Idrîs Henan
Demeke ku çarenûsa herêmê bi awayekî rasterast beramberî veguherîn û tunebûnê maye û rêjeya xeteriya li ser çandan gihiştiye asta herî bilind. Hemû kirîz, şer û pevçûnên derketine, di çarçoveya şerê qezenc û şîdetê ya hegemoniyê de tên meşandin.
Li hember vê îradeya ferzkirina hegemoniyê, hêza statukûperest a sîstema hişk-navendî jî di meydanê de ye û bi hemû hêza xwe dixebite ku di çarçoveya teng a şîrovekirina têgînan de statuya heyî ya netewperest biparêze.
Li dijî van herdu rêyan, altîrnatîfa gelan a azadî û demokrasiyê wekî îradeya çandî ya serbixwe derketiye holê û bûye hêza çareseriya demokratîk ji bo parastina vîna gelan a hevjiyanê.
Dijatiya li dijî vê xeta sêyemîn jî, bi koordîneya herdu xetên ku berê hatine gotin, bi şêweyên cuda tê kirin. Di serî de sembol, ideolojî û felsefeya jiyanê têne armancgirtin. Ev dijatiya ku em behsa wê dikin, ne tenê dijatiya klasîk a li dijî serkirdeyên partî û rêxistinên siyasî ye. Bi gotinek din, ev rewş asta şimitînan derbas kiriye û veguheriye sûc û kiryarek li dijî nasnameya çandî û dîroka hevbeş a gelan. Di bingehê vê nêzîkatiyê de ne helwestên kesane, lê dijatiya tund li hember nirxên neteweyî, bîr û rûmeta nasnameya neteweyî ya giştî heye.
Her çend cudahiyên siyasî, partîtî û ideolojîk hebin jî, dema ku nasnameya sembolîk a hafîzeya giştî ya gelekî ku ji bo hebûna xwe têdikoşe tê armancgirtin, mesele êdî niyazên dilpak derbas dike û vediguhere êrîşek rêxistinkirî. Di vê çarçoveyê de, rola odeyên şerê taybet û alavên ragihandinê yên ku cudahiyê teşwîq dikin, nikare were nixumandin. Ev nêzîkatî bi zanebûn, bi destên xefletê têne derbaskirin. Armanca wan jî gurkirina dijatiyê, parçekirina civakê, derxistina şerê navxweyî û şikandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.
Di bingeh de, êrişa li ser sembolan, êrişeke li ser baweriya gelan a bi sazî û dezgehan e. Yanê bêmanekirina şiyana rêveberiya ku di şert û mercên zehmet a hebûnê de têdikoşe û nakokiya di navbera sempatîzan û sembolan de kûr dike.
Ji bo rawestandina van êrişên derûnî yên ku di navenda dagirkeran de hatine amadekirin, divê reaksiyon jî bi aqil û li gorî berjewendiya neteweyî ya serketina têkoşînê be. Li vir, ragihandin dikare rola pêşeng bigire û bi xîtabek berpirsiyar, li şûna parçekirinê, yekîtiyê ava bike.
Êrişên li ser sembolan, bandorên neyînî li ser yekrêziyê dikin. Di demên kirîz û aloziyê de, civak û kes divê bi têgihiştinek hişdar nêzî nirxên dîrokî, çandî û exlaqî yên sembolîk bibin. Helwestgirtin divê avaker, rexnedar û berpirsiyar be.
Di encamê de, bêrêziya li sembolên neteweyî, di bingehê xwe de nîşaneya têkiliyên qels a di navbera alavên ragihandinê û civakê de ye. Ev tenê nikare wekî pirsgirêkek reftarî were dîtin. Çareseriya wê hewceyî hevsengiyek hişdar a refleksan e. Nêzîkatiyên bêkontrol ên ku hewl didin kiryarên xwe rewa bikin, dikarin statu û destkeftiyên neteweyî jî têk bibin.
Berjewendiya bingehîn azadiya gelan e. Kiryarên ne berpirsiyar, yekîtiyê û hemahengiyê dixin xeteriyê û êrîşên li dijî çarenûsa hevpar in. Tişta pêwîst; hişmendî, pêşengtiya stratejîk, fêmkirina girîngiya qonaxê û sekneke netewparêz e. Ne wisa be, dê fîtne, fesadî û têkbirina hemû destkeftiyan be.






