab de ye. Ev jî li gorî gelek navend û rêxistinên têkildar hatiye tekezkirin.
Li Rojavayî Kurdistanê rewş hinek cuda ye, lê em nikarin bibêjin ku bê kêmasî ye. Li vir gelek sazî û dezgehên ragihandina di bin siya Rêveberiya Xweser de hatine damezirandin û heta astekî baş rojnamevanên van saziyan û ên serbixwe, karê xwe dimeşînin û gelek mijarên civakî, çandî, siyasî û xizmetguzarî bi serbestî digirin dest. Li vir azadiya çapemeniyê bûye qanûn û di şiklê hevpeymana civakî de xwe daye der ku eynik civakê. Lê tevî van avantajan jî, em nikarin bibêjin ku li gorî standartên navneteweyî ne. Ev jî bê goman ji ber bandora rewşa ewlehî û êrişên li ser hev ên her du rejîmên berê û îro ne.
Bê goman li cihê ku şer û pevçûn hebin, ewlehiya rojnamegeran dikeve xeteriyê û azadiya çapemeniyê sînordar dibe.
Hûn wekî Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî rojnamevanan û misogerkirina parastina mafê wan, mîkanîzmeya xebatên we bi çi rengî ye?
Yekîtiya Ragihandina Azad YRA li gorî îmkan û derfetên xwe, hinek gavên pratîk di vê derbarê de avêtine. Di serî de û li gorî rêziknameya YRA, lîjneyek taybet ji bo şopandina binpêkirinên li Sûriyê û Rojavayî Kurdistanê ava kiriye. Ew komîteye bi navê; Komîteya şopandin û hiqûqê ji endamên meclîsa giştî ya YRA’ê pêk tê. Bi tevkariya bi komîteyên dîtir, sazî û rêxistinên mafê mirovan û têkîliyên taybet re, çi binêkirinên li dijî rojnamevanê li ku der Sûriyê derkevin, belge dike û ji cihên têkildar re weke rapor rê dike. Carek din wan binpêkirin arşîf dike û di dawiya salê de weke rapora salan e ya binêkirinan, diweşîne. Ev weke mekanîzmeya şopandinê ye. Aliyê hiqûqa ve jî, rewşên berdest ên werin destwerdan jî hene. Ango destedaba hiqûqî li dijî binpêkirinên di derheqê endamên ragihandinê de li hemberî dadgeh, sazî û dezgehên çapemeniyê.
Di warê parastina rojnamevanan de saziyê navneteweyî çiqasî bi erkê xwe radibin û têkiliyên we bi wan re di çi astê de ne?
Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkiliyan bi hemû saziyên navneteweyî yê têkildarî parastina mafê rojnamevanan re, di nav têkîliyê de ne. gelek binpêkirin, êriş û destwerdanê li ser azadiya derbirînê me belge kirine, bi wan aliyan re hatine parvekirin û li gorî wê jî gelek raportên navneteweyî hene ku belgeyên me esas girtine. Weke mînak, vê dawiyê me rojnamevanên ku çarenûsa wan ne diyar û zorê hatine xeybatkirin li arşîfa Komîteya Parastina Rojnamevanan a navneteweyî CPJ, qeyid kirin. Di derberê her du rojnamevanan Ehmed Polad û Êva Mişilman de ku piştî êrişên HTŞ’ê ser Reqayê de, têkîliya bi war qut bûye û çarenûsa wan ne diyar e, me Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan IFJ û CPJ agahdar kiriye ku rapor jî li ser wê yekê weşandin û heya niha jî lêpirsîn berdewam in. Her wiha li ser rewşa hevkareke me ya Rojnamevan ku bi çekên dewleta Tirk li ser sînorê Nisibîn – Qamişlo hatibû birîndarkirin raporeke IFJ hatibû weşandin. Di heman demê de têkiliya me bi gelek sandîkayên rojnamegeriyê re li Kurdistanê û cîhanê hene ku bi tevkariya bi wan re em dengê xwe digihîjin her derê.
Girêdayî rewşa ku rojnamevan li Bajarê Kobanê rastî wê hatin, li ser vê nirxandinên te çi ye û ji bo ev yek dûbare nebe pêwîst e çi were kirin?
Di dest pê kê de me îşaret bi zihneyta heyî ya desthilatdariya HTŞ’ê kir ku weke domahîka zihniyeta hişk-navendî ku hewl dide bi rêbazê homojen ên netewperest û îslama radîkal, hemû keda dîrokî ya civakê desteser bike. Lewra jî, êrişên li ser hevkarên me yên bajarokê Çelebiyê yê Kobanê, bi armanca nixumandin û tepeserkirina heqîqetê pêk hatiye. Ev jî taybetmendiyek desthilatadariyê re ku xwe weke rastiya mutleq pêş kêş dike û divê her tişt li dora navenda wê ya hiş bigere. Ji xwe bi vê derewa mezin hewl daye otorîteya xwe rewa bike û desteseriyê xwe li ser civakê bisepîne. Em dixwazin bi yekê mesajên ku dibêjin; Em navenda heqîqetê ne, hûn nikarin derveyî perspektîfên me nefes bikişînin! Ji bona wê nameyê jî, rebazên şîdet, êriş û înkarê bi kar tînin û di serî de çapemeniya azad hedef digirin. Li Kobanê tişta rû daye, êrişa hegemonîk a li ser azadiya derbirînê û mafê gelan a hevjiyanê ye. Desthilatdariya ku pala xwe daye îradeya biyanî ya xwerewakirinê, li hundir jî bi êrişên ser çapemeniya azad ve, hewl dide rewatiyê bi dest bixe. Ji bona vê jî em jê re dibêjin, bi metod û elementên berê Baasê bi kar anîne, tu nikarî derveyî hişmendiya Baasê tiştekî nû biafirînî. Îsrara li ser vê hişmendiyê jî, aqûbet Baasê ye.






