Navenda Nûçeyan
Beşa Parastina Şînatiyan a girêdayî Komîteya Çandiniyê ya kantona Cizîrê gerên meydanî li ser zeviyên genim li bajarê Qamişlo û Hesekê pêk anîn.
Rewşa çandiniyê ya giştî li kantona Cizîrê ji ber barîna baranê baş e, ji ber ku barana dawî hişt ku şilbûna axê û mezinbûna zeviyên çile bi taybet genim zêde bike. Lê tevî vê yekê jî şilbûna zêde hişt ku hawîrdoreke guncav ji bo hin nexweşiyên kêzikan û fungî di nava zeviyan de çêbike.
Gerên çavêdêriyê
Ji bo pêşîlgirtina li ber berfirehbûna nexweşiyan û naskirina rewşa çandiniyê, Beşa Parastina Şînatiyan a kantona Cizîrê gerên meydanî ji bo çavdêriya zeviyan pêk anî.
Armanca van geran nirxandina rewşa giştî ya zeviyên çile ye, bi taybet zeviyên genim, di riya zanîna rasterast a rewşa wê ya rastî di nava zeviyan de, şopandina qûnaxên meznûbûna wê wekî din çavdêriya astengiyên ku li hember mezibûna wê derdikeve.
Li gorî Nivîsgeha Raghandinê ya Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê, beşa parastinê diyar kir ku di gerên wan de li ser naskirina zû a nexweşiyên çandiniyê û bandorên wê li ser hilberînê hat sekinandin, nemaze di çarçoveya şert û mercên avhewayî yên heyî. Hat tekezkirin li ser giringiya van geran di piştgiriya cotkaran û pêkşêkirina pêşîniyarên pêwîst de ji bo parastina zeviyan û başkirina hilberîna wan.
Hêjayî gotinê ku di navbera Beşa Parastina Şînatiyan û Komîteya Çandiniyê û Sewalkariyê li kantonê û Beşa Parastinê ya Hesekê gereke meydanî ya hevbeş pêk hat û ev gund şopandin: Gundê Şema, Çolbistan, Til Erbîd, Gundê Xirbe Xezal herwiha erdên derdorê Depoyên Hetînê li ser rêya Amûdê û Hesekê.
Di dema gerê de, di berhema genimê ku bi baranê dihat avdan li van gundan nexweşiyek berfireh hate dîtin. Hat naskirin ku kurmê ku zirarê dighîne pelan bi awayekî berfireh xwe da bû nav zeviyan ku dikare xeteriyeke mezin li ser hilberînê bike.
Li ser vê bingehê beşa parastinê hin perspekstîf dan:
Bikaranîna dermanên kêzikan ji bo pêşîlgirtina berfirehbûna wê û kêmkirina gihaştina zirarê li ser zeviyan.
Pabendbûna bi şopandina dewreyên çandiniyê yên saxlem.
Hat dîtin ku ji ber çandina genim li ser hev di heman erdê de, bûye sedema kêmbûna hêmanên xurekê di nava axê de, ev yek jî bûye sedema zêdebûna hesasiyeta berhemê li hember kurmikên tov.
Ji ber vê yekê, ji bo parastina berdariya axê û kêmkirina belavbûna kêzikan, hat pêşniyar kirin ku rêveberiya axê û cûrbecûrîya çandiniyê were başir kirin.






