Ronahî Sadûn
Berdevkê Dîplomasiya PJAK li Ewropa Zagros Enderyarî diyar kir ku şerê Rojhilata Navîn, şerê diyarkirina hêza hegemon a nû ye, herwiha şerê Rojhilatê Kurdistanê, şerekî du alî ye ku di navbera Îsraîl-Amerîka wek hêza hegemon û Îran wek hêzekî herêmî de tê meşandin, bi sedema vî şerî jî rewş pir zehmet bûye. Em jî hêvî dikin ev bibe derfetek ku Rojhilatê Kurdistanê ber bi demokarsiyê ve here.
Derbarê Şerê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, bi taybet her sê xetên şer ku di vî şerî de derketin holê, Berdevkê Dîplomasiya PJAK li Ewropa Zagros Enderyarî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di 27’ê Adarê de Şandeya DEM Partî bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî, Rêber Apo di wê hevdîtinê de bal kişand ser Rojhilata Navîn û got ku planek hegemonîk li ser Rojhilata Navîn tê meşandin, hûn vê çawa dinirxînin?
Sefaret bi pirsa yekê û axaftina Rêber Apo, rast e em jî wisa dihizirin: Niha şerekî mezin li Rojhilata Navîn birêve diçe. Ev şer berê jî hebû, lê li cihên din û bi awayên cuda hate kirin; mînakî li Xezayê û Lubnanê, piştre ket Sûriyê, hinekî jî ket Iraqê ser Heşd El-Şaabî, herî dawî ku niha li Îranê bi awayekî pir berfireh û kûr dimeşe. Şerê Îran û Îsraîlê şerekî hegemoniyê li Rojhilata Navîne, yanî Îsraîl û Îran, wek Tirkiyê û Siûdiyê Erebiye, her çar dixwazin bibin hêzên hegemon ên herêmê, ji bo vê yekê şerê xwe demek dirêj dimeşînin ku di axa Sûriyê de, carinan li Xeza û Lubnanê şerê xwe dikin. Lê niha şer ketiye navbera Îran û Îsraîlê. Ez bawer dikim ev şer heta demekê berdewam bike ku yek ji wan bikaribe hêza xwe ya serdest li hemberî yê din misoger bike. Wisa xuya dike ku Îsraîl dixwaze bi lewazkirin û binxistina Îranê, hêza xwe ya hegemon misoger bike. Piştre jî ez bawer dikim ev şer dê li Rojhilata Navînê berdewam bike, heta ku yek ji wan çar hêzên ku min nav kir, bibe hêza hegemon a herêmê. Di niha de xuya dike ku Siûdiyê Erebiye hêza leşkerî, têknolojî û însanî tune ye ku bikaribe bibe hegemonê Rojhilata Navînê, ji bo wê jî dixwaze kêlekî Amrîkiya û Îsraîlê ji dûr ve binere, carinan jî bi Tirkiyê re danûstandinê dike, ji bo vê jî naxwaze ku Îran bi awayekî hêsan biçe. Tirkiyê hêza leşkerî heye, lê di warê aborî de pirsgirêkan jiyan dike, ji ber vê yekê niha ew jî ketiye fikarê ku belkî hêdefa piştî Îranê, Tirkiyê be.
Ev şer şerekî piralî ye. Hem Rêber Apo û hem jî partiya me wek PJAK ser vê mijarê lêkolîn, analîz û şîrove kirine. Em bawer dikin ku ev şer dê berdewam bike û mirov dikare bêje ku ev şerekîkevine. Wekî mînak, di salên 1991’an de hemberî Sedam Hisên hatî meşandin, piştre 2010’an derbasî Sûriyê bû û heta ketina rejîma Baas jî berdewam kir. Niha jî ketiye Îranê. Ev şer dê heta guhertina rejîma Îranê berdewam bike. Belkî di demekî nêzîk de nikaribin guhertinek ku dixwazin çêkin, lê heta ku li Îranê sîstemek nû bê avakirin an jî bê guhertin bi awayekî ku ji aliyê wan ve hatibe dîzayînkirin, wê şer hebe. Mirov dikare bi awayekî din jî vî şerî bigre dest ku ev şer şerê hêzên dewletî ye, ango netewdewletên ku li herêmê hatine avakirin. Şer di navbera wan de ye û tu berjewendî ya gelan tê de tune ye. Ji ber vê yekê, ev ne tenê şerê Îsraîl û Îranê ye, hêzên din hene ku vê şerê dimeşînin û berjewendiyên wan ne yên gelan in. Herwiha ev şer şerê hegemoniya Rojhilata Navîn e û hemberî gelan e, ew gelên ku bi salan li vir jiyan kirine û dixwazin jiyana xwe bidomînin. Ji xwe bi salan li herêmê şerekî kûr tê meşandin û ev şerê niha jî berdewamiya wî ye. Wekî Rêber Apo jî gotiye: “Ev şer şerê dîzayînkirina nû ya Rojhilata Navîn e û diyarkirina hêza hegemon a nû ye.”
