Esma Mistefa/Qamişlo
Ruken Ehmed endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star diyar kir ku Konferansa 17’ê Adarê nîqaşkirina rewşa jin di entegrasyon û guhertinan de pêwîst bû, herwiha wê gelek xebat di asta Sûriyê û navnetewî de werin kirin û got, “Têkoşîna ku tê kirin tenê ji jinên herêmê nayê xwestin, ev girêdayî rewşa hemû jinên di Sûriyê de ye. Divê em bi hev re bi têkoşîna jinên Sûriyê vî mafî biparêzin.”
Bi dirûşmeya “Werin em bi hev re têkoşîn bikin ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyê de” Kongra Star di 17 ’ê Adarê de konferansek li bajarê Qamişlo li dar xist. Di konferansê de semîner li ser mijarên siyaset, hiqûqî, parastin û entegrasyon nîqaş hatin kirin. Di dawiyê de encamnameya konferansê ya ku ji îradeya li wê derê pêşketiye, derket. Di derbarê mijarên hebûn û îradeya jin di Sûriyê de bi taybet di mijara entegrasyonê de, her wiha derbarî bendên ku di encamnameyê de derketine, Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Ruken Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

Ruken di destpêkê de bal kişand ser rewşa dawiyê ya ku tê jiyankirin û wiha bilêv kir: “Rewşa dawî ya geşedanên siyasî û leşkerî yên ku di giştî Rojhilata Navîn û bi taybet di Sûriyê de hatine rûdan, giştî rewş weke kirîzekê em dikarin pênase bikin. Bi taybet di nava van guhertinan de di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de guhertinên leşkerî û siyasî yên giştî hatin kirin. Di encama şerê ku li ser herêmên Rêveberiya Xweser de hatine kirin, gelek qurbanî û berdelên giran da û bi taybet gelek girtiyên me çêbûn.”
‘Em di pêvajoya ji têkoşîna leşkerî ber bi têkoşîna siyasî de ne’
Ruken di berdewamiya axaftina xwe de hebûna jin di van guhertinan de ronî kir û wiha got: “Bi van guhertinan re em bi hev re ber bi lihevkirin û itifaqekê ve çûn, her çendî di bingeh de nerazîbûnên me hebin jî lê belê em di rewşekê dene ku ji têkoşîna leşkerî ber bi têkoşîna siyasî ve bimeşin dene. Di vê demê de me hewcedariyek dît ku em ji nû ve rewşên xwe yên rêxistinî û bi taybet ya jinan ber çavan re derbas bikin. Bi taybet ji dema hatina hikumeta demkî ya Sûriyê, me her sîstema xwe ya jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parast, lê em weke parçeyek ji Sûriyê, herêma me niha gihîştiye rewşa entegrasyonê. Di vê rewşê de li beramberî me xeteriyên li ser jin derdikevin, xeteriyên li ser destkeftiyên jin hene û tên kirin. Her wiha jin di asta Sûriyê de xwe çawa bidin rêxistinkirin û têkoşîneke çawa bimeşînin û em çawa dest bi têkoşîna xwe bikin, wê gelek girîng be.”
‘Di entegrasyon û guhertinan de nîqaşkirina rewşa jin, pêwîst bû’
Ruken di domdariya axaftina xwe de behsa armanca ku konferansa 17’ê Adarê ê pê hatiye lidarxistin kir û wiha got: “Yek ji wan mijarên sereke yên ku di bernameya 8’ê Adarê de hatiye dayîn, gelek rewşên giran yên di herêmê de hebûn, belkî 8’ê Adara îsal a herî zêde ji bo azadiya girtî û windahiyan bû, her wiha gelek şehîdên me hebûn. Di pey wê re me pêwîstî dît ku rêxistinên jinan li hev kom bibin, ev yek jî di bin silogana “Werin em bi ev re têkoşîna xwe mezin bikin, ji bo misogerkirina mafê jinan de destûra Sûriyê de”.
Rast e ev xebat bi Însiyatîfa Kongra Star hate meşandin lê beşdarbûna hemû delege û nûnerên jin yên di rêxistin û tevgerên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên berê û heya niha bi hemû pêkhate û rengê xwe, hebûn. Dibe ku xebatên bi vê awayî berê jî hatibin kirin, lê me xwest em careke din bi şeklê konferans ku bi şeklekî em bikaribin rola jin di warên siyasî, civakî û bi taybet di warê entegrasyon û parastinê de, bidin nîqaşkirin. Di van çarçoveyan de ew nîqaş ji aliyê delegeyên jin ve hatin birêvebirin û xurtkirin ku em bikaribin ji nû de stratejiya xwe daynin, wê stratejiyên me di vê demê de çawa bin, em rastî xeteriyên çawa tên, her wiha em ê çawa di warê siyasî û leşkerî de destkeftiyên xwe biparêzin.”
