Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di serdema nû de 14 sal ji têkoşîneke hemdem a hêza jin

05/04/2026
in JIN
A A
Di serdema nû de 14 sal ji têkoşîneke hemdem a hêza jin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Di salvegera damezrandina YPJ’ê ya 14’emîn de Yekîneyên Parastina Jin li ser îdeolojiya azadiya jin û mirovahiyê li Rojavayê Kurdistanê hebûna xwe bi destxistina deskeftiyên pîroz didomîne. Û di 14 salan de nasnameya xwe ya navneteweyê şênbertir dike.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ji bo bidestxistina mafê xwe şer, windahî û êşên mezin hatin jiyankirin, lê li kêlek wê jî gelek destkeftiyên pîroz ên ku mohra xwe li dîroka şoreş û hebûna gelê Kurd xistine hene. Yek ji wan destkeftiyên herî bi nirx ku mînaka wê di cîhanê de nîne ew jî avakirina hêzeke xweser ya jinan bû. Hêzeke ku bi îdeolojiya xwe ne tenê di warê şer de lê di hemû aliyên civakê de bi sekn, exlaq û parastina nasnameya xwe ya jinbûyînê derket holê ew jî; Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. Bi avakirina vê hêzê re cîhana heyî ya ku di nava lepên hişmendî û zihniyeta pergala sermeyedar, nijadperest, olperest, cinsperest û dewletparêz de fetisiye; YPJ’ê bû hêz û mînaka yekemîn di cîhanê de ku hêzeke bi her awayî ji hebûna jin pêk tê û ji bo jin şer dike.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rewşên awarete de hatin avakirin. YPJ’ê ne tenê ji bo parastina gel, heman demê de ji bo parastina mafên jinê hate avakirin. Ji ber vê yekê bû nasnameya jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin.

Avakirina tabûrên xweser

Bi beşdarbûna jinan ji Yekîneyên Parastina Gel re 13’ê Sibata 2013`an tabûrên leşkerî yên taybet yên jinan hatin avakirin. Li ser vî esasî tabûra yekemîn li navçeya Cindirêsê navçeya Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Rûken bi rêveberiya Şehîd Rûksan Efrîn hate avakirin.
Piştî tabûra Şehîd Rûken li Efrînê hate damezrandin, li navçeya Dirbêsiyê jî tabûra Şehîd Berçem, li Dêrikê jî tabûra Şehîd Sozdar hatin damezrandin. Bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê anku roja 8’ê Adarê re li bajarê Qamişlo bi merasîmekî leşkerî tabûra çaremîn a bi navê Şehîd Adalet hate avakirin. Bi vî awayî li seranserî herêmên Rojava tabûrên taybet yên jinan hatin avakirin.
Di vê çarçoveyê de li herêma Dêrikê bi navê Şehîd Şîlan akademiya yekemîn a leşkerî ya taybet ya jinan hat vekirin. Paşê di 9’ê Gulana 2013`an dewreya yekemîn a bi navê Şehîd Rêvan bi dawî bû.

Ragihandina avakirina YPJ’ê

Piştî li seranserî herêmên Rojava tabûrên jinan hatin avakirin, di 2’ê Nîsana 2013`an de YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa yekemîn bi şiara“Xwe di nava YPJ`ê de birêxistin bikin da ku serkeftinê misoger bikin” li dar xistin. Di 4’ê Nîsana 2013’an de bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin.
Di vê çarçoveyê de şervana bi navê Narvîn Hogir a ji bajarê Qamişlo axivî û got: Yekîneyên Parastina Jin bi armanca azadiya jinan hatiye avakirin. Li gel vê yekê roja damezrandina YPJ`ê heman roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku em vê rojê wekî rojbûna xwe jî bi nav dikin. Ji ber Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe jiyaneke nû ji jinan re misoger kiriye.”

