Medya Miqted
Di roja me ya îro de gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê di nava pêvajoyek giran ku têde bê istiqrarî xwe dide pêş û dibe cihê ne çarekirina doza kurdî, derbas dibin. Salên pir dirêj ev gel di hemû cure qirkirin û pişaftinan re derbas bûn. Lê belê ger ev gel sîstema parastina rewa ji xwe re bingeh negirtibana, her wiha ger qezencên ku dikarin hebûna wan a heta hetayî bide parastin bi destnexistibana, wê îro jî nikarîbana gavên ber bi aştiyê bidana avêtin ku ev gav û pêvajo jî ji ya şer û çekê bi deh qatî girantire.
Meşîn û mezinkirina pêvajoya aştiyê xwe dispêre perensîpên bingehîn a bi sîstemkirina pergala demokrasî û derî girtina li hember şer û aloziyên ku bi hezaran civak ji xwe re dikin qurban di oxira zindî hêştina sîstema desthiledarî û sermiya yê. Yekem car di dîroka mirovahiyê de peyva Aştî cihê xwe di piratikbûnê de digre. Ev yek jî bi saya bipargalbûna wê bi pêşengtiya Rêberê Entirnasyonalist Abdullah Ocalan bû. Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025`an ji bo dawîanîna pêvajoyek bi şer barkirîbû pêvajoyek nû di bin navê Banga Aştî û Civaka Demokratik de da destpêkirin. Ev pêvajo ji bo avakirina demokratikbûnê di Kurdistanê de sînordar nema lê belê weke deryayek ku bi mezinbûna û kurbûna xwe zelal, paqij û bê sînore, pêlên xwe li seranserî Rojhilata Navîn da belavkirin. Pêvajoya guhertin û bi pêşdebirina doza Kurdî di dîrokê de ye. Tevî ku di asta navneteweyî de ev pêvajo bi awayeki ku xwe dighîne lutkeya erênîbûyinê jî hat pêşwazîkirin jî lê belê gavên ne şênber û bi lez ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye avêtin.
Ji ber ku ev pêvajo li ser asta navneteweyî hat pêşwazîkirin wê demê ne tenê dewleta Tirk erkdar e di heman demê de jî ji bo pêkanîna aştiyê hemû dewletên navneteweyî divê bi erka pêkanîna aştiyê rabin. Lê mixabin di roja me ya îro de, her çiqas ev şer ku di navbera îsraîl, Emerîka û Îranê de li ser bingeha pêkanîna berjewendiyên xwe ne jî lê belê şaxek ji şaxên wî şerî, ew e ku pêvajoya aştiyê bê bandor were hêştin, qeyrana li Rojhilata Navîn zindî were hêştin. Dema ev hemî jî werin pêkanîn, wê demê yekser dijbertî li hember aştî û demokrasiyê tê kirin û wisa dîsa li cîhanê şerê du xêzên peralel ku bi hev re nakevin heman aheng û hevsengiyê tê gurkirin. Çimkî ev demeke di navabera van her sê dewletan jî aloziyên siyasî û leşkerî her tên berdewamkirin. Her wiha avakirina çekên nuklerî ji aliyê Îran jî xeteriya gurkirina şer li Rojhilata Navîn dide nîşandan. Ji bo ku Îran jî bikeve nava astengiyek cidî, Îsraîl û Emerîka jî li hevalbendên Îranê weke Hizbullah li Lubnanê, Houthî jî li Yemenê û hinek kom li Îraq û Sûriyê, êrîş bi ser wan de dide dewam kirin.
Îro giranbûna va şerî bi xwe re gurkirina şerê cîhanê yê sêyem a ku ji salên 2011`an ve hatiye destpêkirin girantir dike, şerê niha li ser ruyê erdê jî tê meşandin ya di navbera van her sê dewletan de statûya wê hatiye guhertin ev jî ji alavên sîxortî û îstixbaratî derbas ya çekdarî ku raste rast tê meşandin.
Erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê rû bi rû bi gefên dewletên hegemon re tên hêştin. Di heman demê de bi vî awayî carek din Kurdistan rastî şerekî raste rast tên, wê demê bi awayekî yekser pêvajoya derîgirtina li hember şer dijbertî wê derdikeve ortê ji ber ku xweparastina rewa dibe erka her Kurdistaniyekî/ê.
