Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYA’yê plana Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê rawestand

07/04/2026
in NÛÇE
A A
DYA’yê plana Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê rawestand
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku DYA’yê bi awayekî rasterast destwerdan kir, êrişa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de rawestand û plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyê li nava şerê li dijî Hizbulllaha Lubnanê asteng kir. Li hêleke din wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth gef li Îranê xwar ku wê Îran rûbirûyî hejmara herî mezin a êrişên leşkerî be

Çavkaniyên siyasî yên Îsraîlî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Lubnanê de asteng kir, plana kişandina Sûriyê nava şerê li dijî Hizbullahê rawestand.

Radyoya Îsraîlê destnîşan kir ku piştî demeke kurt ji daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê ya bi zimanê Erebî ku dibêje beriya êrişkirinê deriyê sînor vala bikin, Rêveberiya Amerîkayê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaz kir ku vê êrişê bisekinîne.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta Hizbullah derî û rêya lez a M30 ya li derdorê ji bo armancên leşkerî bi kar tîne êrişên deverên li nêzî deriyê kiribû û got ew amadekariya êrişî derî dike û ji kesên li wir xwest ku wir vala bikin.

Raporekê bi bîr xist ku Îsraîlê daxwaz ji DYA’yê xwestiye ku ji ber sedemên siyasî êrişa li dijî derî taloq bike û mijarê ji rayedarên ewlehiyê yên Sûrî yên ji ber serok Ehmed El Şeri ve dixebitin re bihêle.

Radyoya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî da zanîn ku têkildarî mijarê hikumeta demkî ya Sûriyê ji Amerîkayiyan re gotiye ew li dijî Hizbullahê dixebitin û wan di rojên borî de hewlên qaçaxîkirina çekan ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve têkbirine.

Lê hin çavkaniyên dîtir anî ziman ku armanca rast ew e ku zext li Şamê were kirin ku bikeve nava şer. Ev jî dişibihe ew tecrûbeya ku Îsraîlê di 1976’an de rê daye 20 hezar leşkerên artêşa Sûriyê ku derbasî Lubnanê bibe, bi wê re trajediyeke biêş ji Lubnaniyan re çêkir.

Li gorî çavkaniyên ji rojnameya Îsraîlî Maariv re gotine, Îsraîl diyar dike ku têkçûna berdewam a Lubnanê di rûbirûbûna Hizbullahê de, windakirina baweriya Amerîka û Rojavayî bi saziyên dewleta Lubnanê, têrê dikin ku rewşeke herêmî ya nû were avakirin, Îsraîl û rejîma Sûriyê ya nû ji bo parvekirina berpirsiyariyên ewlehiyê li Lubnanê lihev bikin.

Di çarçoveya êrişên ku li herêma rûdidin de, tekez e ku êrişên li ser Hizbullahê bi şerê DAY-Israîlê li ser Îranê ve girêdayî ye, rawestandina plana Israîl ji bo Hizbullahê armanc jê ew e ku hêzekeke mezin a êrişan a Israîlî, Îranê bike armanc.

Ji ber vê yekê jî wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth di heman roja danîna vê planê de ango 6’ê Nîsanê de, gef li Îranê xwar ku îro wê Îran rûbirûyî hejmara herî mezin a êrişên leşkerî be.

Hegseth got, “Îro (duşem), wê li dijî Îranê ji roja yekemîn zêdetir hejmara êrişan mezintir be” û wê sibe hîna zêdetir be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.