Silava Efrîn yekemîn Şehîda YPJ’ê

Ji destpêka 2012’an, herêmên Rojava rastî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û koma çete ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker a bi navê “Artêşa Azad” tev digerin, dihatin. Her wiha PYG’ê bersiva tevahî êrişan dida. Her wiha bi 2013’an re êrişên li herêmên Rojava ji Dêrik heta bi Efrînê zêde bûn. YPJ,ê bi awayekî aktîf li hember êrişan di eniyên pêş de beşdarî şer bû. Di 25’ê Gulana 2013’an komên çete êrişî gundên Efrînê kirin. Êrişên wan li dijî gundewarên navçeya Şera bi taybet li dijî gundên Aqîbê û Basilê bûn. Di berxwedana li hember êrişan de, YPJ’ê yekemîn şehîd di 29’ê Gulanê de da. Şehîd Silava Efrîn, endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê bû û beşdarî konferansa damezrandinê bûbû.

YPJ’ê bû nasnameya tevahî jinan

Şervanên YPJ’ê ji dema ragihandina damezrandinê ve berxwedaneke lehengî li dijî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker (Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad) dan meşandin. Ji dema êrişên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê sala 2013’an ve, YPJ’ê roleke sereke lîst û di vê rêyê de şehîd dan.
Bi êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê yên 15’ê Îlona 2014’an re, rola YPJ’ê ya bersivdayîna êrişan mezintirîn bû. Bi taybet piştî çalakiyên fedayî yên Arîn Mîrkan û Rêvan. Her wiha têkoşîna fermandar Zehra Penaber ku di 3’ê Sibata 2015’an de şehîd bû. Her wiha Evîndar Botan di şerê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê, berxwedaneke mezin meşand û di 4’ê Tîrmeha 2015’an de şehîd bû.

Bi wê re jî YPJ,ê bû sembola berxwedan û têkoşîna jinê. Bala tevahî cîhanê kişand û gelek jinên cîhanê tevlî YPJ’ê bûn. Mîna şehîda Almanî Ivana Hoffman ku di 7’ê Adara 2015’an de, şehîd bûbû.
Di vî warî de şervan Narvîn Hogir wiha got: “YPJ bû nasnameya tevahî jinên cîhanê.”

YPJ’ê hêzeke ku ji hemû pêkhateyan pêk tê ye

Jinên ji hemû pêkhate û olan ji Kurdan bigire û heta bi Ereb, Suryan, Tirkumenan, Çeçanan û Ermenan, Xiristiyan û Êzidî her wiha enteryonalîstên ji dewletên cîhanê tev li nava YPJ`ê bûn. YPJ’ê ji dema avakirina xwe de da diyarkirin ku ne tenê hêzeke ji pêkhateya Kurd pêk tê, YPJ’ê Hêzeke ku ji bo hemû jinan û ji hemû pêkhateyan pêk tê. Li ser wî bingehê di paradîgmeya xwe de ji bo hemû jinan têkoşîn dike û azadiya jinên bidest hedefa wan a sereke ye.

Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û rizgarkirina Şengalê de ev yek îsbat bû. YPJ’ê di Şoreşa Rojava de, şervanên ji hemû pêkhate û baweriyên di Sûriyê de di nava xwe de hembêz kir û di pêşxistin û perwerdekirina wan de kedeke mezin da. Di Rojava de di nava refên YPJ’ê de bi hezaran jinên Ereb û xisristiyanî cih digrin û ji xwe re weke hêzeke mayînde dibînin.

Pêngavên rizgariyê yên ku YPJ’ê beşdar bûye.

Şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan beşdarî hemû pêngavên rizgarkirinê yên ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine destpêkirin bûn.

