Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja vejîn û zayîna mirovahiyê

05/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li hember jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Berîtan Xalid

Destpêkê ez vê rojê li hemû mirovahiyê, gelê Kurd û jinan pîroz dikim. Gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî rojbûna xwe dibîne û  4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd bûye mîladeke nû. Gelê Kurd bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo ji nû ve rabû ser piyan. Ev gel ji ber vê rastiyê hezkirineke mezin nîşanî Rêber Apo dike. Zayîna Rêber Apo wekî zayîna xwe, hebûna wî jî wekî hebûna xwe dibîne. Rêber Apo li hemberî zext û neheqiyên li dijî jinan, têkoşînekî mezin daye. Dîtiye ku hemû koletî, kedxwarî û neheqî li ser koletiya ku li ser jinê tê ferzkirin, pêş ketiye û têkoşîna azadiya Kurd di eksena azadiya jinê de pêş xist.Mirov dikare bêje pîrozkirina 4’ê Nîsanê ji aliyê jinan ve bi coşekî mezin, bi rastiya ku 4’ê Nîsanê zayîna jina azad e re têkildar e. Mirov li wateya rojbûnê jî binêre, rojbûn rastiya jiyanê û hebûnê îfade dike. Yanî mirov li kuderê ji dayik dibe, li jiyanê ji dayik dibe. Rastiya hebûna zindiyekê, îfade dike. bi taybetî ji bo jinan çi wateyê îfade dike? Ji bo jinan jidayikbûneke çawa îfade dike? Di warê jinan de, belkî jî jina ku kêşeya hebûnê ya herî kûr dijî, jin e. Em her tim ji bo gelê Kurd dibêjin; gelê Kurd gelekî wisa ye ku hebûna wî hatiye înkarkirin, ev pirsgirêka hebûnê heta astekê jixwe hate derbaskirin. Niha gava em ji aliyê jinê ve lê dinêrin, ev helbet ne pirsgirêka 100, 200 yan 300 salî ye; ev pirsgirêkek e ku bi deh hezaran salan e wekî pirsgirêka hebûnê derketiye holê. Yanî pirsgirêkeke pir û pir kûr e. Di vê wateyê de jin jî ji nû ve çêdibin. Ji ber wê, pêşketina têkoşîna azadiya jinê di nava tevgera Kurd de, tenê bi Kurdan re sînordar namîne.  Îro jî mirov dikare wiha îfade bike ku ev bû wesîleya jidayikbûna têkoşîna jina azad. Yanî kedkariyeke wiha di nav de heye; her du hebûnan bi vê têkoşînê re xwe ji nû ve dan jidayikbûn, mirov dikare bi vî rengî jî bibêje. Rêber Apo dibêje ku ew mêrê serdest û jina bindest wekî yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên li pêşiya civaka demokratîk dibîne. Yanî di vê wateyê de; me behsa wî rûyê rêbertî kir ku hem ji bo guhertinê hem jî ji bo jidayikbûnên nû wêrekiyê nîşan dide. Di vê wateyê de divê bangeke çawa ji mêran re bê kirin, Ji ber ku em di civakeke feodal de dijîn, hem di taybetmendiya Rojhilata Navîn de hem jî di ya Kurdistanê de ev rewş wiha ye. Guhertin û veguhertin, heta di nava mêran de bi taybetî paşve gav avêtin, bi zexteke civakî ya wekî dev ji xeta xwe berdan re jî rû bi rû dimînin. di rastiyê de mehên biharê jidayikbûnekê îfade dikin. Di bîra mirovahiyê de; mehên Adar, Nîsan û Gulanê wekî dîrokekê tên jiyîn ku tê de xweza û jiyana mirovan zindî dibe. 4’ê Nîsanê jî rastî vê derê tê. Bê guman roja artêşbûna YPJ’ê a 4’ê Nîsanê jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku di roja ji dayîkbûna Rêber Apo de hatiye ragihandin. Rojbûna Rêber Apo ji bo lêgerînvanên azadiyê roja nasname, çand, hebûn û heqîqetê ye ku îro fikr û ramanên Rêber Apo dibe pusulaya azadiyê û di serî de weke YPJ ji bo me û ji bo hemû kesên azadîxwaz felsefeya azadiyê weke navnîşana meşa xwe dibînin.Lewma ez dixwazin di 4’ê Nîsanê de jidayikbûna rêbertî bi jidayikbûn û zindîbûna xwezayê re bikin yek. Heke em bala xwe bidinê, di xwezayê de jî bi hezaran jidayikbûn hene. Her zivirîna demsalê di bingeh de di nava xwe de guhertineke nû, veguhertineke nû û qonaxeke nû îfade dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.