Esmihan Gedro/Qamişlo
Jinên bajarê Qamişlo Roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li tevahî cîhanê pîroz kirin û gotin, “Rojbûna Rêber Apo rojbûna aştî, wekhevî û hevjiyana azad e.”
Roja 4’ê Nîsanê li cem gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz xwedî girîngiyeke taybete, ji ber ku di vê rojê de Rêber Apo hatiye dinyayê. Rêber Apo gelê Kurd û bi taybet jin ji zincîra koletiyê rizgar kir.

Jinên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Jina bi nave Salîha Keleş rojbûna Rêberê Apo li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo li tevahî cîhanê pîroz be. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro jin li ser piyan in. Çiqasî ji bo Rêber Abdullah Ocalan em kar û xebatê bikin jî, wê kêm be li hemberî têkoşîna wî. Em tu carî weke jin gavan paş ve navêjin.Têkoşîna me wê nesekine û heyanî Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe emê li ser piyan bin.”

‘Em ê herdem li ser xeta Rêber Apo têkoşînê bikin’
Dayîka bi navê Şemsîxan diyar kir ku rojbûna Rêber Apo rojeke girînge ji bû tevahî jinên cîhanê û wiha got:”Rojbûna rêber Apo rojbûna jiyaneke nû ji bûna jinê ye. Rêber Ocalan pirojeyeke baş da pêşiya jinê. Li gorî wê jî em weke jin şopdarên felsefeya Rêber Apo ne û li gor pirojeya ku ji me re daye nîşandan, emê têkoşînê dewam bikin.”
‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna aştî û azadiyê ye’
Jina bi nave Kelsûma Osê Roja 4`ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz kir û wiha axivî: “Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelan
pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna aştî û azadiyê ye. Rêber Apo çavê jinan li azadiyê vekir, bi saya fikrê wî jin bû xwedî îrade û nasname.”






