Ronahî Sadûn/Qamişlo
Ji bo garantîkirina mafê gelên Sûriyê pêwîstî bi guhertina destûra hikumeta demkî heye. Niha her tiştê ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve tê gotin, gelên Sûriyê bi guman nêzî wê dibin, ji ber tu bingehekî wan gotinan piştrast bike tune ye. Destûr ew rênîşandana welat û lêvgera ku li ser wê tê kirine, lewra divê destûrekî hemû gelên Sûriyê biparêze û bi maf bike, bê derxistin.
Gelên Sûriyê bi salan êş ji sîstemên dewletê kişandin û dikşînin. Ji ber ku navendîbûneke hişt ji aliyê van sîsteman ve dihat birêvebirin ku tenê aliyek muxateb dihat girtin û aliyên din bi paşguhkirinê re rû bi rû diman. Lê gotinek heye ku dibêje; “Nema xwarin bi wan re dihat xwarê.” Lewra di sala 2011’an de li Sûriyê gel dest bi şoreşê kirin, da ku guhertinekê bidin avakirin û rewşa heyî ya welêt ber bi başiyekê ve, here. Di encamê de hesab û hizrandin ne weke hev hatin ku şoreş bû kirîz. Dîsa jî bi destê dewletê ev yek pêk hat. Kirîza Sûriyê gelek encamên xerab bi xwe re anî, koçberî û wêranî li welat zêde kir û barêg gelê Sûriyê girtantir kir. Heya niha jî rewşa Sûriyê bi ser hev de nehatiye û her diçe aloztir dibe. Tevî ku dema rejîma Baasê hilweşiya dîsa hêvî şîn bûn, lê encamê ku derketin ew hêvî ji nû ve birin.
Gel hisabê her tiştî dide û tê înkarkirin jî
Kesekî li Sûriyê bawer nekir wê rojek bê, rejîma Baasê hilweşe, lê ew roj hat û me şahidiya wê kir. Di vir de dîsa hat diyarkirin ku her tiştê dewletên hegemon bixwazin di kêliyan de dikin, her tişt jî li ser hisabê gel e ku gel temenê her tiştî dide û dewlet jî dixwin. Ji ber dema rejîma Baasê li Sûriyê hilweşiya, hêviyên gelê Sûriyê yên sîstemeke demokratîk zêde bûn. Lê hikumeta demkî di 13’ê Adara 2025’an de “Danezaneke Destûrî” ragihand, ema tu cudahiyek vê danezanê ji destûrên Baasê di warê çespandina desthilatdariya yek partî, yek reng, yek netewe û yek olî de, tune bû. Tenê dibe ku Danezana Destûrî bi çend gavan destûra Baasê derbas kiriye. Ji ber hikumeta demkî ya Sûriyê sîstema dewleta neteweyî ya yekreng şopand. Hebûna pirrengiya siyasî, neteweyî û mezhebî înkar kir.
Hikumeta demkî hevkarê înkarê
Heta niha hikumeta demkî tu helwesteke rasteqîn nîşan nedaye ku hêviyan pêk bîne, ev yek di gelek kiryaran de xuya dike, nemaze lidarxistina diyalogeke nîştimanî ku gelek pêkhateyên Sûriyê yên siyasî û civakî li derve hiştine. Herwiha Danezaneke Destûrî derxist ku li gorî pir derdoran ew berdewama destûrên Baasê ya bi dehan salan desthilatdariya otorîter bi cih kiribû, hin derdor jî di wê baweriyê de ne ku ew ji destûrên Baasê xirabtir e. Destûrê hikumeta demkî ragihandibû berdewamkirina destûrê rejîma Baas bû ku bi salan zilm li gelên Sûriyê kir û hebûna wan înkar kir.
Destûra 2025’an mîna yê 2012’an e
Destûra dawîn ya Sûriyê di 27’ê Sibata 2012’an de hat derxistin, ew destûra pêncemîn a Sûriyê bû, lê piştî rûxandina rêjîma Baasê di 29’ê Çileya 2025’an de bikaranîna wê bi fermî hat rawestandin. Danezana Destûrî ya nû di çend bendên xwe de wek naveroka destûra 2012’an e, wek mînak destnîşan dike ku ola serokkomar îslam e û fiqha îslamî çavkaniya bingehîn a zagonan e ku olên din paşguh dike û nahêle ku welatiyên wan bibin serok, ev jî berovajî karakterên olî û mezhebî yên Sûriyê ye. Hem Destûra sala 2012’an û hem jî Danezana Destûrî ya nû, erebî wek zimanê fermî yê welat destnîşan dike ku cihêkariyê li dijî komên etnîk û civakên din xurt dike û wan ji mafê jiyana wekî welatiyên li welatê xwe bê par dike. Herwiha di destûrê de madeya (dewlet rêz dide hemû olan û bi şertê rejîma giştî neyê paşguhkirin, hemû ol dikarin merasîmên xwe yên olî azad pêk bînin), destûr dide rayedarên dewletê di bin navê parastina rejîma giştî de baweriyên dîtir sînordar bike, yan jî biperçiqînê. Di siberojê de jî wê parçebuyîna civakî zêdetir bibe û li Sûriyê pevçûnên olî û mezhembî kûrtir bibin. Di encama mezhebperestiyê de wê zimanê nefretê û provokosyon zêdetir bibin. Welatiyên Sûriyê yên ol û mezhebên wan cuda ye dê bibin hedefa alîgirên vê hikumetê.
