Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Krîza Xanûberan şêniyan neçar dike ku her buhayê kirê qebûl bikin

05/04/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Krîza Xanûberan şêniyan neçar dike ku her buhayê kirê qebûl bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Ji ber şert û mercên ku welêt tê de derbas dibe, bi taybet rewşa ewlehiya nearam û zêdebûna kirîza koçberkirina bi zorê ya navxweyî, li bajarê Qamişlo mal kêmbûne, ji ber vê jî şênî neçar dike ku her buhayê kirê qebûl bikin.

Ji ber kirîza ewlehiyê, şerê ku vê dawiyê derket û koçberkirina bi zorê ya şêniyan ji malên xwe ji bajarên Sûriyê yên din ber bi kantona Cizîrê ve, di tevgera xanûberan de kêmbûneke derket holê di heman demê de dîtina malekê ji bo kirê an jî kirîna malekê bûye xeyalek ji bo malbatan.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha, gelek pirsgirêkên jiyanî jî rû didin. Ji ber şerê di navbera rêjîma Şamê ya berê û komên çeteyan yên çûr bi cûr, gelek bajar, bajarok û gundên li herêmên cûda yên Sûriyê wêran bûn. Ji ber ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma herî ewle bû di tevahiya Sûriyê de, jimareke mezin ji xelkên deverên şer û yên malên wan wêran bûn berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di Encamê de kirê, kirîn û istismarkirina xanûberan jî buha bû di heman demê de peydakirina malan pir kêmbû. Herwiha piştî êrişên dewleta Tirk li ser Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê û dagirkirina van herêman, gelek ji xelkên van herêman jî berê xwe dan bajarên mezin yên kantona Cizîrî wekî Qamişlo û Hesekê, ji ber wê kirê û kirîna xanûberan buhatir û kêm bû.

Piştî hilwişandina rêjîmê berê xelk bi hêvî bûn ku li malên xwe vegerin, lê mixabin rewşa ewlehiyê heya niha zêdtir xirabûye ji ber kaos û hin komên ku heya miha çekên di nava destê wan de ne nearamî hîn serdest e û xelk nikarin li malên xwe vegerin. Herwiha şerê vê dawiyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demikî ya Şamê hişt ku zêdetir koçberî çêbibe ji aliyê bajarên Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Minbicê ku piraniya van koçberan yên ji herêmên dagirkirî bûn û neçar man carekê din koçberî herêma kantona Cizîrê bibin. ev sedem hemû kirîzeke mezin da avakirin ew jî kirîza kêmbûna malan û kirê derxist holê.

Kirîza Xanûberan ji kirîzên herî mezin e di tevahî welêt de, hem ji ber lêçûna avakirinê, nearamiya leyreya Sûriyê herwiha rewşên nearamiya ku serdest e, ev yek hemû dibin sedem di astengkirina kirêya malan an kirîna xanûberekê ji bo kesên xwedî dahatên sînorkirî.

Malbat bi berdewamî li xaniyan digerin ji ber kirîza giran a xanûberan

Gelek malbat ji ber kirêyên zêde û kêmbûna xaniyan di peydakirina xaniyên sabît de bi zehmetiyên zêdetir re rû bi rû dimînin. Ev yek wan neçar dike ku her şeş meh an salekê ji cihekî ber bi cihekî din ve biçin da ku li cihekî bigerin ku li gorî derfetên wan ên sînorkirî be.

Ev krîz ji bo malbatên ku di encama şer de malên xwe winda kirine girantir dibe. Gelek mal li bajarên cûda hatin wêrankirin û xwediyên wan neçar man ku bi tevahî xwe bispêrin kirêyê, tevî pirsgirêkên mezin ên ku ji hêla bazara xanûberan ve têne derxistin.

Kirîna malekê ji bo piraniya xelkê niha hema hema ne gengaz e ji ber bihayên zêde yên xanûberan, ku buhayên wan dighêjin bi hezarên dolaran, di heman demê de ji ber mûçeyên kêm nikarin bi vê xelayê hevsengiyê di jiyanê de çêbikin.

Di vê navberê de, sektora avakirin ji nû ve dest bi geşbûnê kiriye, piştî çend salên ji rawestandinê, di heman demê çareserkirina mijara koçberan û vegera wan ya bi ewle ji bo cih warên wan dibe ku bibe alîkar di pêşxistina aramiya di vî warî de.