Di rizgarkirina axê ji lepên terorê de roleke pêşeng lîstin, bi rizgarkirina 52 hezar kîlometreçargoşeyî ji axa Sûriyê û rizgarkirina nêzîkî 5 milyon kesan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî ecêb xwe îspat kir. Her wiha, piştî berxwedaneke ku nêzîkî pênc salan dom kir, nêzîkî 700 jin û zarokên Êzidî ji terorîzma DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Zêdetirî 752 şervanên jin şehîd bûn. Zêdetirî 3 hezar şervanên jin dema ku nirx û rûmeta civakê diparastin, birîndar bûn.

Pêngav wiha bûn:

Rizgarkirina Êzidiyan li Şengal û gundewarên derdora wê, parastina korîdora mirovî ya ewle, û berxwedana Cez’e û Rebî’e di havîn û payîza 2014’an de.

pêngava Şehîd Rûbar Qamîşlo, Gulana 2015’an heta 10’ê Tîrmeha 2015’an.

pêngava rizgarkirina kantona Kobaniyê di navbera 15’ê Îlona 2014’an û 26’ê Çileya 2015’an de pêk hat.

Pêngava rizgarkirina Tel Hemîs û Tel Birakê di Sibata 2015’an de.

Rizgarkirina Çiyayê Kizwan û gundên Til Temer, Mebrûka, Suluk, Girê Sipî, û Eyn Îsa di sala 2015’an de.

Rizgarkirina Sirîn di Îlona 2015’an de.

Rizgarkirina Holê ji Cotmeh heta Mijdara 2015’an.

Rizgarkirina Bendava Tişrîn di sala 2015’an de.

Rizgarkirina Şedadiyê di Sibata 2016’an de.

Pêngava Xezeba Firatê di Sibata 2016’an de.

Rizgarkirina Başûrê Rojhilatê Çiyayê Kizwan di Adara 2016’an de.

Rizgarkirina Minbicê ji Hezîran heta Tebaxa 2016’an.

Pêngava Xezeba Firatê ji çar qonaxan pêk hat. Di Cotmeha 2016’an de dest pê kir û di Gulana 2017’an de Tebqa hate rizgarkirin. Di Cotmeha 2017’an de Reqa hate rizgarkirin.

Pêngava Bahoza Cizîrê di sala 2017’an de dest pê kir û di Adara 2019’an de bi dawî bû û hemû axa Rojhilatê Firatê ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Her wiha di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 2018’an beşdar bû.

Di Betrxwedana Bendava Şehîdan Bendava Tişrînê de sala 2025’an de beşdar bû.

Di pêvajoya dawiyê ya Sûriyê de

Bi hatina hikumeta demkî ya Sûriyê ji desthilatdariyê re, gelek kiryarên dijmirovî li hember deverên Elewî û Durziyan hatin kirin, di nava wan komkujî û kiryaran de bi taybet gelek jinên Ereb yên Elewî û Durzî hatin kuştin, revandin û windakirin. Bangawaziyên gelên Elewî û Durzî ji YPJ’ê û QSD’ê re hatie kirin û piştgiriyeke girseyî ji aliyê YPJ’ê QSD’ê bi rêya daxuyaniyan û bangawaziyan hate raberkirin. Li ser wê esasê gelek ji gelên Elewî û Durzî derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bûn û cihên xwe di van hêzan de girtin.

Niha bi geşedanên ku di Sûriyê de hatine rûdan re, YPJ’ê hebûna xwe di nava şer û geşedanan de parast. Li hember hemû hewildanên valaderxistin û rakirina YPJ’ê ji holê, YPJ’ê di parstina hebûn û xwesertiya xwe di nava lihevkirinên dawiyê yên ku di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Hikumeta demkî ya Sûriyê de hatine çêkirin de, parastiye. Lê belê heyanî vê kêliyê jî biryarekî zelal derbarê rol û hebûna YPJ’ê di pêşerojê de ji aliyê fermandaran de nehatiye derketin. YPJ’ê li ser erk û xebatê xwe ye û di parastina xaka herêmê de di eniyên herî pêş de cih digre.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.