Asya Weşûkanî
Me hemûyan peyama Rêber Apo ya 27’ê Adarê xwend û li ser me hemûyan jî bandoreke xwe ya îcabî kir. Em xistin nav fikarên kûr, Me dahûrandin xwendin û em hemû jî haj lê bûn ku hîn jî gelek lawazî û şaştiyên me hene. Gerek demildest em xwe ji wan lawazî û şaştiyan xelas bikin da ku em bibin hêza guhertin û veguhertina pergala heyî ya ku civakê di zexta xwe de dixeniqîne û dawiyê li hebûna wê tine. Rêber Apo di destpêka hevdîtina xwe de wiha dibêje:” Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dikim esas.” Rêber Apo di berdewama hevditina xwe de îşaret bi berpirsyarî û wezîfeya, dîrokî ya meclîsa gel ya Tirkiyê kiriye û wiha nirxand.
Rêber Apo divê babetê de wiha nirxand û got: “Di vê pêvajoyê de karên ku piştî rapora, komîsyonê bêne meşandin bêyî ji demê re bê hiştin divê di nava, çarçoveyeke qanûnî ya hevgirtî û tevgerî de bên kirin.” Ev jî dide nîşandan ku Rêber Apo hêza xwe bi giranî daye, ser mijara çareseriya aştî û avakirina civaka demokratîk û xîtabî gel dike. Ji ber ku jiyana civakê bûye weke dojeha sincirî û sotîner. Gerek civak xwedî li vê pêvajoyê derkeve û destê xwe, bixe bin kevir de civaka ku hebûn û jiyana wan dikeve nava, metirsiyê de. Ji xwe ger ku xeterî li welatan tene çêkirin hema weke Beşar El- Esed, malbata xwe digirin û direvin û ên ku dinava şer û qelanê de jî dimînin; civak bi xwe ye naxwe gerek civak bi paşe roja xwe bihizire û jiyana neslê xwe yê dahatu bigire garantiyê.
Her çiqasî gele Kurd li her deverê çalak dibe jî, lê gele Tirk xwe bêdeng kiriye û weke ku qet haj li dunyayê nine jî xwe hinek beş jî hene ku ji wan were wê jehrê têxin nava, pêvajoyê de û tune bikin hingî ku şer xwaz û sudê ji dijminayetî û tundiyê digirin. Ji xwe beşek jî heye ku dinava şoqeke mezin dene û weke ku di ciyê xwe de, cemidî bibin tu tevgera wan nebe. Ji xwe beşên ku jehrê belav dikin û li pey sabotekirina, pêvajoyê ne jî gelek ji wan bi kokena xwe Tirk nînin û herî zede; jî ew dinava xerabûna pêvajoyê dene. Ez wiha texmîn dikim ku û beşa mirovan ji hêla hêzên, derve ve têne bikaranîn û ew beş jî ên ku herî zêde zererê didin; welat û dibin sedema ku pêvajo dereng bikeve û gelê Kurd, gele Tirk û hemû, gelen ku li Tirkiyê dijîn jî zererê bibînin.
Ger ku wiha biçe û rayedarên dewletê û nexasim jî rayedarên, dewleta kûr ya Tirkiyê mixabin wê pêvajoya çareseriya aştî û binyad kirina; civaka demokratîk were sabote kirin û wê careke din şer, înkar kirin û serhildan û komkujî werin berdewam kirin. Û di encam de weke ku Rêber Apo gotiye: Şerê pîros bêye, jiyan kirin û wateya wê jî ewe ku wê her du gel jî wenda bikin û wê 100 saleke; din jî gelên li Tirkiyê dijîn dinava deryaya xwînê de, avjeniyê bike û hejmara mirovên ji her du aliyan arşîf bike. Rêber Apo ji bo çareseriya; aşîtiyane her tişt kir û gelek rê û rêbaz bikar anînîn lê dewleta, Tirk ewqasî hişkin ku pir hêdî gavan davêjin û hîna jî dibêjin em, pir lez nekin.
Ez jî pirs dikim gelo heyanî kengî wê were sebirkirin? Gelo heyanî ku Tirkiye jî weke Îranê lê were yan jî em sedsaleke din ji şer, pevçûn, xwînrijîn û komkujiyan jiyan bikin. Gerek were zanîn ku em her du gel yan jî her çar gel, Kurd, Tirk, Ereb û Fars, hemû têk biçin gelo? Ez wiha texmîn dikim ku rayedarên dewleta Tirk ya kûr li benda şerê Îsraîl, Emerîka û Îranê ne û paşî wê biryar bidin naxwe hîna jî rayedarên dewletê xwedî niyetên pir cudane; tekez gerek were zanîn ku çareseriya ku Rêber Apo daniye holê, wê tu kesê din ne ji Kurdan û ne jî ji Tirkan karibe deyne û gerek, were zanîn ku li Rêber Apo guhdarî kirin wê her kesî bibe serkeftinê.
Ez tenê vêya ji Tirkan re nabêjim ji ber ku gelek Kurd jî hene, ku wiha dihizirin û hîna jî dibine hişê wan de buna; dewlet heye weke yên ku tuhmetan davêjin ser, Rêber Apo û wî reş dikin. Tekez gerek were zanîn ku ji derveyî fikir û felsefa, Rêber Apo û çareseriya ku wî daniye holê û tercîh kiriye gerek tu; kes xwe ne xapîne ji ber ku ji derveyî şer û tundiyê, xerab kirin û malwêraniyê tu çareserî tuneye. Ev ji bo hemû gelan jî wiha ye û şerên ku niha tên, kirin hemû jî tundrew, kujer û ji bo xerab kirina bajar û welata ne; ji xwe pir zelal xwiya dike bê hîna wê çend Xeza, werin çêkirin ji xwe gelek caran jî Rêber Apo îşaret bi vê mijarê kir û got: Çareseriya ku ez datînim holê ji bo ku ez pêşiya çend Xezayê din, bigirim û niha jî em dibînin bêka çawa hin Xezayên nu tene çêkirin.
Ez dibêjin ku ger ku em weke Kurd û Tirk çareseriyê dixwazin, vaye Rêber Apo çareseriya herî baş û rêkurt daniye pêşiya me û ji me; piratîzekirinê dixwaze û gerek were zanîn ku serdema xapandina, Kurdan jî ji zuve derbas bûye û dema niha çareseriyeke heqîqî dixwaze û gerek, were zanîn ku gelê Kurd hew tene xapandin û ne jî bi qirkirinê xelas dibin û wê her deste Kurdan di qirika Tirkan debe. Naxwe tenê bi aqilî bûn gereke û li Rêber Apo guhdarî kirin gereke, ji xwe şensekî pir mezine ku gele Kurd û gele Tirk raserî wê; hatine û ew şens jî Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan e û gerek her du gel jî vî şensê xwe, wiha bi hesanî ji destê xwe bernedin û her çiqasî devê min nagere jî ku ez bibêjim: Lê rastiyeke biyolojîk ya mirovan jî heye ku gerek were gotin, weke ku tê zanîn temenê Rêber Apo niha gihaşte 77 saliya xwe û ez hêvîdarim; ku her hebe û bijî û bide jiyan din lê rastıya ku mirov nikare jê bireve jî heye. Û hem li wê giravê mayîn û hem jî temenê xwe, mezin dibe û gerek bi lezgînî ciyê wî were guherandin û lê were, guhdarî kirin û ya din, jî gerek were zanîn ku ger Rêber Apo nebe wê ji bo Kurd, Tirk, Fars û Ereban dunya bîbe mehşer.






