Mihemed Seydi
Piştî zêdetirî 15’ê salan, careke din li Kobanê dixwazin sîstema Baas û siyaseta wê bisepînin. Piştî ewqas şer û alozî, wêranî û qurbaniyan, dixwazin Baasên bi kirasên dirêj û riyên berdayî li ser xelkê Kobanê bikin berpirs. Piştî zêdetirî 13 salan e ku Kurd li Kobanê xwe bi xwe rêve dibin û rêveberiya wan ji nava wan tê diyarkirin, HTŞ’ê dixwaze qaymeqaman ji cem xwe ve bişîne û bibêje ev ê we bi rêve bibe û ew ê li ser we biryaran bide. Ev bûyera li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê di vê hefteya derbasbûyî de derket û kesek ji aliyê desthilata Şamê ve wekî rêveber li ser Şaredariya Gel hat danîn, bûyerên ku li bakurê Kurdistanê pêk tên tîne ber çavên me. Çawa qeyîm li ser şaredariyên bakurê Kurdistanê hatin ferzkirin, li Çelebiya Kobanê jî ev yek hat kirin. Herwiha qaymeqamê Kobanê jî kesekî ji bajarê Cereblûsê ye hatiye ferzkirin û dixwazin wiha bi xelkê jî bidin qebûl kirin ku dewlet çi bixwaze ew ê bibe. Li gorî peymana 29’ê Çileya 2026’an di navber QSD’ê û desthilata HTŞ’ê de, ew ê herêmên Kurdan xwedî xweseriya îdarî û ewlehiyê bin, lê bi taybet li Kobanê, ev yek heta niha jî pêk nayê û ferzkirinên curbicur tên sepandin. Ev bûyer, rewşên ku berê li Kobanê diqewimîn tîne bîra me . Di serdema Baas de, rêveberê herêmê yekî ji parêzgeheke din bû ku ew Baas’î bû, şaredar jî Baasiyekî Kurd bû ku bassitiya xwe ji Kurdîtiyê zêdetir didît û qîmet didayê. Her wiha berpirs û rêveberên hemû saziyan jî di serdema beriya 2011’an de, ji Cereblûs û Şêxler heta ji Dêrazor û Deraa ango ji parêzgehên başûrê Sûriyê jî mirov dişandin da li ser xelkê Kobanê bikin rêveber. Herçiqasî xelkê Kobanê qebûl nedikir, lê ji dest tiştek nedihat û tu qeweteke zêde jî li hember hêza istîxbarat û ewlehiyê ya rêjîma Baas nebû. Lê piştî vî miletî ewqasî berdêl dan, ew ê qet û qet qebûl nekin ku di bin çi navî de dibe bila bibe, kesekî alîgirê Baasiyên Selefî were bibe qaymeqam li ser serê wan. Çawa ku Baas ji xwe bawer hemû dezgehên istîxbaratê li Kobanê bi cih kiribûn û dixwast bi rengên cur bi cur xelkê berde qirka hevdû, desthilata HTŞ’ê jî vê siyasetê dimeşîne. Carne bi navê Eşîran dixwaze xelkê bitirsîne û carne jî di bin navê ku tiştekî bi navê rêveberiya Xweser namîne dixwaze xelkê bê moral û hêvî bihêle da paşê bi hêsanî destwerdan bike. Lê nizanin ku xelkê Kobanê ji ya xwe nayê xwarê û bi salan li hemberî vê siyaseta Baasiyan serê xwe netewandiye û îro jî li hember van îslamîstên çêlikên Baasê jî serî danîne. Di vî alî de jî divê rêveberiya Kobanê ya niha jî hişyar be û hîn zêdetir nêzikî xelkê xwe be da karibin pêşiyê li her destwerdanekê bigrin.






