Rojnameya Ronahî

36 koçberên din ji kampa Holê derketin

36 koçberên din ku ji şêniyên Dêrazorê û Reqayê ne, ji kampa Holê derketin.  Bi vî rengî hejmara koçberên ku ji kampa Holê derketin û vegeriyan warên xwe, gihaşt hezar û 172 kesan.

Rêveberiya Xweser di 23`yê Îlonê de bernameya venêrîna dosyayên koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin da destpêkirin da ku kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ye, vegerînin herêmên wan.

Hejmara koçberên ku ji 3`yê Hezîranê ve ji kampa Holê derketin, gihaşt hezar û 136’an ku ji 350 malbatan in. Ji Dêrazorê 397 koçber, Minbic 127 û Reqa û Tebqayê 612 koçber.

Roja Duşemê jî piştî ku lêkolînên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin amadekirin û hate dîtin ku destê wan di rijandina xwîna gel de tune ye, komek ji koçberan ji kampa Holê derketin ku ji 36 koçberan pêk tê ji jin, zarok û kesên temenmezin û ji şêniyên bajarê Reqa û Dêrazorê ne. Bi wê yekê hejmara koçberên ku hatin derxistin gihaştin hezar û 172’yan.