Girêdayî êrişên ku li Îranê tên kirin, Rêber Apo dibêje; sê xet derketine holê, ya yekemîn, xeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê. Ya duyemîn xeta parastina statukoyê ya hin hêzên navneteweyî û herêmî ku Îngilistan serkêşiyê jê re dike. Xeta sêyemîn jî, xeta jiyana hevpar û demokrasiyê ye ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê parastin. Hûn van her 3 xetan çawa dinirxînin?
Em van her sê xetan dibînin. Em dizanin ku Rojhilata Navîn di demekê piştî şerê yekem ê cîhanî de hat dîzayînkirin û di wê demê de Birîtanya li herêmê bû. Birîtaniyan hin dewletên nû çêkirin, li Îranê dewletnetewekî bi derbeya leşkerî ava kir, li Tirkiyê jî heman tişt çêbû. Hin welatên nû ji bo Ereban, bi taybetî Sûriyê, Îraq, Lubnan û Urdin, hatin dîzayînkirin. Piştre bi awayekî hiştin ku welatê Îsraîl jî wek dewletnetewekî ji cihûyan re çêbibe. Niha ev dîzayîn zêdetirî sed salan ser re derbas bûye. Ew hêzên hegemon ên herêmî wek Tirkiye, Îran, Siûdiya Erebiyê û niha jî Îsraîl piştî demkê li wan zêde bûye, ew dixwazin statuya xwe biparêzin. Bi taybetî Tirkî û Îran dixwazin statuya heyîna kevin biparêzin ku nêzîkî sed sal e dewletneteweyên xwe bi alîkariya Birîtanyayê ava kirine. Di wê demê de ev dîzayîn ji bo birêvebirina berjewendiyên hêzên kapîtalîst ên cîhanî û modernîteya kapîtalîstî bû. Herwiha ev hêz dikarin wisa werin şirovekirin ku di hemberî sosyalîzm û komunîzma Yekîtiya Sovyetê de wek çemberekî astengdar xebitîn, da ku pêşî li belavbûna wan ber bi Ewropayê ve were girtin. Di vê çarçoveyê de rol û misyonekî girîng lîstin. Niha jî wisa xuya dike ku bi taybetî piştî şerên ku Amerîka li Rojhilata Navîn kir, bi taybetî piştî 11’ê Îlonê 2001’an, piştî Buhara Erebî û şerê Sûriyê, dîzaynekî nû tê xwestin ku li herêmê were avakirin. Em dizanin ku behsa rêyên tranzîtê tê kirin, ew rêya ku heye dixwazin guhertin tê de çêbikin û Îsraîl bibe navenda aboriya cîhanî. Armanc ew e ku rêyên tranzîtê yên aborî ji Îsraîlê re derbas bibin û bi vî awayî hêza aborî û leşkerî ya Îsraîl wek hêza hegemon a herêmê were tesbîtkirin. Ji bo vê yekê, ew hêzên ku berî sed salan bi taybetî ji aliyê Birîtanyayê hatibûn çêkirin, têne lewazkirin û bêbandor kirin, da ku hêzeke nû ya hegemon li şûna wan were. Ev hemû di çarçoveya siyaseta Îsraîl û Amerîkayê de tê kirin, hêzeke hegemon û impîryalîstî ye ku dixwaze herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayîn bike.
