Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em dixwazin YPJ’ê wek hêzeke girîng di nava civakê de bimîne’

05/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em dixwazin YPJ’ê wek hêzeke girîng di nava civakê de bimîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku hêviya wan ji bo Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ew e ku wek hêzeke girîng di nava civakê de bimîne û wiha gotin: “Ji ber YPJ’ê ne tenê hêzek e leşkerî ye, lê sembolek ji bo têkoşîn û parastina jinan e.” 

Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê hêzek parastina xwe ya leşkerî ye ku bi tevahî ji jinan pêk tê û di sala 2013’an de bi armanca parastina gel û jinên Rojava û mafê wan ê rêveberiya xweser hatiye damezrandin. YPJ’ê, wekî artêşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, xwedî hêzeke ku ne tenê bi çekan, lê bi îdeolojî û bandora xwe ya civakî tê pênasekirin. Hêza herî mezin a YPJ’ê ji felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê. Ew xwe wekî hêza parastina cewherî ya jinan dibînin. Armanca wan ne tenê şer e, lê avakirina civakeke azad û wekhev e.

Di derbarê mijarê de berdevka komîteya têkilî û lihevkirinên siyasî Ronahî Hesen û doplomasiya Kongra Star ya Qamişlo Sewsen Xelef ji Rojnameya me re axivîn.

​Rola hêza jin YPJ’ê di nava civakê de

Ronahî da diyarkirin ku ew YPJ’ê wek girantiya hebûnê dibîne û wiha got: “Ez Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê wekî garantiya hebûnê dibînim ku yekdestiya hişmendiya mêrsalar a li ser amûrên hêzê û tundiya rewa dişikîne. YPJ’ê ne tenê avabûneke leşkerî ya klasîk e, belkî pêkanîna prensîba parastina cewherî ye, ku dibêje civaka nikaribe xwe biparêze, nikare qala azadiyê bike. YPJ’ê hat damezrandin da ku parastina jinê di nava civakê de bikin. Herwiha YPJ’ê di nava civakê de xwe wek hêzeke jin da xuyakirin ku çiqasî jin bihêze û dikare parastina destkeftiyên jinan bike. YPJ’ê wek nimûneyeke sereke ye di nava civakê de ku bibe dengê hemû hêzan. Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi taybetî di van warên de roleke dîrokî û girîng lîstiye.”

‘YPJ’ê wek hêzeke sereke ye’

​Ronahî anî ziman ku YPJ’ê wek hêzeke sereke ye di nava civakê de û wiha got: “Girîngiya YPJ’ê di vir de ye ku ew hêzeke îdeolojîk û azadîxwaz e berî ku leşkerî be. YPJ’ê weke her hêzekî parastina welatê xwe dike. Di heman demê de bû dengê hêza jinê ji hemû alî ve. YPJ’ê hişmendiya ku jin tenê li malê bin şikand û nîşan da ku jin dikarin di hemû qadên jiyanê û parastinê de pêşengiyê bikin. Vê yekê bandoreke mezin li ser hişmendiya azadiya zayendî ya li Rojhilata Navîn kir. Hêviya min ji bo YPJ’ê ew e ku wek hêzeke girîng di nava civakê de bimîne. Herwiha divê YPJ’ê wekî saziyeke serbixwe bi biryar û vîna xwe bimînin, da ku garantiya nehelîna taybetmendiyên dozên jinê di hundurê pergalên leşkerî yên giştî an hevsengiyên siyasî yên navneteweyî de were kirin.”

‘YPJ’ê ne tenê hêzek e leşkerî ye, lê semboleke ji bo parastina jin’

Sewsen di destpka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya YPJ’ ê û wiha got: ” Em her pêşniyarek ji bo hilweşandina YPJ’ê red dikin, ji ber ku ew ne tenê hêzek e leşkerî ye, lê sembolek ji bo têkoşîn û parastina jinan e. Her biryarek di vî warî de divê îradeya jinan û rola wan di parastina civakê de li ber çavan bigire. Em YPJ’ê wekî hêzek rewa ji bo parastina xwe ya jinan û wekî ezmûnek bêhempa dibînin ku îsbat kiriye ku jin dikarin xwe û civaka xwe biparêzin û hemî sînorkirinên baviksalar ên ku hewl dane rola wan marjînalîze bikin bişkînin.”

Daxwazên li ser YPJ’ê

Sewsen da xuyakirin ku ew dixwazin YPJ’ê wek her hêzekê di nava civakê de bimîne û wiha bidawî kir: “Em daxwaza naskirin, piştgirî û berdewamiya fermî ya YPJ’ê dikin û garantîkirina beşdariya wê di her pêvajoyek siyasî an ewlehiyê de, ji ber ku ew deng û îradeya bi hezaran jinên li herêmê temsîl dike. Herwiha em dixwazin YPJ’ê wek her hêzekê di nava civakê de bimîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.