Ayşa Silêman/Dêrik
Malbatên şervanên dîlgirtî li bajarê Dêrikê meşeke girseyî li darxistin û têde daxwaza naskirin çarenûsa zarokên xwe kirin û derketina wan ji zindanê kirin.
Li bajarê Dêrikê ji bo naskirina rewşa dîlgirtiyên ku di girtîgeha hikumeta demkî de bi sedan malbat û şêniyên bajarê Dêrikê daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji qada azadî bi siloganên bijî berxwedana zindana dest pê kir û li nîva bazara bajêr veguherî mîtîngê.
Di destpêka mîtîngê de hemû malbat xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê malbatên esîran diyar kirin ku ew ji Fermandarê QSDê Mezlûm Ebdê daxwaz dikin ku bi wan re bibe alîkar da ku çarenûsa zarokên wan diyar bibe, ev nêzî sê mehaye ku hêstir ji çavên wan zûha nebûye û dilê wan dişewite ji bo zarokên wan.

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê meclisa bajarê Dêrikê Lawîn Hewas axivî û wiha got: “Îro em li vir kom bûna da ku em dengê xwe bighînin giştî cîhanê da ku çarenûsa şervanên me were naskirin. Şervanên me DAIŞ şikandin û ji herkesî re isbat kirin û xwedî vîn û îradene lê îxaneteke navnetewî li wan hat kirin. Em mijar ne mijara bazarê re ev mijareke mirovî ye, kurd nema vê yekê qebûl dikin, sebra wan nemaye ew rihê ku li zindana Amedê de gotî berxwedan Jiyana wê ew rihê berxwedan jiyana di zindana hikumeta demkî de jî dest pê bike. Ji bilî yekîtiya gelê kurd tu tiştên din nîne pêwîste em yekîtiya xwe xurt bikin û li pişta şervanên xwe bin û dengê xwe bighînin herkesî heya ku esîrên me vegerin nav malbatên xwe de.”
Mîtîng bi siloganên em zarokên xwe dixwazin, em êsîrên xwe dixwazin bidawî bû.