Lê em dizanin ku herêma Rojhilata Navîn herêmekî pir kevin e, bi hezarên salan gelên vê herêmê bi hev re jiyan kirine. Şer tê de hebûye, welatên cuda hatine û çûne, lê dîsa jî ev gel bi hev re jiyan kirine. Gelên Kurd, Tirk, Ereb, Faris û herî dawî jî Cihû hatine herêmê. Lewma em wek gelên herêmê dixwazin bi hev re jiyan bikin ku hêzekî demokratîk, civaka demokratîk û hêzekî modernîteya demokratîk li herêmê ava bikin. Em li ber xwe didin ku em jiyan bikin û em aliyekî wan şeran nînin. Em wek gelên herêmê tu aliyekî van her du şeran nînin, an jî tu aliyekî wan ferasetên ku dixwazin hêza hegemon a xwe serdest bikin, nînin. Çi ew hêzên cîhanî ku berê Birîtaniya nûnertiya wan dikir û niha jî Îsraîl û Amerîka bi hev re bi taybetî Amerîka ku mirov dikare bêje nûnertiya hêza hegemon a cîhanî ya modernîteya kapîtalîstî ye û çi jî di aliyê din de hêzên hegemon a herêmî wekî Tirkiyê û Îranê ku tenê berjewendiyên xwe dihesibînin. Bi taybetî Tirkiyê û Îranê wek du dewlet-neteweyên kevin ên herêmê ku li ser mîrata împaratoriyan hatine damezrandin û çêkirin wekî împaratoriya Sefewî û Qacar li Îranê û piştre jî împaratoriya Osmanî dixwazin rewşa heyî berdewam bikin. Ji bo wê ev şer di navbera hêzên hegemon ên ku bi salan hatine çêkirin û hêzên ku dixwazin sîstemê ji nû ve ava bikin de ye.
Hem jî ev ne şerekî hêsane, şerekî pir zehmet û dijwar e ku bi kuştina hezaran û belkî sed hezaran mirov berdewam dike û ji bo gelên herêmê zehmetî, metirsî û tehlûkeyên pir mezin bi xwe re tîne. Em jî wek hêzên ku girêdayî civakên demokratîk û gelê xwe ne, erkê me yê sereke ev e ku xwe ji van şeran dûr bigirin, gelê xwe biparêzin, birêxistin bikin û ji her derfetê ku dikeve destê me, em hewl bidin herêmê bi giştî ji nû ve demokratîk bikin, demokratîze bikin. Herwiha erka me ya sereke ye li Rojhilatê Kurdistanê, wek hêza PJAK û wek hêzên ku girêdayî bîr û baweriyên demokratîk in, divê em bikarin gelê xwe ji metirsî û xeteriya vî şerî dûr bigirin û heta ku em dikarin derfetên heyî bikar bînin bo demokratîkkirin û birêxistinkirina civaka xwe.
Niha bi vî şerê heyî re, rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îran di çi astê de?
Şerê niha şerekî du alî ye, aliyek Îsraîl û Amerîka wek hêza hegemon, aliyê din jî Îran wek hêzekî herêmî. Her du alî bi salan ji bo vî şerî amade bûne. Îran sîstema muşekan bi berfirehî ava kiriye. Îsraîl jî çekên pêşketî xistiye destê xwe de, da ku hêza xwe li herêmê zêde bike. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewş pir zehmet e. Têkilî û internêt qut bûye, girtin û darvekirin zêde bûne. Her roj girtiyên siyasî tên darvekirin. Herwiha navendên partiyên Kurdî li Başûrê Kurdistanê hatine armancgirtin û gelek pêşmerge şehîd bûne. Lê her çend rewş giran e, jiyan berdewam dike û gel hêvîdar e. Bi taybetî PJAK wek partiyeke serek li Rojhilatê Kurdistanê ku rêxistinê xwe yê leşkerî heye, hem rêxistinê xwe yê siyasî û civakî birêxistinkirî ye. Di heman demê de hewldanekî wê heye ku bikaribe ji vê rewşa şer ku çêbûye, guhestinekê tê de çêke ku civakê birêxistin bike û di pêşerojê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê ava bikin. Çawa li Başûrê Kurdistanê rêveberîk û xweserîk wisa heye, li Rojavayê Kurdistanê ji bi awayekî din xweseriyek heye. Em jî tiştekî wisa plan dikin, lêbelê, şer, tirs û xeterî hîn jî pir zêde ne û gelek sivîl jî ku dibêjin derdorê 100 kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne. Bi taybetî li bajarê Karmînşah, Sine û Urmiye hema bêje her bajarekî ji wan 2 sê kesan şehîd bûne. Niha rewşa Îranê bi vî rengî ye; têkilî tine, rewşa aborî pir zehemt e, pir kar hatine sekinadin, dibistan û hemû navendên hikumî hatine girtin û zêdeyî mehekê rewş rewşa şer e. Lê em hêvî dikin ku ev bibe derfetekî em Rojhilatê Kurdistanê ber bi demokarsî û rêveberiya xweser a xweseriya demokartîk, bibin.






