Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêrêziyên li hember şehîdan; binpêkirina nirxên mirovahiyê ye

06/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bêrêziyên li hember şehîdan; binpêkirina nirxên mirovahiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bêrêziya li hember wêneyên şehîdan ku di destpêka meha Nîsanê de li navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kobanê pêk hat, bû sedema nerazîbûneke tund a gel û saziyên sivîl. 

Bêrêzî û êrişên li ser goristanên şehîdan û wêneyên wan, li gelek deverên Kurdistanê rû didin. Bi taybet di salên dawî de ew jî beşeke ji polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd.

Herî dawî li bajarê Kobanê bi destên qirêj êrîşî navenda saziyê ya li Çelebiyê kirin, wêneyên şehîdan qetandin û bêrêzî li pîroziyên gel kir. Ev bûyer di demekê de qewimî ku nîqaşên li ser tayînkirina şaredarên nû ji aliyê Hikumeta Demkî ve û nerazîbûnên gel li herêmê berdewam dikirin. Meclisa Malbatên Şehîdan û xelkê herêmê bi taybetî li Qamişlo û Kobanê ev kiryar wekî çalakiyeke tirsonek û nemirovane şermezar kirin. Ev bêrêzî di demeke aloz de qewimî ku li herêmê xwenîşandanên li dijî biryarên Hikumeta Demkî bi taybetî li ser tayînkirina şaredaran berdewam dikirin.

Li Kobanê goristana şehîdan ji sala 2012’an ve hatiye avakirin, lê piştî şerê dijwar ê Kobanê 2014-2015 hejmara goran pir zêde bû. Ev der ji bo gelê herêmê wekî sembola rûmet û azadiyê tê dîtin. Di heman demê de ne tenê li bajarê Kobanê ev bêrêzî têne kirin, lê belê li gelek bajarên din ev bêrêziyên ku li ser goristanên şehîdan têne kirin dibe weke aloziyekê di nava her civakekê de. Ji demên ku êriş têne kirin de ji aliyên çeteyan û kesên nenas ve ev kiriya têne kirin.

Di destpêka sala 2026’an de, komên çekdar li Helebê êrişî Goristana Şehîdên Berxwedanê ya li taxa Şêxmeqsûdê kirin û goristan xerab kirin. Di heman demê de li gelek bajarên din jî di dema êrişan de bêrêzî li ser gorên şehîdan hatin kirin.

Di derbarê mijarê de endama meclisa malbatên şehîdan Gulîsan Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Em bêrêziyên li hemberî şehîdan şermezar dikin’

Gulîstan da diyarkirin ku ew bêrêziyên ku li hemberî wêneyên şehîdan hatin kirin şermezar dike û wiha got: ” em wek malbatên şehîdan van bêrêziyên ku li ser şehîdên me têne kirin em şermezar dikin. îro ku ev şehîd rûmeta vî miletî parastiye û giyanê xwe yê hêja di ber vî miletî de dane. Îro roj kesên bê wîjdan bêrêziyan li ser gor û wêneyên wan dikin. Di vê demê de careke din li bajarê Kobanê û bi tayîbet li hin gundên wê careke din çete û herwiha hikûmeta Demkî tê de bicih bûyî ne. Ji ber vê bêrêziyan di derheqên şehîdên me de dikin û aloziyan di nava civakê de derdixin. Em îro dibînin Konbanê careke din dikeve bin xeteriyê. Ji ber van bêrêziyên ku têne kirin de, divê ku milet bêdeng nemîne ji ber ku îro şehîdên me hebûn û rûmeta me ne. Îro roj bi hezaran şervan di ber welatê xwe de û bi tayîbet di ber bajarê Kobanê de şehîd ketine.”

‘Ev kiriyar li cem me nerazîbûneke’

Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser kiriyaran û wiha got: ” ev kiriyarên ku têne kirin bi zehmetî li ser milet derbas dibe. Herwiha milet îro bi hezaran têne kuştin û dîlgirtin. Ev kiriyar ne tenê li ser Kurdan têne kirin lê belê li ser Ereban û Xiristiyanan jî. Ev ne tu kiriyarin ku îro roj li ser miletê me têne meşandin. Em tucarî kiriyaran li ser miletê xwe qebûl nakin, di vî warî de em ê her tim li ser piyan bin û van kiriyaran li ser xwe û şehîdên xwe qebûl nekin. Banga me ji bo hemû miletî ku li van şehîdên xwe xwedî derkevin û tu carî nehêlin li ser gor û herwiha wêneyên wan kiriyar werin kirin. Ji ber ku îro bi saya van şehîdên em li ser piyane. Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan teqez dikin ku ev kiryar dê biryardariya me ya li ser şopa şehîdan xurtir bike. Ev kiriyar li cem me û li tevahî kurdan nerazîbûneke.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.