Esma Mistefa
Di meha Adarê de salek li ser komkujî û kiryarên ku li ser Berava Sûriyê û Elewiyan hatine kirin temam dibe. Bi derbasbûna salekê re, hesabxwestina sûcdaran nehatiye kirin herwiha rewşa jiyanî û aborî ya gel di nava derew û xapandinên hikumetê de talan bûye.
Salek tijî ji bûyerên xwînî yên ku di Adara 2025’an de li herêma Beravên Sûriyeyê qewimîne de derbas bû. Li gorî Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê, jiyana zêdetirî hezar û 600 sivîlan ku piraniya wan ji mezheba Elewî bûn, winda bûn. Gelê herêmê îro di bin şert û mercên dijwar ên aborî û jiyanî de dijîn. Di bin polîtîkayên hikumetê de yên ku wekî “mezhebî” û dûrxistinê têne binavkirin de jiyan dikin ku ev nêzîkatî bêkarî zêde kiriye û hejarî belav kiriye.
Ev salveger di demekê de tê ku lêpirsînên navneteweyî li ser “tawanên şer” ên muhtemel ên ku di wan bûyeran de hatine kirin berdewam dikin. Komîsyona Lêpirsînê ya NY wan wekî “binpêkirinên berbelav ên ku dibe ku bibin tawanên şer” bi nav kir, ev yek di demekê de ku bêdengiya fermî û nexwestina hesabpirsîna kesên têkildar hîn jî didome.
Ji kar derxistinên girseyî û tolhildanên aborî yên bi rengê mezhebî
Çavkaniyên Çavkaniya Sûrî ragihandin ku ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, rayedarên veguhêz bi deh hezaran karmend ji kar derxistine û peymanên kar bi girseyî betal kirine, bi taybetî ev yek li endamên mezheba Elewî kirine.
Çavkaniyan diyar kirin ku ji kar derxistin bandor li hezaran karmendên artêş û polîsan jî kir ku di saziyên rejîma berê de xizmet kiribûn, û tevahiya malbatan ji pereyên ku pê debara jiatan xwe dikirn, mehrûm kirin. Ev ji kar derxistina girseyî gelek niştecihên herêmê neçar kiriye ku berê xwe bidin karên demsalî yên hêsan, bi taybetî çinîna pelên defneyê yên ku li çiyayên peravê belav in, da ku debara xwe ya rojane misoger bikin û ji tirsa birçîbûnê ya ku li deriyê bi hezaran malbatan dixe birevin.
Ev ji kar derxistina girseyî gelek niştecihên herêmê neçar kiriye ku berê xwe bidin karên demsalî yên hêsan, bi taybetî çinîna pelên defneyê (Pelên darên xar) yên ku li çiyayên Beravê belav in, da ku debara xwe ya rojane peyda bikin û ji tirsa birçîbûnê ya ku li deriyê bi hezaran malbatan dixe, birevin.
Talankirin û şewitandina mal û dikanan… wêrankirin bê tezmînat
Di çarçoveyek têkildar de, lêkolînên heman çavkaniyê asta karesata ku ji ber talankirin û şewitandina ku bi komkujiyên Adarê re çêbûye eşkere kir.
Ji bilî windahiyên giran ên mirovî yên ku ji hêla Çavkaniyê ve hatine belgekirin, digihîje nêzîkî Hezar 682 sivîlên ku di tundûtûjiyê de mirine, bi sedan mal û dikan li bajarên Ceblê, Banyas, Qirdaha û gundên derdorê bi awayekî sîstematîk hatin talankirin û şewitandin. Çavkaniyên herêmî ji Çavkaniya Sûrî re piştrast kirin ku kesên ku bandor bûne heta niha ti tezmînat wernegirtine, di heman demê de piraniya xwediyên dikanan ji ber kêmbûna wergirtina pereyan û lêçûnên zêde yên ji nû ve avakirinê, nikarin karsaziyên xwe ji nû ve vekin.
Bazirganekî ji Ceblê wiha gotibû: “Di dema komkujiyan de dikana min bi tevahî şewitî, û ez heta roja îro nekarîm wê tamîr bikim. Ne piştgirî û ne jî tezmînat heye, û hikumet bi karûbarên din ve mijûl e.”
Ev windahiyên aborî yên takekesî derbeyek wêranker li bazara herêmî ya li herêmekê daye ku bi giranî xwe disipartin bazirganiyên piçûk.
Hikumet nikare rewşa aborî kontrol bike
Her çiqas welatiyên li deverên Beravê û deverên gundewarî yên Hums û Tartûsê di nava xizanî û bêkariyê de asê mane jî, xuya ye ku hikumeta demkî tevî sozên mezin ên ku dane nikare rewşa aborî birêve bibe. Krîzeke mûçeyan (fon) a bêhempa di sektora perwerdehiyê de hatiye tomarkirin, ji ber ku mûçeyên mamosteyan heta 20’ê heman mehê hatine paşxistin, ev yekem car e ku karmendek pêncî rojan bê mûçe dimîne.
Qada perwerdehiyê li deverên ku di bin kontrola hikumeta veguhêz de ne, gelek caran rastî grav û xwepêşandanan hat, mamoste ji derengketina mûçeyan, nebûna ewlehiya kar û cudakariya mûçeyan di navbera herêman de gilî û gazinan kirine.
Karkerên kargeha El-Rijah li Laziqiyê ji Çavkaniyê re eşkere kirin ku sê meh in mûçeyên xwe wernegirtine, bi hinceta ku “di xezîneya giştî de pere tune ye”.
Hikumeta demkî dest bi guhertina sîstema dayinê kir. Berê, karmendên daîmî mûçeyên xwe pêşwext distandin û dû re jî mehê dixebitîn, lê niha dayin piştî dawiya mehê tê kirin an jî ji mehekê zêdetir dereng dikeve, ku ev yek jî ji ber lêçûna bilind a jiyanê êşa karmendan zêde kir.






