Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojbûna Rêber Apo: Rojbûna azadî û aştiyê ye

05/04/2026
in ROJEV
A A
Rojbûna Rêber Apo: Rojbûna azadî û aştiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Rojbûna Rêber Apo ne tenê rojeke zayînê ye, lê wekî rojbûna azadî, aştî û vejîna gelê Kurd tê dîtin, ji ber ew hêviyeke ji bo gelê bindest. Rêber Apo derbarê rojbûna xwe de wiha dibêje: “Ji bo rojbûna min pîrozbahî çêbûne. Ya rast mesele ne rojbûna min e jî. Gel wek rojbûn û ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike.”

Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, bi pîrozbahî û çalakiyan tê pêşwazîkirin. Ev roj wekî roja ji nû ve zindîbûna gel tê nirxandin. Jidayikbûna Rêber Apo ji bo hemû gelên bindest û yên Rojhilata Navîn wek rojeke jinûve hilhatî ye. Ev roj li ser gelê bindest, ewrên tarî û îmhaker rahişt û ji bo azadiyê bû hêviyeke jiyanî.

Rêber Apo berhema azadiyê li Kurdistanê ava kiriye

Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de li Amarayê ji dayik bû. Ew roj ne bi tenê rojeke zayînê ye, ew roj vejîna gelê Kurd û ya hemû mirovahiyê ye. Rêber Apo di nirxandinên xwe de wateya vê rojê bi rengekî berfireh pênase dike û dibêje; “Gelê Kurd di dîrokê de hatibû rewşeke wisa ku ji nirxên xwe hatibû dûrxistin.” Rêber Apo bi têkoşîna ku ava kir xwedî li van nirxan derket û da jiyankirin. Ji ber vê jî civaka Kurd û Kurdistan asta ku ava bû berhema Rêbertî ye. Li ser van bingehan helwesta Rêber Apo ji bo gelê Kurd û giştî mirovahî di her aliyan de helwesteke dîrokî û heta dawî stratejîk e. Lewra dîrok di vê rojê 4’ê Nîsanê de herîkîna xwe guhert û li hember pergala modernîteya kapîtalîst alternatîfek pir bi hêz ava bû. Di ronahiya van rastiyan de em dibêjin ku rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e.

Rêber Apo, rêberekî gerdûnî ye

Rêber Apo bi helwesta xwe ve nirxên ku ava kir, asta ku çêkir ne tenê ji bo gelê Kurd pêş xist, ji bo giştî cîhanê pêş xist û her kesî li derdorê fikir û ramanên xwe kom kir. Lewma Rêber Apo, Rêbertiyekî gerdûnî ye. Bi taybet ji bo Rojhilata Navîn xeta wî bû xeta bingehîn ku ew ê jiyan di derdorê wî de teşe bigire. Li hember pergala dagirker ku gelan ji bo her cure berjewendiyên xwe bi kar tînin, Rêber Apo paradîgmayek cihanî ava kir. Ev paradîgma li Rojhilata Navîn wekî xeta sêyem xwe birêxistin dike û her ku diçe berfireh dibe, mezintir dibe. Li derdora fikir û ramanên Rêber Apo yekîtiya gelan û hem jî yekîtiya baweriyan çêdibe. Rêber Apo di her milî de li dijî pergala dagirker e. Bi sîstema xwe di civak de îrade û însiyatîf pêş dixîne û berjewendiya gelan di ser her tiştî re digire. Ji bo vî jî zayîna wî li hemberî pergal alternatîfa herî bihêz e.

3 qonaxên zayîna Rêber Apo

Rêber Apo zayîna xwe ji sê qonaxan digre dest. Ev qonaxana ji zayîna xwezayî dest pê dike û merhele bi merhele heta roja me ya îro tê. Her qonax di nav xwe de pêşketinên mezin ava dike û di dîrokê de cihekî zêrîn digire. Li ser van bingehan Rêber Apo Kurdê rasteqîn ku li ser bingehê nirxên civakê exlaqî-polîtîk ya neolotîkê bi wate dibe, ava dike û bi vê avakeriyê di giştî cihanê de li hember pergalê modernîteyê kapîtalîst hêzê ava dike. Ji ber vî jî zayîna Rêber Apo zayîna gelê Kurd e û zayîna giştî mirovahî ye.

Rêber Apo mîna her warî, derbarê rojbûna xwe de jî, nirxandinên girîng dike.  

Rêber Apo pêvajoya Îmraliyê hem ji bo Gelê Kurd û hem ji bo xwe weke vejîna sêyem pênase dike û wiha dibêje: “Pêvajoya yekem, ji civaka gund a çandinî dest pê dike. Ez serhildêrekî gund bûm. Ev serhildan heta derbasbûna civaka fermî berdewam kir. Piştre bi dibistana seretayî û astên cuda re serhildana li dijî komara olîgarşî berdewam kir û bi vî awayî du pêvajoyên vejînê lê hat zêde kirin. Vê astê 20 salan berdewam kir û piştre bandor li herêmê û seranserê cîhanê kir û di encama xitimînan de veguherî pêvajoya Îmraliyê.”

Pêvajoya duyem pêvajoya “Pêvajoya Îmraliyê” ye: “Vejîna duyem vejîna bi tundî û şer, paqijbûnê îfade dikir. Tirkiyê nakokiyên xwe baş fêm nake û ji ber dema wê de çareser nake, ketiye pêvajoya krîzan û nikare jê derkeve.