Sûriyaya ku ev 14 sal di nava aloziyê de hatiye xetimandin, di roja me ya îro de carek din dibe qada şer, tesfiyakirina hesaban û meydana cengên giran ya di navbera Îsraîl, Emerîka û Îran, çimkî hebûna bargehên Emerîka li Rojhilatê Hesekê û ya Îsraîl li peravên Sûrî rasterast dibe armancên Îranê. Bi vî awayî Rojhilata Navîn careke din ne tenê vedguhere şerê di navbera dewletan de lê di bingeh de şerê îdeolojî û serweriya siyasî ne. Û ji ber ku dewletên NATO li hember pirsgirêkên ku jiyan dikin nabin cihê çareseriyê, xwe berdidin nava qadên ku şer li herêmê gurtir dike. Di bingeha dawîanîna van pirsgirêkan, çarekirina rewşa Kurda ye eger neyê çarekirin wê demê desthiledarî û hegemonîtî wê bibe rêbenda herî xeternak a li ser pêvajoya aştiyê. Ji ber ku Kurd di Rojhilata Navîn de xwedî hebûnek stratijîk in, xwedî erdnîgariyek dewlemend in her wiha her rastî şer û dagirkeriyan hatine û dewletên navneteweyî jî li hember vê yekê Kurdan kirin hevalbendên xwe ji bo şerkirina li hember teroristiyê, ev hemî jî ewlehiya dewletên ku dibin palpişt ji teroristiyê re dixist metirsiyê.
Em di vê pêvajoyê de bal didinê ku hin dewletên ku destê wan di destpêkirina komploya 15`ê Sibatê de hebûn, îro dibin nûnerê gurkirina şer li Rojhilata navîn û dibin antî-azadî û aştiyên herî mezin. Dibin dijberê herî mezin li hember modela konfedralîzima demokratik ku ev model jî hevjiyana gelan, azadiya jinê û xweserbûyînê ji xwe re bingeh digre û xwe li ser ava û mezin dike. Yanê komploya ku hatiye despêkirin îro dewam dike lê vê carê bi sîstem û şêwazek nûjen.
Bi kurt û kurtasî, Emerîka di parastina sîstema xwe de bi îsrar e, Îsraîl di parastina ewlehiya xwe de, xwedî tekoşînek bê navber e tevî ku metirsiya xwe ji bernemeya nuklerî ya Îranê heye û Îran jî ji bo bandorbûyîna xwe bide parastin, xwe xistiye cengên giran ev hemû jî nîşaneyên bê bandorhêştina pêvajoya aştiyê ye. Ez dîsa vedigerim û dibêjim girantirîn şer ne şerê çekdariye lê belê şerê guhertina îdeolojiyê ye.
Heya ku Îran xwe weke pirojeyek siyasî-Îslamî nîşan bide û Îsraîl jî li ser modela dewlet netew xwe ragire wê demê tevî ku moderneteya kapîtalîst jî ber bi hilweşînê ye jî lê belê wê şerên civak bi komên xwe yên nijadî, ziman, ol, felsefî û heta siyasî jî di meydana cengan de dijbertiya herî mezin li dijî dewlet û desthiledariyê bidin meşandin. Her wiha aloziya heyî wê giran û gurtir bibe û ev yek wê derbe li pilanên dewleta bixe weke Îsraîl di ji nû ve dîzayînkirina Rojhilata Navîn de.
Herî dawî ji bo ku dewleta Tirk nekeve halê ku niha dewletên şerxwaz ketinê de divê gavên şênbertir ber bi xortkirina pêvajoya aştiyê bavêje.
1-Kurdan weke gel ku bikaribe bi nasname û zimanê xwe bixwîne, bipejirîne
2-Oparasyonên xwe yên leşgerî bide seknandin
3-Di desturên bingehîn de divê referumên demokratîk hebin
4-aktivîst û siyasetmedaran azad bide berdan
5-Siyaseta demokratîk bide xortkirin.