Di bin van şert û mercan de, krîza malan yek ji pirsgirêkên herî girîng e ku şênî pê re rû bi rû dimîne, di nav nebûna çareseriyên bingehîn de ku aramiya xanûberan garantî bikin û xwedîtiya malan baştir bikin.

Kêmbûna tevgera xanûberan

Tevgera kirê herwiha kirîna xanûberan vedgere gelek sedeman, yek jê wekî ku me anîbû ziman ji ber rewşa koçberiyê, di heman demê de rewşa aborî ya zehmet ji bo gelek malbatên xwedî dahatên sînorkirî û kêmbûna leyreya Sûriyê heya niha li hember dolarê Amerîkayê.

Di vê derbarê de yek ji xwediyê nivîsgeha Xanûberan Remedan Osman ji rojnameya me re li ser rewşa xanûberan û sedemên kêmbûna tevgera kirîna malan herwiha zehmetiya di peydakirina malên kirê de, behs kir.

Remedan Osman piştrast kir ku malên ji bo kirê pir kêm in û peydakirina wan ne gengaze di vê rewşê de û wiha anî ziman: “Malên ji bo kirê di vê demê de pir kêm in û nayên dîtin, bi giştî malbatên ku di salên borî de di malên kirê de ne hevpeymaniya kirê nû dikin. Di salên borî de ji sedî 5 an 10 tevgera çalakiya xanûberan hebû, lê niha ji ber kirîza koçberiyê û rewşa şer di mehekê de dibe ku malek kirê bê dîtin an na, her çiqasî rojane hin malbat serdana me dikin ji bo kirê ji 5 heya 10 serdana me dikin, lê mal tune ne.”

Bihayên kirê

Remedan Osman diyar kir ku buhayên malên kirê çiqas be jî malbat kirê dikin ji ber kêmbûna dîtina cihekî sabît ji bo wan û wiha berdewam kir: “Biryara ku Rêveberiya Xweser berî demekê derxistibû ku buhabûna herî bilind a kirê divê 200 dola be, lê xwediyên malan bê vê yekê pabend nebûn û ji ber tunebûn û kêmbûna peydakirina malan xelk neçar dimînin ku li buhabûnê pirs nekin ji ber daxwaza zêde li ser malên kirê di heman demê de kirêdar gilî jî naghînin berpirsyaran ji ber ku a giring ew e ku malek ji wan re bê peydakirin.”

Remdan Osman diyar dike ku kirêya malan li gorî dahata her ferdekî pir buha ye û wiha got: “100 dolar kirêya malekê pir buha ye li gorî xwediyên dahatên sînorkirî, lê şênî neçarin her çend jî ku mal ne zêdetir paqij be an jî baş be qebûl dikin.”

Buhayê kirîna malan 

Remedan Osman derbarê kirîna xanûberan û malan wiha ji me re behs kir: “Niha bi awayekî giştî kirîna û firotina xanûberan hatiye rawestandin bi taybet piştî hiliwşîna rêjîma berê, ji ber ku tu cih tune ye ku mualmeyên kirîn û firotinê sabît bikin. Kesên ku malan dikirin jî kêm in. Her çend buhayê malekê ku ne amade ye ji 20 heya 30 hezar dolar e. Herwiha malên amadekirî bi 50 hezar dolarî ye xelk ditirsin ku peyreyên xwe bidin bêyî tu muamele û kaxizên fermî. Ji xwe kesên ku dikrin jî yên ku li derve dijîn, ji ber ku bi van mûçeyên ku li welat tê dayîn kesek nikare malekê bi vê buhayê bikre. Ji ber rewşa ewlehiyê jî gelek pirsgirêk derdikevin, eger aramî di herêmê de çêbibe wê çalakiya kirînê û firotinê wê geş bibe û tevger jî vegere wekî berê.”

Xwediyên nivîsgeha Xanûberan Remedan Osman wiha gotina xwe qedand: “Em bi vê hêvî ne ku şert û mercên heyî bêne guhertin û aramî di vî welatî de çêbibe û hemû her koçber karibin bi awayekî ewle li malên xwe vegerin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.