Pêvajo ji bo hemû hêzan vejînek nû ferz dike. Ev hişmendiya bi tecruba şer derbas bûye, niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe.”

Rêber Apo diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê pêvajoya vejînê û asteke dîrokî ye û wiha dibêje: “Ji yekîtiya azadiyê re yanî ji lihevkirina demokratîkbûnê re vekirîbûn tê wateya jiyaneke aştiyane û wekhev. Pêknehatina vê jî, ev e ku têkoşîna navbera komara demokratîk û olîgarşîk de hîna encam nebûye. Di vî alî de wek sembolîk pêvajoya Îmraliyê asteke dîrokî nîşan dide. Di dîroka Tirkiyê de yekem car krizeke giran heye. Divê wek meclis û hikumet mijarê bi awayekî rast binirxîne. Ger ku vê neke û terkî neçareseriyê bike, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîza tê jiyîn siyast e. Biryara bidarvekirinê li ser min wek şûrê Demokles dihejînin û ev jî encamê nade û şaşiya herî mezin jî di vir de ye. Ev rewş bi Tirkiyê di her alî de bi mîlyonan dolar windahî dide kirin û di alî manewî de jî wê li welat êş û elemên giran derxine holê.”

Nirxandinên Rêber Apo ji bo 4’ê Nîsanê ku ji parêznameyan hatiye komkirin wiha ne:

“Ji bo rojbûna min pîrozbahî çêbûne. Ya rast mesele ne rojbûna min e jî. Gel wek rojbûna xwe dibîne. Mesele ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî, li wê axê ji dayik bûme. Gel wek rojbûna xwe dibîne, wek ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike. Kesên ku çûne wir, kesên ku pîroz kirine û kesên ku ji bo wê ked daye, spasî û hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Lê belê divê naveroka vê neyê valakirin. Çandeke Rojhilata Navîn ya wisa heye, ez li hember vê çandê rêzdar im. Lê belê divê naveroka wê neyê valakirin û wek baweriyeke olî neyê dîtin. Wateyeke min a wisa heye û ez ji vê bawer dikim. Ev wate girîng e û divê li ser vê wateyê bê sekinandin. Ez bawer dikim ku min gelek tişt di emrê xwe yê 61 salî de bi cih kirin. Gel ev rastî bi ya xwe re kiriye yek.” (Notên Hevdîtinê yên Nîsana 2010’an) “Dema min çûyîna xwe ya yekemîn a bajêr û dibistana seretayî bi çîroka Enkîdo re rû bi rû kir, ez di têgihîştina wê de dereng nemam ku destan esas behsa min jî dike. Di vê mijarê de feyda wê heye, ez behsa bîranîneke xwe jî bikim. Zarok teşwîq dikirin ji bo biçin dibistana seretayî ya gundê mezin Cîbînê. Yek ji wan zarokan bi navê Şewket bû. Birayê biçûk ê Cimoyê min yekemîn çalakiya xwe ya gerîla li dijî wî kiribû. Diya wî yek ji wan jinên xizan û navsere yên gund bû. Lê roja Şewket çû dibistanê vê jinê nirxandinek kir, ji profesorên herî baş çêtir tespîtek kir. Hîna jî di hişê min de ye, wiha gotibû; ‘Şewketê me bûye hikûmet.’ Min peyama vê gotinê hîna di vê parêznameya xwe ya dawiyê de baştir çareser kir.

Divê gelê Kurdistanê rojbûna Rêber Apo pê re pîroz bikin 

Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ronahiya rojê pêşkêş kir, lê bi felsefeya xwe rêya hemû mirovên bindest ronî kir û ji wan re da zanîn ku ew layiqî jiyaneke azad in. Bi taybet jin a ku di nava zihniyeta desthilatdar û dewletê de hatibû windakirin, pêşengî ji xeta wê re kir û ew bingeha jiyana azad, civaka demokratîk û komînal pênase kir. Rêber Apo girîngiyê dide hemû mirov, ol, pêkhate û netewan, herwiha girîngiyê dide dîroka rast a mirovahiyê û dibêje nirxên civakê nabe bikeve bin bandora tu sîstemên pergalê de. Lewra ramanên rêbertî ji aliyê hemû gelan ve tê hezkirin û hemû jî banga azadiya wî ya fîzîkî dikin. Ji ber Rêber Apo rêberê aştiyê ye, ew her dem ji bo aştî li tevahî herêmê û cîhanê bê misogerkirin, xebatên bêhempa dide meşandin. Pê ve girêdayî jî gelek caran banga aştiyê kiriye, herî dawî jî di 27’ê Sibata 2025’an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoyeke nû ya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, ev pêvajo xelasbûna ji gelek kirîz û bidawîbûna şerekî demdirêj bû. Heya niha jî ev pêvajo dewam dike, lê di aliyê tevgerê û Rêber Apo de bi rêkûpêk gavên ber bi aştiyê hatin avêtin, dewleta Tirk hîna di mijarê de dihizire û gavan li gorî dilê xwe ne li gorî girîgiya pêvajoyê daivêje, tevî ku pêvajo rêya xelasiya Tirkiyê ji gelek tiştane jî, lê cedîbûna wê tuneye. Ya girîng divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û gelê Kurdistanê rojbûna Rêber Apo pê re pîroz bikin.

Herî dawî em Rojbûna Rêber Apo Pîroz dikin û di vê rojê de hêviyên xwe bi Rêber Apo re nû dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.