Ayşa Silêman/Dêrik
Li bajarê Dêrikê bi armanca hişyarîkirna gel li du komînan perwerdeya tenduristî dihat dayîn û îro bawername li wan hatin belav kirin.
Meclisa Bajar biryar girtibû ku li seranserî komînan perwerde werin dayîn da ku gel hişiyar bibe, niha jî bi şêwazekî serkeftî dest bi perwedeyê kirine. Her komînek li gor daxwaziyên gel perwerde tên dayin. Komîna şehîd Cûdî û şehîd Mizgîn ji bo xweparastinê perwedeya tenduristî birin û bi awayekî serkeftî bidawî kirin.
Di komîna şehîd Cûdî de 15 kesan bi awayekî serkeftî perwerdeya tenduristî bidawî kirin û bawername wergirtin, di heman demê de komîna şehîd Mizgîn jî 22 kesan bawername wergirtin.

Wergirtina bawernameya li parka Dicle hatin dayîn di destpêka şahiyê de hamû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan paşê Hevseroka Meclisa bajarê Dêrikê Rojîn Çeto axivî û wiha got: “Ev bû komîna 4’an ku perwerdeya tenduristî dibin, ev yek ji bo zanînkirina civakê ye, armanca me ji bo fêrkirinê ye, lê kesê ku hatî perwerde kirin pêwîste li derdora xwe jî belav bike, destekê bidin malbatên xwe û nexweşan ji berk u em di qonaxeke hesas re derbas dibin ku her kes berpirsiyariyê rajiyê. Ji ber rewşa ku herêm têre derbas bû astengê ji bo me derketin, lewma ev perwerde dereng ma heya ku dest pê kir.”
Di dawiya şahiyê de jî bawername û şîranî hatin belav kirin.







