Can Yûsif
Baran Dilbuhar; Çavkaneke ji awazan ava wê namiçiqe û bexçeyek ji helbestan kulîlkên wê naçilmisin.”
Di dilê Cizîra Keskîn de, li ser sînorên bakurê Kurdistanê, bajarê Derbasiyê wek gewherekî di navbera deşt û çiyayan de dibiriqîne, û mêrgeke zindiye bi jiyan û danê , ku zeviyên wê dirêj dibin û sinbilên genim bi awazên bayê re dihejin , dengên çivîkan bi xuşîna çeman re diherike di senfoniyek xwezayî ya bedew de, li wir ,li gundê heremê Hestiya yê girêdayî bajarê Derbasiyê ,hunermend û awazdênerê kurd Baran (Luqman Şêxî) di 12ê Adara 1974’an de, ji dayîk û bavek kurd (Mela Mehmûd û Tirkiye) hatiye dinyayê
û di nav malbateke kurdperwer, neteweyî û oldar de mezin bû, ku ji neh bira û du xwişkan pêk dihat, û bi nirxên neteweyî,û girêdana bi nasnameya kurdî ve mezin bûn.
Derbasiyê ji destpêka dîrokê ve bi comerdî û mêrxasiya gelê xwe tê naskirin, di her demê de, ew bûye sembola mêrxasiyê û dilsoziyê, û bibû dergûşa şaristaniyên herî kevnar ên ku di Mezopotamyayê re derbas bûne , li ser xaka wê Mîtanî, Sûbarî û Hûrî lê jiyane û axa wê bûye navenda çandê û danûstendina şaristaniyî ji serdemên kevnar ve.
Di serdemên paşîn de bi dîroka mîrnişîna Bedraxaniyan ve hatibû girêdan, ku xetîreya hişmendiya neteweyî ya Kurd hilgirtibûn û Dirbêsiyê kiribûn minareya zanist, raman û çandê.
Dirbêsiyê ne tenê hema wargehek ji bo siyaset û çandê bû, lê her wiha dayika olên asmanî û dîdargeha çandên cuda bû, ku deng, ziman û adet tevlihev dibûn di nav tevneke mirovî ya yekta de.
Derbasiyê gelek hunermendên nemir û dengbêjên mezin anînê jiyanê wek (Zubêr Salih, Remezan Necem Omerî, Ebdulqadir Îso, Mehmûd Ezîz Şakir, Mizgîn Taher, Munîr Şêxê) ,her wiha gelek nivîskar û helbestvanên kurd mîna (Mihemed Elî Şakir, Xemgîn Ramo, Erşef Oskan û Ciwanê Evdal) ji pêsîra wê miştine .
Hunermend Baran zarokatiya xwe li kolanên gundê xwe Herêma Hestiya yê dorpêçayî bi zevî û bostanan derbas kir, ku dengê çivîkan bi sirûdên jinan re di zeviyan de û stranên şivanan di mêrgan de di ahengsazîyekê de diherikîn, ku awazên yekem bûn di bîranîna wî de mayîn û bûn çavkaniya îlhamê di hûnandina helbestan û nivîsandina gotinan de.
Ji wê jîngeha cihêreng, destpêka wî ya hunerî hatiye afirandin, wî hişmendiya xwe ya wêjeyî û rewşenbîrî ji çîrokên dapîrên ku di şevên sar ên zivistanê de vedigotin û ji çîrokên gelêrî yên ku bi nifşan re derbas dibûn, girtiye ,ji kaniyên van çîrokan ruhê strana folklorî û welatparêzî wergirtiye .
Wî xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li dibistanên bajarê Dirbêsiyê qedandiye û li wir hişê wî yê afirînerî dest pê kiriye, û awazên xwe ji lavijên dêrên (Mar Elias û “Edra), û ji sirûdên mizgefta (Selahedîn Eyûbî) afirandiye , tîp û peyvên xwe ji efsaneyên kurdî û destanên qehremanan vehûnandiye da ku cîhana hunerî ya taybet ji bo xwe biafirîne.
Herwiha awazên xwe yên xweş jî ji xuşxuşa çemê Xabûr û xuşîna çemên Çetel û Zergan wergirtiye û ji girên Çetelê û Tilîlûnê û Newala Kerbetlî ruhê girêdana bi welat û berxwedanê wergirtiye û ji Keleha Mêrdînê û Çiyayê Bagokê hêza rehwanbêjiyê û afirandêriyê girtiye.
Ji xwezaya efsûnî ya Çolbistan û Kepezê
îlhama verêstina helbestên xwe standiye.
Hewesa wî ya wêjeyî û hunerî û hezkirina wî ya ji bo muzîk û stranbêjiya kurdî di temenekî piçûk de dest pê kir, dema ku ew di dibistana seretayî de bû, di bin bandora stran û awazên Koma Berxwedan, Aram Tîgran, Mihemed Şêxo û Dilgeş de, ku di dilê wî de hezkirina welat û gel çandin, û di giyanê wî de hestê peyama hunera pabendîdar şiyar kirin mîna peyameke bi nirx ji bo
Îfadekirina dîrokê، nasname û azadî yê.
