Hemza Sêvo
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumurt destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk jiyana demokratîk a civakê ye û got, “Di dema heyî de Tirkiyê ne demokratîk e, divê ew demokratîk be, li ser wê bingehê her miletek dikare bi ziman, çand û nasnameya xwe, xwe bi rêk û pêk bike. Tişta li ser milê Rêber Apo hate kirin.”
Zêdeyî salekê li ser destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas dibe. Di çarçovaya vê pêvajoyê gelek gav ji hêla Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin, herwiha hevdîtin di navbera Heyeta Îmralî û Rêber Apo hatin kirin. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê Adarê de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Derbarê nameya Rêber Apo ya 31’ê Adarê û pêvajoyê de hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumurt ji rojnameya me re axivî.
Di hevdîtinên de Rêber Apo civînek li dar xist û di 31’ê Adarê de heyeta Îmraliyê encamê hevditina bi Rêber Apo re bi daxuyaniyek ragihand. Di daxuyaniyê de nameya Rêber Apo hat belavkirin.

‘Entegrasyona demokratîk tê wateya jiyana demokratîk’
Zubeyde Zumurt destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk jiyana demokratîk a civakê ye û wiha got: “Rêber Apo di hemû bangewaziyên xwe de civaka demokratîk pênase dike, banga 27’ê Sibatê de li ser esasê civakeke demokratîk hatiye destpêkirin. Li ser bingeha bangewaziya 27’ê Sibata 2025’an jî têkoşînek hate meşandin, têkoşîna 52 sala bû da ku civakeke demokratîk were qebûlkirin, civak bikaribe xwe bi rêxistin bike û ava bike. Ji hêla dewleta Tirk ve neqebûlkirina Kurdan hebû, gelê Kurd nedihat naskirin, vê pêvajo û têkoşînê doza Kurdî ji tunebûnê ber bi asta hebûnê ve anî. Civaka demokratîk bi jiyana hevbeş a gelek netewan pêktê, bi rêya wê gel jiyana demokratîk dikarin berdewam bikin, ev rêgez di têkoşîna me de û di parêznameyên Rêber Apo de ye. Dewleta Tirk bi xwe biryar da ku here gel Rêber Apo ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser çi esasî be? Ew ew e ku li gorî zagona Tirkiyê were naskirin, nasname û çanda Kurdî were misogerkirin. Tikiye ne xwedî sîstemeke demokratîk e, ew di nava kirîzeke mezin de ye. Dewleta Tirk beşeke ji şerê ku li cîhan û Rojhilata Navîn tê meşandin e, bandora şerê Rojhilata Navîn li ser gelê Kurd heye. Ev dewletên ku şer li ser Rojhilata navîn didin meşandin, naxwazin gelê Kurd bigihêjin mafên xwe, ew aliyên ku herêmê ji nû ve dîzayîn dikin miletê bi rêxistinkirî û xwe xwedî civakek exlaqî û polîtîk, herwiha ji bo wê têkoşînê dikin; miletê Kurd e. Desthilatdar û hêzên hegemon jiyaneke demokratîk naxwazin, dîroka wan ne dîrokeke ne demokratîk e, siyaset, iqtîdar û berjewendiyên xwe bi rêya şer didin domandin. Ji ber vê sedemê hegemoniya xwe didomînin, pirsgirêkên ku li herêmê rûdidin tevahî bi hev ve girêdayî ne. Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya civaka demokratîk ku her netewek bi ziman, nasname û çanda xwe bijî, pêktê. Rêber Apo di nameyên xwe de balê dikişîne ser entegrasyona demokratîk, entegrasyona demokratîk tê wateya jiyana demokratîk, ango civak bi hev re bijî. Heta ku entegrasyona demokratîk pêkwere dem jê re pêwîst e.”
‘Her kes di komara demokratîk de dikare xwe bi rêxistin bike’
Zubeyde da zanîn ku her netewek dikare di komara demokratîk a Tirkiyê de xwe bi rêxistin bike û wiha domand: “Komara Tirkiyê di bingehê de dema hatibû avakirin, gelê Kurd xwedî maf bûn tê de, komara wê demê komareke demokratîk bû, da ku gelê Kurd xwe temsîl bikin, biryar dihat standin, lê li ser wê bingehê biryar nedhatin pêkanîn. Rêber Apo jî her dem balê dikişîne ser komara Tirkiyê ya demokratîk û dibêje bila her kes di hundirê komara Tirkiyê ya demokratîk de xwe bi rêxistin bike, xwe pênase bike bi nasnameya xwe, ev yek girîng e. Rêber Apo di parêzname û gelek hevdîtinan de tîne ziman ku di Tirkiyê de komarek heye, divê ew demokratîk be, li ser wê bingehê her miletek dikare bi ziman, çand û nasnameya xwe, xwe bi rêk û pêk bike, ji bo gelê Kurd jî ev yek pêwîst e. Rêber Apo her tim balê dikişîne ser komara demokratîk a Tirkiyê, di dema heyî de komareke demokratîk li Tirkiyê tuneye.”
‘Tişta li ser milê Rêber Apo hate kirin’
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumurt tekez kir ku tişta li ser milê Rêber Apo hate kirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo pirsgirêka Kurd û çareserkirina wê, Bahçelî bangewazî kir, Rêber Apo banga 27’ê Sibata 2025’an kir, ev gavên ku hatin avêtin dîrokî bûn. Rêber Apo got ez amade me, hevdîtinên malbatê, heyetê û parêzeran hatin çêkirin. Li pêşiya van gavavêtinan tecrîd berdewam bû li ser Rêber Apo, tu agahî ji Rêbertî nedihat wergirtin. Tevî wiha jî Rêber Apo bi bangewaziya 27’ê Sibatê rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurdî derxist holê, wî bi vê bangê sînerjiyeke gelekî mezin di nava civakê û biyaniyan de afirand. Di encamê de gelê bi vê sînerjiyê xuya bû ku çiqasî Kurd, Kurdistanî û biyanî amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ev yek jî di pîrozkirina Newrozê de hat tekezkirin. Ji bo pêvajoyê, azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêkar Kurdî, divê di zemîneke demokratîk de were pêkanîn, ev yek jî bi rêya demokratîkbûna komara Tirkiyê were çareserkirin. Her tiştê ku diket ser milê Rêber Apo de hat kirin, PKK’ê xwe fesx kir, çek bi sembolîk hatin şewtandin, PKK’ê hêza xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand, ev hemû gav bi gavên pêkanîna civakeke demokratîk, siyaseteke demokratîk destnîşan dike. Gavavêtina dewleta Tirk ji bo pêvajoyê zehmet nîne, amadekarî hene, di meclis û komîsyonê de kar û xebat hatiye kirin, amadekariyên rapora meclisê hatin kirin, ev rapor jî wê radestî meclisê bikin, eger ew zagon were qebûlikirin wê rê li pêşiya gavavêtinên dewleta Tirk were vekirin, êdî wê du gavên dewleta Tirk bên avêtin.”






