Navenda Nûçeyan
Di 30’ê Adarê de Kenesset a Îsraîlê bi piraniya 62 dengan, 48 dengên na û dengekî jî bêalî, qanûna bidarvekirina girtiyên Filistînî pesend kir.
Li gorî nivîsa qanûnê, Îsraîl dikare cezayê darvekirinê li ser her welatiyekî Filistînî yê ku welatiyekî Îsraîlî bikuje bisepîne, lê di tu şert û mercan de ew nikare li ser Îsraîliyekî ku Filistîniyekî bikuje were sepandin.
Hûrgûliyên qanûnê û mekenîzmeya pêkanîna wê:
Projeya vê qanûnê ji hêla partiya “Hêza Cihûyan” ya tundraw, bi serokatiya wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtmar Bin Xefîr û endamê Knesset Nêsîm Vatorî ji Partiya Likud; hat pêşkêşkirin.
Bendên projeya qanûnê
Cezayê darvekirinê ji hêla (leşker) efserekî rû girtî, ji bo misogerkirin û parastina wî leşkerî, tê pêkanîn.
Kesê ku cezayên darvekirinê pêk tîne ji berpirsyartiya qanûnî hem yê cînayetî û hem jî sivîl têne xilas kirin.
Qedexekirina kêmkirin an betalkirina hukmê darvekririnê piştî ku bê derxistin, dibe ku cezayê darvekirinê bêyî dozger were dayîn herwiha divê di nav 90 rojan de piştî derxistina biryara dawî pêk were.
Mehkûm di hucreyên bin erdê yên bi tenê de tên girtin û serdan heta kêliya ku ew werin darvekirin qedexe ne.
Xalên herî berbiçav ên qanûnê:
Qanûn li ser welatiyên Filestînî yên ku li herêmên di bin kontrola desthilatdariya Îsraîlî de dijîn, tê pêkanîn. Herwiha cezayê darvekirinê li kesên ne-Îsraîlî ji şêniyên Difa El-Xerbiyê yên ku bi sûcên terorê hatin tawanbar kirin, tê ferz kirin. Vebijarka cezayê heta hetayê tenê ji bo rewşên pir îstîsna sînordar dike.
Desthilata dadgeha leşkerî dikare hukmê darvekirinê bêyî ku daxwzek ji dozgeriya giştî hebe; bide herwiha biryareke yekdeng ji desteya dozgeriyê hewce bike. Di heman demê de ne pêwîste ku pileya dozger ji ya kolonêl kêmtir be.
Fermandarê hêzên Îsraîlî li herêma têkildar mafê wî tune ku cezayê darvekirinê efû bike, cezayê kêm bike, an jî betal bike.
Qanûn guhertina qanûna cezayî destnîşan dike, da ku tenê cezayê darvekirinê an jî cezayê heta hetayê li ser her kesê ku bi armanca înkarkirina hebûna Dewleta Îsraîlê di çarçoveya kiryareke terorîstî de bibe sedema mirina kesekî were sepandin.
Li gorî vê qanûnê, cezayê darvekirinê dê di nav 90 rojên ji dema derxistina wê ya dawî de bi darvekirinê were bicîhanîn. Maf Serokwezîr heye ku ji ber sedemên taybet, ji bo heyamek ku ji 180 rojan zêdetir nebe, ji dadgehê daxwaza rawestandina cîbicîkirinê bike.
Hikûmet ne xwediyê desthilatê ye ku fermana berdana kesekî bide ku hatibe mehkûmkirin, gumanbar e, an jî bi sûcekî ku bi cezayê darvekirinê tê tawanbarkirin.
Qanûna Girtîgehan tê guhertin da ku tedbîrên têkildarî şert û mercên hucreyê (zindana yek kesî) ji bo kesê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bên diyarkirin herwiha sînordarkirina gihîştina wî û pêkanîna darvekirinê bi awayekî veşartî.