‘YPJ’ê ne weke hêzeke demkî hat avakirin, hêzeke ji bo parastina hemû jinan e’
Ruken di dirêjahiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Destkeftiyên ku niha me bi dest xistine di encama ked û têkoşîna bi salan hatine bidestxistin. Di nava hikumeta demkî ya Sûriyê de, ev mijarên jin û destkeftiyên me qet nayên nîqaşkirin, bi taybet rewşa YPJ’ê qet nayê ser ziman û xuyaya nehatiye qebûlkirin ji aliyê hikumetê ve. Ji bo wê di nîqaşên konferansê de YPJ’ê weke hêzeke parastinê ya jin ku em hemû dizanin rewşa YPJ’ê tê de hatiye avakirin de wê demê El Nûsra, DAIŞ û xeteriyên hikumetê hebûn, hate avakirin. Em dizanin jî hê xeteriya DAIŞ’ê di nava hemû Rojhilata Navîn de heye. Rewşa ku YPJ’ê tê de hatiye avakirin, ne weke hêzeke demkî bû, hêzeke ji bo parastina jin ji hemû kiryar û zihniyetên mêr ku avakirina wê ne tenê leşkerî ye, girêdayî rewşa îdeolojîk û hişmendiye ku hemû jin dikarin di hemû waran de xwe biparêzine. Ji bo wê di pêvajoya entegrebûnê de hê jî jin rastî xeteriyan û neqebûlkirinê tên. Heta me dît ku di rewşên dawiyê yên entegrasyonê de rasatî teşhîreke elketronîk tên da ku vîna wan bişkînin ku di cihên biryardariyê de cih negrin.
Ev rewş, rewş in gelekî zehmetin ku em tê de jiyan dikin û rastî pêvajoyeke dîrokî ye ku me ji 15 salan ve şerê hişmendî, guhertin û veguhertinê dikir. Lê em rastî itîrafê nehatin weke Rêvberiya Xweser, em niha ber ve hikumetê ve diçin, eger me di vir de ev destkeftî bidest nexistin, êdî em nikarin. Ev yek ne tenê di aliyê gelê Kurd de diçe, di aliyê mîrasa têkoşîna jin de diçe. Ji ber wê parastin divê, em her tim dibêjin parastina destkeftiyên jin parastina têkoşîna jin a cîhanî ye.”
‘Biryarên demdirêj in û me stratejiya xwe diyar kir’
Ruken di axaftina xwe de encamên ku di konferansê de hatine derketin nirxandin û wiha got: “Ji bo pêkanîna encamên di konferansê de hatine derketin, meş, kampaniya û çalakî jê re divên, her wiha hinek ji wan biryar in wê dem dirêj li ber xwe bide, lê weke stratejî hatine dayîn. Û hinek biryar hebûn wê êdî weke kampaniya dest pê bikin û hinek biryar hene jî wê bi tevlîbûna hinek aliyan di nava tevgerê de, werin pêk anîn ku em bikaribin zextê bidin avakirin. Li ser wê esasî em dikarin bêjin me stratejiya xwe diyar kir û di wê stratejiyê de em ê gavên di warê hiquqî, rêxistinî, dîplomasî û siyasî de biavêjin. Em Kongra Star rûniştin me di girtina van biryaran de çawa em ê bikin pratîk û di pratîkê de em ê têkoşîneke çawa bidin meşandin, nîqaş kir.”
‘Bicihanîna biryaran ne tenê li ser Kongra Star e, têkoşîneke hevpar e’
Her wiha Ruken bal kişan ser têkoşîna hev par a jinên Sûriyê ji bo parastina mafên xwe û wiha pê de çû: “Biryarên ku hatine standin tenê ne li ser pişta Kongra Star bin, ji ber me hemûyan bi hev re belge xwendin, nîqaş kirin û me ev biryar derxistin. Hin tişt hene têkoşîna wê ji me tê xwestin, û hin tişt hene weke daxazên ku radestî civaka navnetewî bibin in. Ev wê daxwazên jinên herêmê bin, da ku zextek ji aliyê navnetewî de li ser hikumetê were kirin.
