Navenda Nûçeyan
Ji ber nakokiyên bi welatên Ewropayê re yên li ser nebeşdarbûna wan di êrişên li ser Îranê û parastina tengava Hurmuzê de, Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku ew ê ji NATO’yê vekişe.
Axaftinên dubare yên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îhtîmala vekişîna Dewletên Yekbûyî ji (NATO) pirsên qanûnî û destûrî yên tevlihev derdixe holê, ji ber ku hevpeymaniya NATO’yê dibêje ku mekenîzmeya vekişînê salekê destnîşan dike. Di heman demê de qanûna Amerîkayê desthilatên serok sînordar dike, ev tê vê wateyê ku her gavek bi vî rengî ne tenê wê siyasî be, lê belê dê nakokiyeke qanûnî, destûrî û îstratîjîk be.
Gefa serokê Amerîkayê roja çerşemê 2026-4-1 ya vekişîna ji NATO’yê, pêşroja mezintrîn hevpeymaniya leşkerî ya di cîhanê de dixe pêşiya ezmûneke mezin de, di demekê de ku pirsgirêkên Rûsiya, encamên şerê Amerîkayê-Îsraîlî li ser Îranê û bilindbûna bihayên enerjiyê di sernaserî cîhanê de, derdikevin holê.
Li gorî Konseya Têkiliyên Derve, navendeke lêkolînê ya Amerîkî ku pisporê siyaseta derve ya Amerîka û têkiliyên navneteweyî ye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê stûna şiyanên NATO’yê temsîl dike, çi ji hêla hêz, şiyanên nukleerî, an jî fînansekirinê ve, ev tê vê wateyê ku her vekişîna Amerîkî ji hevpeymaniyê dikare bibe sedema guhertinên mezin di avahiya ewlehiya Ewropayê de.
Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî destnîşan kir ku vekişîna DYA ji NATO’yê dibe ku prensîba astengkirina leşkerî li Ewropayê qels bike, welatên Ewropî neçar bike ku lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin herwiha dê bihêle welatên Parzemîna Ewropayê pergalek ewlehiyê ya Ewropî ya serbixwe ji Dewletên Yekbûyî ava bikin.
Hevpeymaniya NATO’yê çi dibêje li ser mekenîzmeya vekişînê?
Bendê 13’emîn a Peymana NATO’yê dibêje ku her dewletek endam dikare piştî ku agahdariya fermî bide Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji hevpeymaniyê vekişe û vekişîn dê piştî salekê ji roja agahdariyê ve bikeve meriyetê. Ev tê vê wateyê ku, ji aliyê hiqûqî yê navneteweyî ve, vekişîn tavilê nîne, lê heyama salekê hewce dike berî ku bi fermî bikeve meriyetê.
Hêjayî gotinê ye ku di peymanê de mekanîzmaya ku di rewşa ku Dewletên Yekbûyî bi xwe bixwaze ji hevpeymaniyê vekişe zelal nekiriye, ev yek pirsgirêkek yasayî derdixe holê ku pispor neçar in çareseriyekê jê re bibînin.
Vekişîna ji NATO’yê di destê kê de ye?
Lêkolînek ji aliyê Xizmeta Lêkolînên Kongresê ve di Sibata 2026’an de hatiye weşandin, rave dike ku mijara vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji NATO’yê ne tenê bi qanûna navneteweyî ve girêdayî ye, lê di serî de bi qanûna destûrî ya Amerîkayê û mijara dabeşkirina desthilatan di navbera serok û Kongreyê de ve girêdayî ye.
Destûra Bingehîn a DYA’yê desthilatên berfireh di rêvebirina siyaseta derve de dide serok, lê di berdêla wê de roleke sereke di pejirandina peymanên navneteweyî de dide Senatoyê, ku ev yek pirseke yasayî derdixe holê ka kî xwediyê desthilatê ye ku biryara vekişînê ji peymanan bide.
Destûra Bingehîn a DYA’yê bi awayekî eşkere nabêje ka kî xwediyê desthilata betalkirin an vekişîna peymanan e, ku ev yek di dîrokê de bûye sedema bûyerên cûda, ji ber ku hin serokên DYA’yê bêyî erêkirina kongresê peymanên navneteweyî betal kirine, di heman demê de hin endamên Kongresê îdia kirine ku bidawîkirina peymanan divê bi heman mekanîzmaya ku ji bo erêkirina wan hatiye pejirandin, ango bi rêya Senatoyê, were kirin.
Dê çi bibe eger serokê vekişiya bêyî erêkirina kongresê?
Pirsgirêka desthilatên destûrî, di rewşa nakokiyek di navbera serok û Kongresê de, dikare bibe sedema nakokiyeke destûrî, nemaze eger her serok hewl bide ku bêyî erêkirina kongresê ji NATO’yê vekişe. Di vê rewşê de, dibe ku dadwerî û Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, werin gazîkirin ku li ser mijara desthilatên destûrî yên têkildarî bidawîkirina peymanên navneteweyî biryar bidin.
Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berê jî ji biryardana rasterast li ser hin nakokiyên têkildarî bidawîkirina peymanan dûr ketiye, ji ber dibe ku ev mijar di bin tiştê ku wekî “pirsgirêkên siyasî” tê nasîn de bin ku dadwerî tercîh dike ku destwerdanê neke û ji şaxên rêveber û yasadanînê re bihêle.
Encamên vekişîna ji NATO’yê
Vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji NATO’yê ne tenê dê erkên wê yên yasayî di nav hevpeymaniyê de bi dawî bike, lê di heman demê de dê bandorên stratejîk ên mezin jî bi xwe re bîne, ji ber ku DYA’yê hêza leşkerî ya herî mezin di nav hevpeymaniyê de ye herwiha stûna bingehîn e û şiyanên parastina kolektîf temsîl dike. Ji ber vê yekê, her vekişîna Amerîkî dikare bibe sedema guhertinên mezin di avahiya ewlehiya Ewropayê û di xwezaya hevsengiyên ewlehiyê di nav hevpeymaniyê de.
Vekişîna ji peymanê nayê wê wateyê ku hemû şêweyên hevkariya leşkerî ya di navbera Dewletên Yekbûyî û welatên Ewropî de bi dawî bibin, ji ber ku Dewletên Yekbûyî dikarin bi peymanên parastinê yên dualî an piralî li derveyî çarçoveya NATO’yê berdewam bikin. Lêbelê, vekişîna ji hevpeymaniyê tê wê wateyê ku pabendbûna fermî ya bi madeya 5’an a peymanê re, ku prensîba parastina kolektîf, yek ji bingehên herî girîng ên hevpeymaniyê destnîşan dike, bi dawî bibe.






