Ayşa Silêman/ Dêrik
Endama Akademiya Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê Sîham Daûd diyar kir ku ew bi boneya salvegera Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê li tevahî jinên şoreşger ên ku cih û rola xwe di nav YPJ’ê de bi awayekî berxwedêr dane meşandin vê damezrandinê li wan pîroz dikin û wiha got: “YPJ’ê ji bo tevahî civakê û bi taybet ji bo jinan bû xeta parastina nasname û hebûnê.”
Di derbarê salvegera damezrandina YPJ’ê û rola wê di van civakê de Endama Akademiya Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê Sîham Daûd bersiva pirsên rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:

-Di nav 13 salan de rola YPJ’ê di nav civakê de çi bû?
Di tevahî Cîhanê de jin hertim biçûk dihat dîtin, li gor wan jin tenê di nava male de dê û zarokan bîne û xizmeta mêr bike. Qadên siyasî, leşker û civakî di hişmendiya wan de tenê ev qad, qadên mêrane jin nikare xebatê di van cihan de bikin. Ji ber ku jin hertim piçûk didîtin û kêm aqil lê dinêrîn û pêwîste di bin desthilatdariya mêr de jiyana xwe bide meşandin. YPJ’ê bi berxwedaniyekî mezin û têkoşînekî xurt ev hişmendiya ku di nav civakê de heyî şikand û careke din diyar kir ku jin dikare di hemû qadan de kar û xebatê bike. Jin di aliyên xwe yê leşkerî de êdî pilan û tektîkên xwe yên stratîjîk çêkirin û encamên serkeftî bi dest xistin. Mînaka ber bi çav di şerê DAIŞ de ku ewqasî jin piçûk didît, lê YPJ’ê li dijî DAIŞ îrade û hêza xwe isbat kir, hebûna xwe wekî jin nîşan da. YPJ’ê him parastina civak, xak û welatê xwe dike him jî parastina nirxên we wek jin dike. YPJ’ê bi hebûn, nasname û keda xwe careke din hijmendiya ku jin dikare bibe parêzer, têkoşer û dikare bibe jineke siyasetmedar di civakê de. Lewma em ji YPJ‘ê re dibêjin keda we pîroz be em bi we hene û hûn hêza parastina tevahî jinane.
– Tevî hemû têkoşîn û berxwedaniya ku hêzê YPJ’ê kirî gelo sedem çiye ku hikumeta demkî hebûna wan qebûl nake?
Em jibîr nekin ku hikumeta demkî ya ku hatî ser desthilatdariya Şamê hişmendiya wê ya islama radîkale, lewma ev hişmendî tucarî jinê qebûl nake di nav xwe de. Raste lihevhatinek hat çêkirin di navbera hikumeta demkî û QSD’ê lê hîn jî mijara hebûna jin di nav artêşa ku were avakirin mijara nîqaşê ye û heta astekî jî mijara têkoşînê ye. Li hemberî hişmendiyekî bi vî rengî ku te, nasname û wek jin te qebûl nake, hebûna YPG‘ê û YPJ’ê temsîla xeta parastina tevahî civakê dike û bi taybet jî xeta jinê. Lewma em wek civak û bi taybet wek jin nasnameya xwe di nasnameya YPJ’ê de dibînin, em ê heya dawiyê xebat û têkoşîna xwe bidin meşandin heya ku hebûna YPJ’ê di avakirina hikumeteke nû de misoger bibe. Ev yek mijara têkoşînê ye ji ber ku ew me qebûl nakin, idolojî û fikrê me qebûl nakin. Em ê bi israr bin di xeta xwe ya parastina jinan de, ez bawerim di pêşerojê de hin gavên erênî werin avêtin, ji ber ku di dema borî de jinek di nav hikumeta xwe de erikdar kirin di milê leşkerî de. Dibe ku ev jî gavekî ber bi qebûl kirina jinan di ertêşa sûrî de hebe û di hundirê wê de YPJ’ê.
-Li kêlek destkeftiyên ku bi saya YPJ’ê hatîn bi dest xistin, lê ji hêla çeteyan ve rastî işkenceyan tên û dewletên derdorê tu hisabî ji wan naxwaze?
Ji bo dîzayînkirina nû ya Rojhalata Navîn dibe ku ev hêzên navdewletî dixwazin dîzayîna nû li ser esasê dewleteke netewperest islamî radîkal were avakirin. Qaşo em di sedsala 21’emîn de ne, sedsala mafê mirova ye, lê di bûyerên ku işkence li jinan hatî meşandin baş hat xuyanî kirin ku rêxistinên mafên mirovan ên ku parastina mafê jinan û mirovahiyê dikin, bêdengiya wan diyar dike ku avabûna van saziyan ji bo parastina berjewendiyên hêzên navdewletî ne. Tê dîtin ku dixwazin vê dizayîna nû bidin avakirin li ser esasê şikandin û tunebûna jinê û careke din wê kole bikin û anîna wê tenê ji bo xizmetê û anîna zarokan. Em bêdengiya wan şermezar dikin û dibêjin heya vê astê êdî em bêdengiya we qebûl nakin. Pêweşte em welatekî nû ava bikin li ser esasê wekhevî, edalet û aşîtiyê, li ser esasê ku bingeha avakirina wê civakê jineke azad bê. Em di qonaxekî hesas re derbas dibin heya ku em destkefiyên şoreşa xwe misoger bikin û bikin di aliyê qanûnî û yasayî de di hundirê destûra nû de, pêwîste jin asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û li kêleka şervanên xwe bin. Me bi gotina berxwedan jiyane dest pê kiriye û pêwîste ev gotin bibe terzê jiyana me ya rojane.