Êvarekê, hinek ji zarokên gund di şevbûnekî de li hev civiyan؛ bavê yek ji hevalên wî jê xwest ku helbestek ji gotinê xwe bixwîne, Baran bi dengekî şermokî lê jidil helbest xwend, heta ku gelek kesan guman kirin ku ew ji helbestên Cegerxwîn e, ji ber kûrahî û hestyarîya ku tê de hebû.
Di wê demê de yek ji hevalên wî dîwana “Kîme Ez”a helbestvan Cegerxwîn û ferhengê Elî Seydo Goranî diyarî wî kir, van her du pirtûkan bandoreke mezin li çêbûna hişmendiya wêjeyî û rewşenbîrî ya wî kirin û deriyên ziman, zanîn û afirandinê li ber wî vekirin û ji wê gavê ve rêwîtiya wî ya bi gotin û awazê dest pê kir.
Di sala 1997’an de, karê wî yê hunerî bi tevlîbûna Koma Zîlan dest pê kir û jêhatîbûna wî bi pêşve çû û afirîneriya wî ya wêjeyî û hunerî pêş ket û dengê xwe terxan kir ji bo xizmeta doz û nasnameya kurdî .
Ji ber eşqa wî ya kûr bo çand û hunerê, û girêdana wî ya hestyarî bi welat û dozê neteweyî ve, di sala 1999’an de hîn di ciwaniya xwe de tevlî tevgera rizgariya Kurdistanê bû, di wê baweriyê de bû ku awaz û peyv dikarin bibin baskên azadiyê, çawa ku çek dibe mertalê rûmetê.
Li çar parçeyên Kurdistanê wî xebat û çalakiyên hunerî li dar xistin û beşdarî vejîna festîvalan, helkeftên neteweyî û cejnên Newrozan bû:
▪︎ Li bajarên Rojava bi deng û ezmûna xwe ya hunerî asînanê hemû bajarên parêzgeha Hesekê , Kobanê û Efrînê ronîkir û awazên bênxweşiya nasname û berxwedanê di nava gel de belav kir.
▪︎Li Herêma Kurdistanê û Iraqê li (Silêmanî, Şehrezûr, Kerkûk, Xaneqîn, Hewlêr, Dihok, Tûzxurmatû, Şengal, Mexmûr û Bexdayê) beşdarî gelek aheng, festîval û şahiyan bû û dengê azadî û xweparêziyê di nav gel de belav kir.
▪︎ Li çiyayên Kurdistanê – herêmên Medyayê, dengê wî di nav qopên çiyayên (Xênîra, Xakûrk, Qendîl, Garê,Zab, Ava Şîn, Heftanîn û Matîna) de deng veda. Xebatên ku yekitiya axa Kurda û pirrengiya wê ya çandî îfade dikin pêşkêş kir.
Her weha di gelek komên hunerî yên kurdî de, rêvebirî û beşdar bûye ,mîna:
▪︎ Koma Awazên Çiya – Çiyayên Kurdistanê.
▪︎ Koma Penaber –Kampa Mexmûrê.
▪︎ Koma Awaz – Bexda.
▪︎ Koma Dîcle – Kerkûk.
▪︎ Koma Cûdî – Dêrik.
▪︎ Koma Hêzel – Tirbespiyê.
▪︎ Koma Botan – Qamişlo.
▪︎ Koma Agirî – Amûdê.
▪︎ Koma Sason – Reqa.
▪︎ Koma Agirî – Heleb.
▪︎ Koma Çiyayî Kurmênc – Şehba.
Çalakî û jêhatîbûna wî ya hunerî tenê bi dengbêjî û sazbendiyê re sînordar nema, lê gihişte nivîsandina helbestên klasîkî jî, wî helbestên terazû bi rêzbend û kêşe jî nivîsandibû, di danîna awazan de henaseya xwe ya taybet lê zêde kiribû, da ku peyv û melodî bi hev re bibin yek di berhemeke hunerî de ku bi tîp û awazan re tevlihev bibin û derbirîna
giyanê wî yê afirînerî û kûrahiya ezmûna wî ya hunerî bikin .
Her wiha bi dehan vîdyoklîp ji stran, awaz û gotinên xwe pêşkêş kirin û pirtûkxaneya hunerî ya Kurdî dewlemend kir, di nav van klîbên ku ew tê de beşdar bûye:
▪︎ Bi koma Zîlan re: Spartakosê Kurda.
▪︎ Bi koma Penaber re:
(Ey Serok، Roja Me – Nexşeya Rê).
▪︎ Bi koma Awazên Çiya re: (Ormarê Bilind، Destana Zabe، Newroza Arî، Botan Derya Egîdan، Rojava، Rêber Apo، Popele، Şetyano ، WaşoKanî – Carê Nîsanê).