Hikumeta dûrî demokratiyê
Sîstema Esed ne demokratîk bû, lê di hinek bendên destûrê de hatibû nivîsandin ku Sûriye dewleteke demokratîk e. Di destûrê hikumeta demkî de têgeha demokrasî nehatiye bikaranîn. Desthilata nû gelekî olperest e û hemû tiştên sîstema demokratîk red dike. Di vir de jî diyar dibe ku Sûriya ya ku hewcedariya wê bi demokratîkbûnê heye, bi destê hikumet û dewletan dûrî demokratsiyê dikeve û ew rê li pêşiya avakirina Sûriyeke nû dibin asteng. Her
çiqasî ev zihniyet berdewam bike, ewqsî gelên Sûriyê jî tawîzan nîşan didin, ji ber ji dema ragihandina vî destûrî û heya niha ew bangî guhertina wê dikin û diyar dikin ku ev ne li gorî hêviya wan a salên dirêj bû. Di heman demê de gelên Sûriyê tekez dikin ku divê destûrê bê nivîsandin nasnemeya rengê Sûriyê bide nîşandan, ger ev yek neyê kirin ew her li ser piya bin û heya bidestxistina mafê xwe şoreşê bidomînin.
Bi xalên sitûr divê mafê jinê di destûr de bê bicihkirin
Ya herî sereke jî ku divê di destûr de bi xetên sitûr bê nivîsandin û li ser were îmzekirin mafê jin ye. Ji ber mîna hemû xalên din ji paşguhkirinê, rol û hebûna jin jî di nava danezana destûrî de hatiye tunekirin. Lê asta îro jin gihaştiye, ne wekî çaxê rejîma Baasê û çaxên berî wê ye, êdî jin di serî de yên Kurd têkoşîn û xebateke xwe li ser asta cîhanî misoger kirine. Lewma çi sedem an jî hinceta hikuemta demkî ya Sûriyê heye ku mafê jinê di Sûriyê de neyê bicihanîn. Misogerkirina mafê jinê bingeha sereke ya ber bi avakirina Sûriya nû ye. Lewra em di vir de dibêjin xalên Danezana Destûrî divê bi rengekî lezgîn li ber çavan were girtin û lêvegereke bingehîn jêre were kirin. Xalên danezanê ji serî heye binî divê were guhertin navê “Cimhuriye Erebiye Sûriyê” divê bê guhertin ji ber di serî de ya ku wê nasmeyên cihreng bide diyarkirin ev e. Herwiha hemû pêkhateyên Sûriyê bi dîrokên xwe yê dewlemend beşdarî navê avakirinê bibin û nasnemeya wan bi ferîmî were vegotin û qebûlkirin.
Divê destûr bi razîbûna gel be ne li gorî hikumetê be
Ji bo diyarkirina siberojeke demokratîk û beşdariya niştimanî ya Sûriyê ku hevkariyê li welat xurt dike, pêwîstiya Sûriyê bi hevgirtin û yekitiya gelê xwe heye. Danezan bêyî pîvanên pirrengiya niştîmanî ya Sûriyê ye û bêyî beşdariya pêkhateyên niştîmanî ya Sûriyê ye, ji ber vê yekê ev danezan careke din “zihniyeta takakesî” ku dirêjkirina rewşa berê ye, îfade dike ku gel li dijî wê rabûye, ye. Danezan nûnertiya gelê Sûriyê temsîl nake û ne jî rastiya nasnameya resen li Sûriyê temsîl dike, ew weke şêwe û çarçoveya “qelsbûna hewldanên pêkanîna demokrasiya rasteqîn li Sûriyê ye” û bendên wê jî dûrî Sûriyê û hêviyên gelê wî ye. Destûra rast ew e ku hemû pêkhate wek rêveçûna demokratîk a mayînde ji bo siberoja Sûriyê û nifşên wê li hev dikin.






