Hemze Sêvo
Di 2’ê Nîsana 2026’an de hikumeta demkî ya Sûriyê şaredarek ji bajarokê Çelebiyê yê Kobanê re bijart. Bi dehan şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ev nerazîbûn çêbû ji ber ku tayînkirin ne li gorî peymana di navbra QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin. Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî hikumeta demkî xwepêşandan asteng kir, gule teqandin û rê neda çapemenî bûyerê bişopîne. Terzê ku hikumeta veguhêz dide meşandin ango hilbijartin û tayînkirina kesayetan ji hêla xwe ve ji bo rêvebirina sazî û bajaran terzekî şaş e û ne li gorî peymana 29’ê Çileyê ye. Tevî ku ev tayînkirin şaştiyeke mezin e ku hikumeta demkî daye meşandin jî, lê belê şaştiyeke din û jê mezintir kir, dema ku şeniyên bajarokê Çilebiyê derketin xwepêşandan kirin da ku nerazîbûna xwe bînin ziman, ji hêla çekdarên hikumetê ve hatin astengkirin û gihaşt asta ku hêzên hikumetê çekan li hemberî gel bi kar bînin. Di wê demê de rojnamevên dezgehên çapemeniyê yên ku li Kobanê bi cih dibin xwestin vê bûyerê ragihînin, ew jî ji hela çekdarên Ewlehiya Giştî ya Wezareta Hundirîn a Sûiriyê hatin hedefgirtinê. Bûyereke wiha ne ji rêzê ye, cara duyemîn e ku kesayetek ji weke rêveber ji bo Kobanê ji hêla hikumeta demkî ve tê hilbijartin e, şik û guman li ser kesayêtê ku hat tayînkirin ji bo rêvebirina Kobanê hene, ew bi xwe ne ji Kobanê ye û di nava civaka gelê Kurd ya Kobanê nayê qebûlkirin. Yek ji xalên peymana 29’ê Çileyê ew bû ku ew ê hikumeta demkî taybetmendiya bajar, sazîbûn û rêvebirina Kurdî biparêze, ew ê gelê Kurd di warê civakî, çandî, rêvebirinê de li pêş be, ango hikumet ew ê destwerdanê di gelek mijaran de neke, ew ê Kurd xwe bi xwe, kesayetan hilbijêrin ji bo cihên guncav. Lê bi bûyera bajarokê Çilebiyê re encam ew bû ku hikumeta demkî dixwaze li gorî xwe biryaran bistîne, lê gelo ev biryar hema ji xweber tên, na, lê belê armanceke veşartî li piştperdeya vê biryarê heye, ew jî derxistina pirsgirêkan e. Nexasim piştî bûyera daxistina ala Sûriyê di roja Newrozê de, vê bûyerê hişt ku destê MÎT a Tirk dîse bikeve tevgerê da ku aloziyên din derxîne. Di hemdemiya ku şandeyek a YPJ’ê serdana Şamê kir de da ku mijara entegrasyona jinê û YPJ’ê guftûgo bike, bûyera Çilebiyê astengiyeke pir mezin e. Daxwaza MÎT, hikumeta demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ew e ku Kobanê dîsa bikin bin dorpêçeke giran tevî ku hîna dorpêç heya radeyekê tê domandin. Li hêleke din ew dixwazin mijara êsîran, hem jî mijara vegera koçberên Efrîn û hemû deverên dagirkirî li paş bixin û van dosyayan çarerser nekin. Di berdewamiya van geşedanan de divê hikumeta demkî li van biryaran vegere, diyalogê bi kar bîne li şûna çekan, guh bide daxwazên gel da ku ji pirsgirêkên biçûk, kirîzên mezin dernekevin.






