Esmihan Gedro/Qamişlo
Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo alîkarî li ser koçberên Efrînê ku di dibistanan de dimînin belav kir. Endama Ragihandina Heyva Sor A Kurd Mîdiya Xanim anî ziman ku wê belavkirina alîkariyan li ser koçberên Efrînê dewam bike.
Koçberên Efrînê yên ku li Tebqa û Reqayê di dibistan û kampan de diman, di 18`ê Çile de ji ber êrişên hikumeta demikî careke din koçberî kantona Cizîrê bûn û li nava dibistanan de bi cih bûn.
Îro, Heyva Sor a Kurd alîkariyên ku ji aliyê Kenala 8 ve hatibûn pêşkêşkirin li koçberên Efrînê ku li dibistanan dimînin, belav kir. Alîkariya ku hat belavkirin jî 750 selikên xwarinê bûn.
Di derbarê mijarê de endama ragihandina Heyva Sor a Kurd Mîdiya XanIm ji Rojnameya me re axivî.

Mîdiya Xanim da zanîn ku wê li hemû dibistanên ku koçberên Efrînê lê dimînin alikarî bênavber bên belavkirin û wiha got: “Heyva Sor A Kurd di belavkirina alîkariyên li ser koçberên Efrînê de berdewam e. Îro jî me berdewamiya alîkariyên ku ji Kenala 8 ji bo koçberan hatibû şandin, li koçberên Efrînê belav kir. Em li hemû bajaran belavkirina alîkariyê dewam bikin. Ji xwe piştî ku belavkirin li dibistanan bi dawî bibe , emê li koçberên Efrînê yên li taxan û cihên cuda dimînin, belav bikin. Piştî qamişlo bi dawî bibe emê derbasî bajarên din bibin û alîkariyê belav bikin.”







