Esmihan Gedro/Qamişlo
Li Efrîn û Helebê li dijî gel binpêkirin dewam dikin, li aliyekî dart ê qutkirin û li aliyê din jî ji bo valakirina malên welatiyên Efrînê komên çete û kesên ku di malên wan de ne periyan dixwazin.
Koçberên Efrînê, yên di 2018`an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çekdarên wê ji warê xwe derketine li benda vegerek bi ewle bûn. Di peymana 29’ê Çileyê de ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin, yek ji xala bingehîn jî vegera koçberan e.
Di çarçoveya peyama 9`ê Adara 2026`an de 400 malbatên Efrînî ku koçberî herêma Cizîrê bibûn vegeriyan warê xwe. Lê piştî ku ew vedigerin Efrînê, lêpirsîn bi wan re tê kirin û malên wan nayên valakirin. Di heman demê de koçberên ku vedigerin rastî rewşa aborî a zehmet tên, ji ber ku piraniya malên wan hatine talakirin û têkbirin.
Li gorîagahiyên ji çavkaniyeke ji Efrînê, çete û malbatên wan yên ku di malên welatiyan de ne, pereyan ji welatiyan dixwazin heta ku malên wan vala bikin. Herî dawî ji koçberekî li Cindêrisê 48 hezar dolare tê xwestin heta ku çete mala wî vala bikin.
Birîna darên zeytûnan hîna jî dewam dike
Li gorî çavkaniyek ji Efrînê, beriya çend rojan darên li nêzî gundê Tirindê yên li Efrînê tên birîn ji aliyê komên ku li kampa “Kiwêt El Rehma” ya nêzîkî herêmê dijîn darên mayî birîn.
Revandin û girtina welatiyan li Efrîn û Helebê
Di meha Adarê de zêdetirî 70 kes hatin revandin û girtin ku piraniya wan piştî çalakiyên cejina Newrozê de hatin girtin. Herwiha 4 ciwan li taxa Şêxmeqsûd bi tewanbarkirin û hincetên ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, hatin girtin.
Li Efrînê û gundewarên wê, di 21`ê Adarê de dema gel Newroz pîroz dikir rastî êrişên komên erebên hawîrde hatin, di heman demê de malên wan hatin dizîn.
Binpêkirin û sûcên di meha Adarê de hatine kirin
Hejmara binpêkirin û kiryarên ku ji hêla komên çekdar ê girêdayî wezareta parastinê ya Sûriyeyê û komên din ên nenas ve di meha Adara 2026`an de li Efrîn û Helebê hatine kirin wiha bû: “Li bajarê Efrînê û Helebê 13`ê welatî di nav wan de keçek û jinek, hatin kuştin. Di nav wan de kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane kesekî din jî ji ber krîza dil, ciwanekî ku xwe kuştiye û du kesên din jî ji ber hilweşîna avahiyek niştecihbûnê li taxa Eşrefiyê ya Helebê hatin wefat kirin.”
Êrîşa li ser welatiyan û dizîna milkên wan
Li bajarê Efrînê hîn jî operasyonên dizî û şelihandina di rêde ku tên sekinadin û ji welatiyan pêwîstiyê bi wan lazim dikin dewam dike. Dema ku welatiyan mijûlî pîrozbahiya Newrozê bûn, malên Kurdan hatin dizîn. Her wiha, li navçeya Cindirêsê 18 serî pez, zêr û mîqdarek pere ji aliyê rêbirên çekdar ve hatin dizîn. Piştî ku pereyên wî hatin dizîn, şofêrê taksiyê rastî êrîşê hat, û li navçeya Şiyê jî diziyan êrîşî welatiyek û jina wî kirin û tiştên wan hatin dizîn. Pirsgirêka desteserkirina milkên taybet li Efrînê jî astengiyek e li pêşiya vegera kesên koçber û penaberan bo malên xwe, ji ber serdestiya çekan û nebûna edalet û hesabpirsînê.






