Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bermahiyên şer xeteriya li ser jiyana sivîlên Sûriyê zêde dike

07/04/2026
in NÛÇE
A A
Bermahiyên şer xeteriya li ser jiyana sivîlên Sûriyê zêde dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Tevî ku şer heta astekê bilind li Sûriyê rawestiyaye, lê mirin bi dawî nebûye. Li deverên Sûriyê bermahiyên şer û mayinên neteqyayî xeteriyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike. Ji destpêka hilweşîna rêjîma Bass ve û heta niha di encama teqîna bermahiyê şer de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Agahiyên belgekirî nîşan didin ku ji ber bermahiyên şer li Sûriyeyê ji dema hilweşîna Rêjîmê heta roja îro windahiyên mirovî yên berdewam çêbûne, ji ber ku hejmara sivîlên ku di encama teqîna mayîna û teqemeniyên neteqiyayî de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 899 sivîlan, di nav wan de 237 zarok û zêdetirî 54 jin hene.

Ji dema hilweşîna Rêjîmê ve, li Sûriyeyê bûyerên mayîn û teqemeniyên şer bi awayekî eşkere berdewam bûn, ku ev yek jî gefê li jiyana sivîlan dike, tevî salên ku di dawiya şer û pevçûnan de li gelek deveran derbas bûne. Daneyên belgekirî nîşan dan ku sivîl, di nav de zarok jî, di dema çalakiyên xwe yên rojane yên wekî şivanî, xebat û lîstinê de jiyana wan kete xeteriyê. Hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji det dane ji ber bermahiyên şer, xeteriya ku li ser niştecihên li deverên Sûriyeyê eşkere dike, di nav de deverên ku di bin kontrola Hikûmeta Şamê a demekî de ne û deverên din. Herwiha ew piştrast dike ku bi lezgîn ev teqemenî û mayînîn şer werin rahiştin, di heman demê de bernameyên hişyariya xeteriya wan xurttir bikin û misogerkirina parastina sivîlan bi taybetî zarok.

Hûrgiliyên ji dema hilweşîna Rêjîmê ji 8’ê Kanûna 2024 heta meha Adara 2026”an ve

Ji roja hilweşîma Rêjîmê heta dawiya sala 2024”an ve:

Hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane ji dema hilweşîna rêjîmê di 8’ê Berfanbar, heta dawiya sala 2024”an ve, di encama teqîna teqemenî û mayînên neteqiyayî di şerê Sûriyeyê de 80 kes in di nav wan de 12 zarok û 6 jin in.

Û ji destpêka sala 2025”an ve 599 kes jiyana xwe ji dest dane di encama teqîna bermahiyên şer, di nav wan de 192 zarok û 41 jin bûn, ew li sernserî deverên di bin kontrola Hikûmeta Şamê û Rêveberiya xweser ve balvkirî ne.

Hûrgiliyên mehane li gorî çavdêriya Sûriyê ji destpêka sala 2025”an ve:

Çile: Hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane di encama teqîna bermahiyên şer 118 kes in di nav wan de 18 zarok in û 10 jin in.

Sibat: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 94 kes in di nav wan de 19 zarok û 3 jin in.

Adar: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane hi meha Adarê de 110 kes in di nav wan de 26 zarok û 9 jin in.

Nîsan: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 55 kes di nav wan de 18 zarok û 7 jin in.

Gulan:  Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 52 kes in di nav wan de 23 zarok û 2 jin in.

Hizêran: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 35 kes in ji wan 16 zarok û 2 jin in.

Tîrmeh: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dsest dane di vê mehê de 25 kes in di nav wan de 11 zarok û 3 jin in.

Tebax: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 32 kes in di nav wan de 16 zarok û 4 jin in.

Îlon: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 23 kes in di nav wan de 12 zarok in.

Cotmeh: Hejmara sivîlên jiyana ji dest dane di vê mehê de 15 kes in di nav wan de 5 zarok in.

Mijdar: Hejmar sivîlên jiyana ji dest dane di vê mehê de 24 kes in di nav wan de 18 zarok in.

Berfanber: Hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane di vê mehê de 16 kes in di nav wan de 10 zarok û jin in.

Li gorî çavdêriya Sûriyê ji destpêka sala 2026”an ve û heta roja îro, hejmara kesên ku ji ber teqîna bermahiyên şer ên Sûriyê 219 kes in di nav wan de 33 zarok in. Hûrgiliyên mehane:

Çile: Li gorî çavdêriya Sûriyê 20 kes jiyana xwe ji dest dane di nav wan de 7 zarok û jinek e.

Sibat: Di vê mehê de 67 kes jiyana xwe ji dest dane di encama teqîna bermahiyên şer di nav wan de 17 zarok û 6 jin in.

Adar: Di vê mehê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 34 kes in di nav wan de 9 zarok û 97 birîndar in ji wan 28 zarok û jin in.

Ev hejmar pêwîstiya lezgîn a pêkanîna bernameyên paqijkirina mayîn û teqemeniyên bermahiyên şer (ERW), xurtkirina tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo parastina sivîlan û xurtkirina hişmendiya civakê li ser xetereyên van materyalan destnîşan dike. Her wiha girîngiya belgekirina binpêkirin û zirara ku ji ber ERW çêdibe ji bo misogerkirina parastina mafên sivîlan û pêşxistina planên vejandina berfireh ji bo deverên bandordar tekez dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.