▪︎ Bi koma Cûdî re:
(Sirûda 19 Tîrmehê، Destana Êzdîxanê، Yûsif Gulo، Mamzî، Zomênê Botan – Avaşîn).
▪︎ Bi koma Botan re:
(Destana Genim – Geliyê Xabûr).
▪︎ Bi koma Agirî – Amûdê re: (Şewqa Rojê، Hilo Baze).
▪︎ Bi koma Agirî – Heleb re:
(Welato – Em Bernadin Dîlanê).
▪︎ Bi Hunergehê re:
(Şêladizê).
▪︎ Bi koma Serdem û Agirî – Amûdê re:
(Garê Newroze).
▪︎ Bi koma Çiyayî Kurmênc re:
(Kela Helebê).
Ji stran û klîbên wî yên ku bi tena serê xwe di koman de gotiye:
1- Rojava
2- Carê Nîsanê
3- Rêber Apo
4- Ey Serok
5- Cêwî Hevalin
Ji bo wî huner ne şehyanek bû, lê sozek, berpirsiyarî û peyamek neteweyî bû, di her helbesta ku vedihûne û di her awazeka ku distrê de giyanê şehîdan zindî dike û di her stranekê de çîroka şervanekî û hesreta dayikekê vedibêje û di her gotinekê de bîranîna axê bi azadî û hêviyê di vejîne.
Gelek hunermend û komên muzîkê yên Kurd ji kaniyên wî yên hunerî û wêjeyî vexwartine û ji stran û muzîka wî ya afirîner ku bi xêzên evîn û hesretê verêsayîn , bi awazên xwe yên xweş û bi gotinên xwe yên nazik vehûnandîn, stran gotine,ji stranên wî yên herî navdar ku koman kurdî xwendine:
▪︎ Koma Amara – Çiyayên Kurdistanê: Abo Roje
▪︎ Koma Botan – Qamişlo: Geliyê Xabûrê
▪︎ Koma Hêva – Efrîn: Riya Amara
▪︎ Koma Serhed – Girkê Legê û Rimêlan: Şîlan
▪︎ Koma Rojava – Heleb: Zîlan
▪︎ Koma Vejîn – Heleb: Sara
▪︎ Hunermend Gever Gever: Baran Barî
▪︎ Hunermend Sosin: Ey Serok.
▪︎ Hunermend Armanc: Serokê Min.
Hunermend Baran albûmek taybet bi xwe neweşandiye, lê ew di şeş albûmên ku têde stran, awaz û peyvên wî hebûn ,beşdar bûye:
▪︎Albûma yekem:Bi navê “Spartakosê Kurda” bi koma Zîlan re li Dirbêsiyê, 1999,ku di nav de pênc stranên wî hebûn.
▪︎Albûma duyem: Bi navê “Ji bo Ensan” bi koma Sason re li Reqa, 2001, ku di nav de sê stranên wî hebûn.
▪︎Albûma sêyem: Bi navê” Rojava” li Almanya, 2016, ku di nav de du stran wî hebûn.
▪︎Albûma çarem: Bi navê “4ê Nîsanê” bi koma Awazên Çiya re li Çiyayên Kurdistanê, 2018.
▪︎Albûma pêncem: Bi navê “Por Sorîka Dêrsimê” bi koma Awaz4î Çiya re, 2019.
▪︎Albûma şeşem: Bi navê “Apo Newrozê” bi koma Cûdî reli Dêrik, 2024.
Bi vî awayî Baran maye, stêrka ku ji zikê Dirbêsiyê û çiyayên Kurdistanê hatî dinyayê, ji bo jiyanê distirîne, wekî ku ji bo welatê xwe distirîne, di benderên bîranînê de hesretê diçîne û bi riya pêlpêlûkên awaz û germahiya peyvê dengê welatê xwe lê vedigerîne.
Min di sala 2002’an de ew nas kir, û em bi hev re salekî di rêvebirina Koma Cûdî de xebitîn, ew ne tenê hunermend, awazdêner an nivîskarek bû, lê belê dibistanek hunerî û wêjeyî ya yekgirtî bû. Gelek hunermend û komên muzîkê yên kurd ji zanîn û afirîneriya wî, ji awaz û peyvên wî, ruhê hunera kurdî ya resen û rêbaza îfadekirina nasname û mîrasê wergirtine.
Tevî zehmetî û şert û mercan jî Baran di xurtbûna dayîna xwe de ma, di nivîsandina helbestande û awazdêneriya wan de, verêstin û stranbêjiya wan de berdewam kir, peyama xwe ya hunerî û welatparêzî parast û destnîşan kir ku afirînerî li hemberî dijwariyan rawestandê nasnake.
Bi vî awayî Baran Dilbahar di asîmanê hunera Kurdî de stêrkek ronak dimîne, ronahiyek ku nifşan ber bi bedewî, dilsozî û rûmetê ve dibe û navê wî dê di bîra strana Kurdî de wek çavkaniyek ku zuha nabe û dengek ku venamire dê bimîne.






