Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3 daxwazên Rêber Apo

08/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li hin deveran hin kêmasî dibin. Ev kêmasî tên temaşekirin. Midaxele nayê kirin. Bi taybet li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyê kampanyayeke reşkirinê dest pê kiriye.

Pêngava aştî û civaka demokratîk ev salek nîve dewam dike. Rêber Apo bi peyaman paradîgmaya xwe ji civakê re pêşkêş dike. Heyeta Îmrali van raman, nêrîn, nirxandin, analîzên wî bi civakê re pir qels û dereng, carnan jî hîç parve nake. Ev dibe sedem hin tişt nayên zelalkirin. Di rewşek wiha de ew dijminên doza Kurdistan dikevin dewrê.

Mesela; di dema ‘şerê Rojava’ de nêrîn û midaxeleya wî pir dereng bi raya giştî re hatin parvekirin. Heger midaxeleya wî nebûya gelek tiştên xeter pêk bihatina. Êrişên li dijî Rêber Apo dest pê kirin. Kesî bersiv neda van êrişan. Piştî ku peyman hat îmzekirin, me dît ku Rêber Apo rolek çawa lîstiye.

Paradîgmaya wî ya ‘entegrasyona demokratîk’ di notên hevdîtinan de bi awayek zelal hetibû tarîfkirin.

Herî dawî di 27’ê Adarê de di hevdîtina bi dewletê re hin şertên dayî pêş dewletê bi civakê re nehatin parvekirin. Pervîn Buldan di axaftinek xwe de ev civîna bi dewletê re piştrast kir. Lê behsa hin detayan nekir.

Rêber Apo ji dewletê 3 tişt-şert dixwaze. 1. Di destûra bingehîn de peyva Tirk çawa derbas bibe divê peyva Kurd jî wisa cîh bigire. 2. Ji dibistana seretayî hetanî zanîngehan Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 3. Di qanûnan de çiqas astengiyên li pêşiya nasnameya Kurd hene werin rakirin.

Çima bi civakê re ev nehatin parvekirin nayê zanîn. Heger bersiv ‘dewlet wê aciz bibe’ were gotin, ev bersivek ne rast e. Ocalan van şertan li gel heyeta DEM partî bi kar tîne ku bi civakê re parve bikin. Ji civaka Kurd re bêjin; Rêber Apo di muzekereyan de ev 3 daxwaz da pêş dewletê. Heger ev heyet van tiştan bi rayagiştî re parve neke çima li wê derê ye.

Rêber Apo çi digot? Me 50 sal berê ji bo doza Kurdistanê têkoşîna çi dabe destpêkirin, îro jî ji bo bidestxistina wan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Êdî ne bi çek, bi siyaseta demokratîk. Ev tevger û ev rêber 50 sal berê jî, ji bo van 3 mafê Kurdan bi rê ketibûn. Çima, îro ev daxwaz dewletê aciz bike? Dewletê jî 50 sal berê dizanibû ku Kurd van 3 mafên xwe dixwazin.

Dema ku ev serdema nû dest pê kir, wan jî behsa sed sal berê biratiya du gelan dikir. Wan jî digot; sed sal berê ev 3 mafê Kurdan hatibûn înkarkirin. Dewletê ev înkar wek xetayek dîrokî dîtibûn.

Berî 50 salî dema ku Koma Apociyan dest bi têkoşîna van 3 daxwazên esasî kirin. Li zanîngehan xwendekar dîhatin birêxistinkirin, derbasî Kurdistanê bûn, bi gel re axifîn û ew îknakirin.

Di salên 90 de êdî gerîla derket qada têkoşînê, şer kir û gel rakir serhildanan.

Îroj divê têkoşînek dijîtal were meşandin. Tevgera azadiyê giraniya têkoşîna xwe bide mediya civakî. Siyaseta demokratîk bi tenê bi DEM partî re nayê meşandin.

Di roja me de êrîşên mezin bi giranî li ser media civakî tê bikaranîn. Dive di van platforman de bersiv were dayin anjî nîrxên di hedefa êrişan denin werin parastin.

Tevgera Azadiya Kurd bi qasî du salan bi fedakariyên mezin pêvajoyê dimeşîne û pêşniyarên çareseriya demokratîk ji hêla Rêber Apo ve hatine pêşxistin. Lê em li dinêrin ku rayedarên dewletê hên jî zimanên xwe  yê dijminatiyê neguhertine. Heger di gotinên “hesasiyetên dewletê hene” israr were kirin, heger israra peyamên Rêber Apo jî civakê were veşartin dewam bike, zimanê aliyê dewletê yê dijminatî wê neyê guhertin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.