Li ser wê bingehê çend bendên wê hene; stratejiya dem kurt yên weke çalakî, û stratejiya dem dirêj yên weke cihgirtina jin di destûra Sûriyê de, parastina mafê jinan û kota jin wê di hikumetê de ne kêmtirî ji sedî 50’î be. Ev têkoşîneke ku tenê ji jinên herêmê nayê xwestin, Çima? Ji ber ev girêdayî rewşa hemû jinên di Sûriyê de ne. Yanî em bikaribin bi hev re bi têkoşîna jinên Sûriyê vî mafî biparêzin. Li gorî zagonên navnetewî divê kota jin ne kêmtirî ji sedî 30 be. Lê îro di hikumeta Sûriyê de ji bingeha 23 wezaratan, em tenî jinekê dibînin, her wiha di nava kursiyên parlamantoyê de yên ku ji 120 kursî pêk tê, tenê 4 kursî ya jine. Ev rewşekî xeternak e li ser hebûna jin di Sûriyê d, di destura hemdemî de ger jin cihê xwe tê de negrê, gelo wê çawa be? Ji bo wê niha xebatên ji nû ve sazkirinê heye, rewşa jinan piştî entegrasyonê, rêxistinên heyî çawa karibin xwe kom ser hev bikin, her wiha pêkanîna çalakiyên xwe û cihgirtina bi fermî di aliyên Sûriyê de.
‘Stratejiyên xwe ji bo Sûriyeke nû dîsa ber çavan re derbas dikin’
Ruken di domdariya axaftina xwe de bal kişand ser cihgirtina jin di nava hikumetê de û wiha domadn: “Bi taybet me berê tenê di cografiya xwe de kar dikir, lê niha em ê erêkirina xwe di Sûriyê de bistînin, wê tevgera me çêbibe da ku bi rihetî em di nava jinên Sûrî de kar bikin. Ji bo van û standina çend saziyan jinan ji ruxsetê re, kar tê meşandin. Bi taybet dibe ku di demên pêş de Rêveberiya Xweser nemîne lê xwesertiya herêmê parastî û weku xwe dimîne, ji bo wê da ku em bikaribin pişniyarên xwe di aliyê jin de bikin, jin îrade, hebûn û xwesertiya xwe di nava saziyên dewletê de biparêze.
Di aliyê hiqûqî de çend xebat hatine meşandin, ev kiryarên ku hatine kirin, werin belgerkirin û ji raya giştî re werin rêkirin ku bi rastî hesabxwestinek bê kirin. Di aliyê rêxistinbûyînê de ez dixwazim hin tiştan bêjim. Niha em weke saziyên rêxistinbûnên jin rewşa xwe ji nû ve digrin dest, kombûnên me çê dibin, di van kombûnan de em stratejiyên xwe ji bo Sûriyeke nû dîsa ber çavan re derbas dikin, her wiha di aliyê sîstem û parastina destkeftiyên manewî û madî di civakê de.”
‘Cîhan deyndarê YPJ’ê ye’
Rojeva herî girîng niha em amadekariya kampanyayeke girseyî dikin ku ji bo YPJ’ê were ragihandin. Me berê jî kampanyayên ji bo YPJ’ê dabûn destpêkirin, kampanyaya komkirina îmzeyan di bin navê “Em hemû YPJ’e ne, YPJ’e hêza me ya parastinê ye” li ser wê esasê rêxistinên jinan îmze komkirin ku daxwazên me ew e ku YPJ’ê weke hebûnekê di artêşa Sûriyê de misoger bibe. Bi rastî herêm bi xwe jî xwesertiya wê heye û hê xeteriyan hîs dikin. ne tenê YPJ’ê di ewlehî û asayîşa Sûriyê de hebê, lê weke hebûneke serbixwe were parastin. Di vê çarçoveyê de hemleyên me hatin destpêkirin, lê bi giştî di qada civakî, leşkerî û dîplomasî de wê kampanyayek cîhanî bê destpêkirin. Ji ber ku YPJ’ê ne artêşeke ku ji bo parastina jin û civaka herêmê şer kiriye, cîhan deyndarê wê ye di şerê ku li hember DAIŞ’ê de kiriye. Ji bo wê xwedîderketina li wê hêzê erkekî mirovî ye, wê demên pêş de bernameya vê xebatê were diyarkirin.”
Ruken Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji biryarên ku di konferansê de hatine derxistin wê ji bo çend mijaran komîte bên amadekirin. Jin bo cihgirtina jin di destûra Sûriyê de, ji bo qanûnên ku mafê jinê misoger bike. Pê ve girêdayî berê jî komîteyke me ya dayêna nêrînan di destura Sûriyê de hebû, wê dîsa eb komîte aktîv bibe. Wê ev komîte weke reşnivîsekê amade bike di derbarê jin di destura Sûriyê de mafekî çawa dixwazin. Wê ev yek ji herêmê dest pê bike û hemû parêzgehên Sûriyê bigre nav xwe, da ku em zextekê bi îradeya jinên Sûriyê li ser hikumetê çêbikin.”






